Sêşem, 11 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qanûna çarçoveyî di meclisê de derbas bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozgur Ozel: Em ê ji vê qanûnê re bêjin ‘erê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Qanûna gava yekem e ku Kurd tevlî hiqûqê dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyê Rêber Apo yê bi malbata wî re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrişa hêzên Îranê de kolberek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di maha 130’emîn a Komkujiya Gar a Enqereyê de bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di mitînga Mêrsînê de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin
Rojane

Di mitînga Mêrsînê de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin

Mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ku bi pêşegtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat organîzekirin, bi coşeke mezin hat lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Sibat 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Bi pêşegtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li rex Stadyuma Tevfîk Sirri Gur a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê mitînga “Ji bo aştiyê azadî” hat lidarxistin. Ji bajarên Edene, Osmaniye û Hatayê jî gelek kes tev li mitîngê bûn. Her wiha partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJ’yê, parlamenterên DEM Partiyê û şandeya CHP’ê jî tev li bûn.

Di mitîngê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” tên berzkirin. Mitîng, bi coşeke mezin dest pê kir. 

Di mitîngê de girseyê daxwaza azadiya Rêber Apo qêriya û jinên cilûbergên Kurdî li xwe kirin li ber stranan govend gerandin. Di mitîngê de pankarta “Em ji bo aştî û azadiyê tên gel hev” hate daliqandin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Polîsan li noqteyên kontrolê hewl dan dayikan asteng bikin ku bi laçikên spî nekevin qadê û rastî berteka gel hatin. 

‘ARMANCA ME AŞTÎ Û AZADÎ YE’

 Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî hunermend Kadîr Çat derket ser dikê. Bi stranên berxwedanê re coşa girseyê zêde bû û girseyê bi yekdengî azadiya Rêber Apo qêriya. Piştre jî li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Emrûllah Şam axivî û girse silav kir. Şam, got: “Bila kesek nemire. Armanca me aştî û azadî ye.” 

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî gel silav kir û got ku dê dengê aştiyê bi Enqereyê bidin bihîstin. Piştre jî Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî li ser navê TJA’yê axivî. 

 

 ‘HETA JIN AZAD NEBIN CIVAK AZAD NABE’ 

Bêrîvan Bahçecî, bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û wiha got: “Em di qonaxeke girîng de ne. Ji bo aştî û azadiyê em vê qonaxê pîroz dibînin. Qala aştiyê tê kirin. Heke qala mafên jin, zarok û Kurdan neyên kirin em nikarin jê re bibêjin pêvajoya aştiyê. Ji bo aştiyê bedela herî mezin gelê Kurd û bi taybet jî jinan da û didin. Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 3 hevdîtin hatin kirin. Weke jinan em van hevdîtinan girîng dibînin. Birêz Ocalan gotiye; ‘Ez silavên taybet ji jinan re dişînim.’ Em jî ji Mêrsînê silavan ji Îmraliyê re dişînin. Tu ferqa nêrîna rejîma Îranê ya li dijî jinan û ya AKP-MHP’ê jihev nîne. Heta ku jin mafên xwe digirin dê li qadan bin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe em ê têkoşînê mezin bikin. Heta ku mîmarê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ birêz Ocalan azad dibe dê jin têbikoşin. Birêz Ocalan dibêje ‘Heta jin azad nebin civak azad nabe.’ Ev ne gotineke jirêzê ye. Em jî dibêjin heta jin azad nebin civak azad nabe. Jin, jiyan, azadî.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitîngê de axivî û gel silav kir. 

 

Keskîn Bayindir, diyar kir ku bi hezaran kes tenê ji bo armancekê hatine gel hev û wiha got: “Em ji bo azadî û aştiyê hatin gel hev. Her kesên li vir evîndarên azadiyê ne, ev qad qada azadiyê ye. Bijî kesên azadîxwaz û aştîxwaz. Berxwedana me ya bi dehan sal piştî gelek zehmetiyan gihişt qonaxeke girîng. Em îro ji her demê bêhtir nêzî çareseriyê ne. Dîktatorên li Rojhilata Navîn yek bi yek diçin û dewlet hildiweşin. Tenê gelê Kurd û têkoşîna wan têk neçûye. Ddsthilatdaran, zaliman xwestin gelê Kurd bêstatu bihêlin, bêziman bihêlin. Lê belê ev desthilat û zalime yek bi yek çûn û hilweşiyan. Niha hemû dinya qala têkoşîna gelê Kurd û dostên wan dike. Ev têkoşîna têkoşîna Mazluman, têkoşîna heqîqetê ye. Li pêşiya me ji bilî serkeftinê tu rêyên din nînin. Bawer bikin serkeftin nêz e. Em ê bibin xwedî statu û azad bibin.

‘DESTÊN XWE LI SER ROJAVA BIKIŞÎNIN’

 Bi saya qudreta têkoşîna me, îro li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Li Enqereyê dibêjin ‘em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin’ lê xweziyan bi Derbeya Kenan Evren tînin. Her roj derbeyan li gelê Kurd dikin. Li dijî Rojava û çar aliyên Kurdistanê êrîş hene lê dibêjin ‘em ê aştiyê bikin.’ Ev dereweke mezin e, ev qad dê bi van derewan nexape û qebûl neke. Li Rojava rejîma Baasê hilweşiya û dinya qala Sûriyeyeke nû dike. Hemû dîktator ji bo Rojava dibêjin ‘gef e’ lê kesên jinan, elewiyan qetil dikin ji bo wan gef nîne. Li Rojava ev 13 sal in hemû gel bêyî rastiyê cihêkariyê bên bi hev re dijîn. Lê ev pergal ji bo wan xetere tê. Rojava gef nîne, ji bo her kesî hêvî ye. Destên xwe ji ser Rojava bikişînin. Ji bo pêşeroja Sûriyeyê tekane modêl, modêla Rojava ye û ji bilî vê tu rêyên din nînin. Ji bilî Sûriyeyeke demokratîk tu rêyên din nînin. Em li Mêrsînê bang dikin, terka vê zîhniyeta yekperest bikin û hûn çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin. Wezîrê Karên Derve welat bi welat digere û ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd di nava hewldanan de ye. Çawa ku ji qesaban berber çênebin, ji devê misteşarê MÎT’ê jî gotina aştiyê dernakeve. Em bi siyaseta wan a sedan salan baş dizanin, bi sedhezaran ciwan ketin bin axê. Em ê nehêlin ew vê meseleyê îstîsmar ibkin. Em ê her tim li kolanan bin û li ber xwe bidin. Em ê daxwaza xwe ya azadî û aştiyê li her derê belav bikin. 

Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 3 hevdîtin hatin kirin. Di van hevdîtinan de ji bo gelê Kurd û gelên cîhanê peyamên girîng hatin dayin. Birêz Ocalan, got; ‘Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade me, bila mafên gelê Kurd bên naskirin û di destûra bingehîn de bên çareserkirin û ez ji bo vê amade me.’ Got; ‘ji bo bidawîkirina şer amade me.’ Ji bo çareseriyeke demokratîk bar kete ser milê me tevan. Di çarçoveya peyama birêz Ocalan de hewceye em tevek piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Ev qad, piştgiriya ji bo vê peyamê ye. Divê îro li vir dengê me bigihije Îmraliyê. Duh li Amedê, îro jî li Mêrsînê. Bila dinya baş li van meydanan binêre. Sekna aştî û çareseriyê ya birêz Ocalan li vê meydanê ye. Çendek rê ceribandin lê armancên wan hasil nebûn û li berxwedana me qelibîn. Em ne ji desthiladaran lê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah ji bo çareseriyê amadekariya nexşerêyekê dike. Ji bo aştiyeke birûmet amadekariyan dike. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyan dike, em dipirsin, gelo desthilat ji bo çi amadekariyan dike? Gel; çareseriya we mereq dike. Operasyon, girtin û komkujî didomin. Azîz Koyluoglû hate qetilkirin. Li Tişrîn û gelek cihên din komkujî didomin. Ev komkujî, zîhniyeta desthilatê nîşan didin. Birêz Ocalan amadekariya çareseriyê û desthilat jî amadekariya operasyoneke mezin dike. Gelê Kurd û dostên wan dê rê nedin operasyonên we yên şer. Em ê li her derê aştî û îradeya azadiyê birêxistin bikin. Roj roja azadiyê ye. Ev pêvajo ne tenê pêvajoya şopandinê, guhdarîkirin û rûniştinê ye. Dema wê ye ku em rabin ser pêyan û heta azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk tê bimeşin. Serkeftin dê ya me be. Serkeftin, serkeftin, serkeftin.”

Mitîng, bi axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dewam dike.  

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MERSÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Vedat Ozer ê di êrîşa polîsan de birîndar bû: Bi zanebûn êrîşî min kirin
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari bang li hikûmetê kir ku gavên şênber biavêje
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Îranê girtiyekî Kurd bi darve kir

Dewleta Îranê girtiyê Kurd Kameran Şêxe (39) bi darve kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta ‘rêzgirtina ji vînê re’: Qeyûm talan e

Li Colemêrgê koma 6’emîn nobeta “rêzgirtina ji vînê re” dewr girt. Endamê Meclîsa Şaredariya Colemêrgê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Qanûna çarçoveyî di meclisê de derbas bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ozgur Ozel: Em ê ji vê qanûnê re bêjin ‘erê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Qanûna gava yekem e ku Kurd tevlî hiqûqê dibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wêneyê Rêber Apo yê bi malbata wî re

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?