Şemî, 7 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên min rêyeke birûmet meşiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Îçlî ev 10 sal bi neheqî tê rehîngirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Berxwedan bang: Bila Nûdem Durak û girtiyên nexweş werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tuncer Saglam wê sibê bi merasîmeke girseyî were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di Newroza Hatayê de ji bo çareseriyê işaret bi Îmraliyê hate kirin
Rojane

Di Newroza Hatayê de ji bo çareseriyê işaret bi Îmraliyê hate kirin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Newroza li quntara çiyayê Amanosan axivî, Deklarasyona Newrozê ya 2013'an bi bır xist û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Newroza li Hatayê bi dirûşma ‘Rabe, dema azadî û serketinê ye’ li taxa Altiocak a navçeya Dortyol a Hatayê pêk hat. Gelek kes bi kincên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiya li quntara çiyayên Amanosê bûn. Tevlîbûna zêde ya jin û ciwanan bal kişand. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di destpêka pîrozbahiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Dortyolê Hidir Sîmlî axivî û bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan. Sîmlî xwest daxwazên girtiyan ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd tavilê bi cih bê anîn.

Piştî ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013’an hate xwendin, bang li namzetên DEM Partiyê yên ji bo hevşaredariyê hate kirin. Namzetan jî Newroz li gel û girtiyan pîroz kirin û diyar kirin ku ‘Dem dema şikandina tecrîdê ye’ û banga têkoşîna yekbûyî kirin.

Piştre Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û diyar kir ku Newroz meşeke dirêj a azadiyê ye, nasnameya têkoşînê ya gelê Kurd e.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser hewldanên çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Deklarasyona Newrozê ya 2013’an bi bîr xist û got, “Her kesên li Newroza Amedê li deklarasyonê guhdarî kirin. Ne tenê Kurdan, her wiha hemû gelên li Tirkiyeyê lê guhdarî kirin. Çi hebû di deklarasyona Newrozê de? Deklarasyona cîhaneke welê bû ku li Tirkiyeyê rondik û xwîn neyên rijandin, mirov neyên kuştin. Ji aliyê hemû gelan û beşên civakî yên li Tirkiyeyê ve hate qebûlkirin. Lê belê bi cih nehate anîn. Deklarasyon dihate wateya aştî, wekhevî, azadî, edalet, hiqûq li Tirkiyeyê. Ev bi kêrî kê nayê? Bêguman bi kêrî desthilatdariya AKP û MHP’ê nayê. Ji be vê yekê jî gotin, ‘Me pêvajoya çareseriyê rawestandine’ û ji nû ve dest bi komkujiyan kirin.”

ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE

Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku di bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurd heye û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye.

Piştî axaftinê Çîgdem Kiliçgun Ûçar tevî Dayikên Aştiyê agirê Newrozê dada.

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Baran Bozyel û Cevdet Bagca bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HATAY

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ciwanê li Til Rifetê şehîd ket, hate veşartin
Nûçeya Pişt re Ji Newroza Dersimê hezar silav ji Îmraliyê re
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Cizîrê li dijî destdirêjiyê ‘Nobeda Edaletê’

Li Cizîrê li hemberî betalbûna cezayê li Bûrak Ercan ê ku ji ber destdirêjiya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandarê QSD’ê Berxwedan: ‘Berxwedana Kobanê ya Duyemîn’ li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir

Endamê Fermandariya QSD'ê Mehmûd Berxwedan peyamek ji gelê Kobanê û Cizîrê er şand û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Seyfî Zogûrlû: Şerê ku niha bê kirin hîn zehmet e

Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Seyfî Zogûrlû got, "Ji bo me pêvajoyeke nû destpê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Zarokên min rêyeke birûmet meşiyan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?