Ji ber berovajî bajarbûn û betonîbûnê li bajaran qirêjiya hewayê zêde bûye û êdî li bajaran jiyankirin zehmet e. Lêkolînên dawî yên hatine kirin nîşan didin ku bi daristanên biçêk ji vê qirêjiyê re dikarin çareser bibin. Di heman demê de ev daristanên biçûk ji bo curebûna biyolojîk jî gelek derfetan diafirîne.
Hin bajar dibe ku ji bo karxanê û xaniyan biçûk jî bibin, qadên şîn li bajaran ferz dike. Ev daristanên biçûk him pircurebûnê zêde dikin. Her wiha pêşiya betonîbûna dîmenî jî digire.
DI 30 SALAN DE 420 MÎLYON HEKTAR DARISTAN TUNE BÛN
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya ‘rewşa daristanên cihanê’ ya 2020’an ji salên 1990’î vir ve herî kêm 420 mîlyon hektar daristan hatiye tunekirin. Di asta cihanî de sedî 85’ê nifûsê li bajaran jiyan dikin. Ev rewş dihêle ku jiyana bajaran zehmetir bibe. Ji ber vê daristanên biçûl li hemberî bêdaristanîbûnê dibe bijareyek girîng.
BI TEKNÎKÊ MIYAWAKI RE DARÎSTANÎ KIRIN ÇI YE?
Ji destpêkê salên 1970’an botanîkerê Japon profesor Akira Miyawaki teknîka Daristanên Miyawaki hilberand û bi vê teknîkê re di qadên biçûk de giya tên çandin û dihêlin ku ev qad ji jor de ronahiyê tavê bigirin. Giyayên ku ronahiyê tavê digirin ber bi jorê ve pêşdikevin û pêşiya pêşketina razayî tê girtin. Bi vê rêbazê re di qadên teng de daristanîbûn û pircurebûna biyolojîk pêş dikeve û pêşiya hewayê qirêj tê girtin. Ev daristan heta 9 metrekare qadên biçûk dikarin bê avakirin û tenê çandiniyên xwemalî tên bikaranîn. Li gorî daristanên Monoçandî 10 qat zûtir mezin dibin û tenê di nav 20-30 salan de pêş dikevin.