Pêncşem, 3 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şehîd Denîz Yuksel li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş wê beşdarî kombûna ciwanan a li Kolnê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê dema qeyûm ji bo 2 mehên din hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî temam bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Zextên li ser rojnamegeran meha Tebaxê jî dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    CÎK wê ji bo şehîdan li hemû mizgeftan xutbeyê bide û nimêjê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlayê HPG’ê Çapakçur taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rewşenbîrên naskirî peyamên ji bo Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewqa navê xwe bû: Dîlan Şoreşger

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobetê azadiyê ya li Mexmûrê ji aliyê komeke din ve hate dewrgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemal Doskî ê PDK’yî hate revandin û êşkencekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşaneke jineke ciwan ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûjeniyeke rastîn a dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Amedê şerê taybet nîqaş kirin: ‘Divê aştî civakî bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Vedat Ozer ê di êrîşa polîsan de birîndar bû: Bi zanebûn êrîşî min kirin
Rojane

Vedat Ozer ê di êrîşa polîsan de birîndar bû: Bi zanebûn êrîşî min kirin

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Vedat Ozer ê li Amedê di êrîşa polîsan de birîndar bû, diyar kir ku ew bi zanebûn hatiye hedefgirtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Sibat 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Duh bi tevlibûna hezaran kesan li Qada Stasyonê ya Bajarê Nû ya Amedê mitînga “Ji bo aştiyê azadî” hate lidarxistin. Polîsan piştî mitîngê êrîşî girseyê kir. Di êrîşê de endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Vedat Ozer birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Fakûlteyê ya Zanîngeha Dîcleyê. Ozer, li beşa lênihêrîna awarte ya Norolojiyê tê tedawîkirin. Ozer, îro di danê sibehê de çavên xwe vekir û bi dayika xwe Remziye Ozer re hevdîtin kir.

Ozer, li ser erebeya astengdaran ji beşa lênihêrîna awarte hate derxistin û têkildarî êrîşa duh ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Ozer, got ku xetereya li ser jiyana wî hêj didome û wiha got: “Polîsan ji ewil pir hişk li patika min xistin. Piştre jî bi zanebûn hedef hatim girtin û yekser gaz avêtin serûçavên min. Ez aloz bûm û piştre çi bû nayê bîra min.” Ozer, diyar kir ku bijîşk dibêjin rewşa wî ber bi başiyê ve diçe û dê heta demekê tedawiya wî ya li beşa lênihêrîna awarte bidome. Ozer, got “Berxwedan jiyan e” û wiha domand: “Rewşa min ber bi başiyê ve diçe. Em ê li ber xwe bidin. Dê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bila gelê me bizane ku em ê aştiyê bînin.”

Di berdewamê de Ozer anî ziman ku polîs ketine beşa lênihêrîna awarte ya lê tê tedawîkirin û ev agahî da: “Lê neketin odeya ez lê têm tedawîkirin. Li ber deriyê wê disekinin. Dema ez di beşa lênihêrîna awarte de her tim dihatin û diçûn. Dixwazin bikevin hundir lê bijîşk destûrê nadin lewma nikarin bikevin hundir.”

Malbata Ozer jî bertek nîşanî rewşê da û got: “Em tenê carekê ketin hundir lê polîs çawa dikarin bi rehetî bikevin cihê ku divê îzole be?”

Xwişka Ozer, Evîn Ozer jî got: “Ji bo aştî û xwişk-biratiyê ez û birayê xwe bi hev re çûn mitîngê. Di vê pêvajoyê de em li benda aştî û demokrasiyê ne lê êrîşên wiha dikin. Birayê min hedef hate girtin. Tevî ji bo mitîngê destûr hatibû dayin jî ev êrîş kirin. Di çalakiyên li Êlihê de nexweşiya birayê min bêhtir pêş ketibû. Li Amedê jî rastî tundiyeke mezin hat û xwestin binçav bikin. Anku birayê min yekser hedef hate girtin. Bi ser rewşê re 48 saet derbas bûn lê hêj baş nebûye. Birayê min ji bo aştî û demokrasiyê hewl dida.”

Serdanên ji bo malbata Ozer îro jî domiyan. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê tevî malbatê li pêşiya nexweşxaneyê disekine. Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan, Baroya Amedê, Şaxa OHD’a Amedê û hevalên Ozer çûn serdana malbatê û şîfaya xêrê xwestin.

Baroya Amedê û Şaxa OHD’a Amedê gotin ku dê pêvajoya hiqûqî bişopînin.  

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dagirkeran bombe li gundên Kobanê barandin
Nûçeya Pişt re Di mitînga Mêrsînê de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pêşeroja Pêşengê Sûriyeyê: Hevrîn Xelef

Semîra El-Ezîz: “Bi avakirina Partiya Pêşeroja Sûriyêyê re, tenê pêkhateyek siyasî ava nekir, bû pêşenga…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nîjeryayê herî kêm 40 cotkar hatin qetilkirin

Di êrîşa li Eyaleta Borno ya bakurrojhilatê Nîjeryayê ya Dewleta Îslamê ya Rojavayê Efrîqayê (ISWAP)…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîla li qadê serwer e

Azad Tolhildan ê HPG'î diyar kir ku artêşa Tirk nikare bi ser bikeve, qad di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şehîd Denîz Yuksel li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Wezareta Perwerdeyê li Herêma Cizîrê hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NY: Şervanên biyanî û piştgiriya derve şerê li Sûdanê sor dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?