Li gorî statîkên Kolber Newsê di sala 2024’an de 345 kolberên Kurd bûne qurbaniyên gulebarana hêzên dewleta Îranê ku 59 kolber hatine qetilkirin û 287 kolber jî birîndar bûne. Malperê ragihand ji 59 kolberên hatine qetilkirin temenê wan di bin 22 saliyê de bû yek ji wan ji sermayê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî heman malperê kolberên Kurd li deverên sînorî yên parêzgehên Ûrmiye, Sine û Kirmanşanê bi gulebarana raste rast ya hêzên Îranê ve, ji serma, ji ber sedema ketina ji zinar û cihên bilind, bi pêlêkirina mayinan û bûyerên weke van jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.