Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Birayê Denîz Poyraz Suleyman Poyraz piştî 14 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxwaza ‘mafên Kurdan bên naskirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Berpirsyariya me ya ji bo şehîdan mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çanakkaleyê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê bîranîna Kaytan û Altûn destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xezeyê komkujî: Tevahiya şevê herî kêm 100 kes hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xizmên Windayan li çar navendan li aqûbeta windayan pirsîn
Rojane

Xizmên Windayan li çar navendan li aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Îlon 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. 

AMED

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 816’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû pêk hat. Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl tevlî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan û pankartek wêneyan jî li erdê hat raxistin.

Vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Gundem ê li gundê Qenderhelê yê ser bi navçeya Hezroya Amedê ve hatibû windakirin, hat pirsîn.

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz beriya daxuyaniyê axivî û diyar kir ku bi salane ji bo qinda bên dîtin û faîl bên girtin têdikoşin. Ercan anî ziman ku desthilatdarî û muxalefetê ji bilî darizandina çend faîlan guhê xwe ji daxwazan re girtin e û got: “Li herêma me ji salên 90’î ve pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, ev jî rê li ber binpêkirinên mafên mirovan ên giran rê vekir. Mixabin herî zêde jî zarokan para xwe ji van binpêkirinên mafan ên giran wergirtin. Zarok hatin qetilkirin û seqet man. Yek ji van zarokên hatiye qetilkirin jî Ceylan Onkol e.”

Yilmaz qetilkirina Ceylan Onkol a beriya 15 salan bi bîr xist û got: “Tevî ewqas sal hê jî faîl nehatine tesbîtkirin. Darizandinek bi bandor nehat kirin. Em dibêjin bi raboriya xwe re rû bi rû bimînin û edaletê dixwazin lê belê desthilatdariya siyasî ji bo em van cangoriyan ji bîr bikin polîtîkayan dixe dewrê û ser bûyeran digire.”

Piştre xwişka Îbrahîm Gundem ê winda, Ferîde Mafra axivî û wiha got: “Kekê min 33 sal in winda ye. Ev 15 sal in em li Koşûyolû li hestiyên xwe digerin û têdikoşin. Em dixwazin gorek me jî hebe. Ev 15 sal in em tên vir, lê kes nabêje hûn çi dixwazin? Bila hestiyên me derxin û bidin me da ku gorek me hebe û em serdana wê bikin. Em ê heta mirinê têbikoşin. Baran jî bibare, berf jî bibare em ê ji vir neçin. Heta ku em hestiyên xwe bibînin, em ê ji qadan neçin.”

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya Îbrahîm Gundem ê di 25’ê îlona 1991’an de li gundê Qenderhala Hezroyê hat windakirin, xwend.

Serpêhatiya windakirina Gundem wiha ye: Çîroka Gundem ji hêla Endamê Komîsyona Xizmên Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Akdenîz, çîroka Gundem wiha vegot: “Îbrahîm Gundem zewicî bû 9 zarokên wî hebûn. Li gel malbata xwe li gund karê cotkariyê dikir. Di nîvşeveke 25’ê îlona saala 1991’an de serpêl Kenan Şahîn û tîmên leşkerî bi ser mala wan de girtin. Di serdegirtinê de lawê Ahmet Gundem, Îbrahîm Gundem hate binçavkirin. Leşkeran got ku dê di danê sibehê de bê berdan. Li ser vê yekê Ahmet Gundem çû qereqolê û aqûbeta kurê xwe pirsî. Lê belê jê re gotin; ‘nehatiye binçavkirin.’ Bav Gundem ji bo pirsîna kurê xwe serî li Serdozgeriya Hezroyê da. Dozger, bav Gundem dîsa dişîne qereqolê. Vê carê jî bav Gundem daxwazname da qereqolê. Piştre jî gelek daxwazname dan lê tu carî encamek bi dest nexist. Piştre serî li Walîtiya Amedê da. Walîtî li qereqolê digere û qereqol dibêje ku wan girtiye. Li ser vê yekê bav Gundem diçe Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. Fermandarî jê re dibêje; ‘tu dewletê sûcdar dikî. Dewlet tiştekî wisa nake.’ Piştre jî gef lê tên xwarin.

Ahmet Gundem heta demekê ji bo kurê xwe serî li gelek deveran dide. Di vê navberê de zext li malbatê tê kirin. Di Lêbelê malbat dimînê bin ziht û zordahiyê de. Di 15’ê sibata sala 1993’yan de jî leşker û cerdevan mala Ahmet Gundem dişewitînin. Malbat ku ji 15 endaman pêk dihat neçar ma ku koçî Amedê bibe.

Dayika Gundem, Meryem Gundem ji bo aqûbeta kurê xwe bi salan li ber avahiyan ma. Lê mixabin mîna Dayika Berfor, Dayika Fatm û gelek dayikên din bêyî ku aqûbeta zarokê xwe bizane wefat kir.”

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Gundem û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Xizmên Windayan û ÎHD’a Êlihê jî bi heman daxwazê di hefteya 552’yemîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan, parêzvanên mafên mirovan, rêveberên OHD, MEBYA-DER’ê tevlî çalakiyê bûn.

Vê hefteyê serpêhatiya Hatîce Atalay a ku di 10’ê îlona 1996’an de li navçeya Pîrana Amedê dema diçû avdaniya baxçeyê xwe û hat qetilkirin, hat xwendin.

Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyaniya serpêhatiyê xwend. Serpêhatiya qetilkirina Atalay wiha ye: “Hatîce Atalay di 10’ê Îlona 1996’an de ji bo avdana baxçeyên sebzeyan ê li hemberî Midûriyeta Polîsan a Pîranê û ji midûriyetê ji bo avdaniyê agahî da polîsan. Piştî ku Atalay dest bi avdana baxçe kir, tîmên taybet ên ku timî li wir bi cih bûne, ji Girê Ziyaretê ya li pişt Midûriyeta Polîsan bi çekên lûle dirêj gulebaran kirin.

Di wê kêliyê de hevjîna Hatîce Atalay bi qîrîn û hawar ber bi qereqolê dibeze û ji wan re dibêje bila guleyan nereşînin. Lê li wir polîsek heqaretê li wî dike û diqîre û dibêje ‘Em ê te jî bikujin’. Ji polîsan re radigihîne ku hevjîna wî Hatîceyê birîndar e û dixwaze wê rake nexweşxaneyê. Lê belê polîs heta saet 06.00’ê sibehê wan li wir dihêlin. Atalay li wir ji ber windabûna xwînê jiyana xwe ji dest dide. Pişt re Serdozgerê Komarê û bijîşk birin cihê bûyerê. Di encama lêkolînê de berpirsên polîs dibêjin, li cihê bûyerê ti guleyek nedîtine û ti pêwendiya wan bi bûyerê re nîne û doz ji aliyê dozgerê giştî ve hatiye girtin. Ji ber ku rayedaran ji roja bûyerê ve lêpirsînek bi bandor û serbixwe nekiriye, kiryar wek faîl nediyar e ma.”

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Hatîce Atalay û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

COLEMÊRG

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî bi heman daxwazê di hefteya 142’yemîn de li Kuçeya Hunerê ya Geverê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Geverê Onûr Duşunmez û rêveberên DEM Partiyê, Hevşaredarên Geverê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de li faîlên Abdûlmecît Baskin ê di 30’yê îlona 1993’yan de li navçeya Altindaga Enqereyê ji aliyê polîsan ve hat revandin û piştî du rojan cenazeyê wî bi awayek êşkencekirî li nêzî avahiya MÎT’ê hatibû dîtin, hat pirsîn.

Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz daxuyaniyê xwend. Çapraz xwest ku kujer ango berpirsyarên qetilkirina Abdulmecît Baskin bila bên darizandin û cezakirin.

Kurê Baskin, parêzer Eren Baskin jî axivî û diyar kir ku 32 sal in li korîdorên edliyê û li qadan li faîlên bavê xwe dipirse û destnîşan kir ku ew ê her li qadan daxwaza edaletê bike û daxwaz bike ku faîl bên girtin û cezakirin.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li navçeya Konakê çalakiya ji du hefteyan carek ji bo windayan li dar dixe, pêk anî. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli serpêhatiya windakirina Şêxmûs Eroglû yê ku di 21’ê Îloana 1995’an de li Êlihê ji aliyê leşkeran ve di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, xwend. Canli da zanîn ku Şêxmûs Eroglû di sala 1930’an de li gundê Batê yê ser bi navçeya Midyada Mêrdînê ve hatiye dinê û ew bavê heft zarokan bûye. Canli destnîşan kir ku Eroglû ji roja hatiye revandin ve tu agahî jê nayên girtin û got ku ew ê her ji bo hemû winda bên dîtin û kujer bên darizandin têbikoşin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê ji bo Baskin ê ku di bin çavan de hatibû qetilkirin kombûn
Nûçeya Pişt re ‘Heta ku edalet neyê Roboskî dê edalet neyê Tirkiyeyê jî’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiya Emîne Şenyaşarê ya li Meclîsê berdewam dike

Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar kete roja 10’an.

Ji aliyê Stêrk TV

Kaya: Bazirganiya li qada tenduristiyê dibe sedema mirinê

Hevserokê Aksarayê yê SES'ê Dîren Can Kaya diyar kir ku ew ji bo xizmeteke civakî…

Ji aliyê Stêrk TV

Agirê Newrozê li bendava Tişrînê gur bû

Li ser bendava Tişrînê agirê Newrozê hat pêxistin û Şehîdên Efrîn û Bendava Tişrînê hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Xezeyê komkujî: Tevahiya şevê herî kêm 100 kes hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Birayê Denîz Poyraz Suleyman Poyraz piştî 14 salan hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxwaza ‘mafên Kurdan bên naskirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?