Dewleta Tirk û çeteyên HTŞ’ê bi rojan êrîşî Kampa Holê ku di bin kontrona QSD’ê de bû kirin. Kampa Holê ji kontrola QSD’ê derket ku yek jî xetertirîn kampên cîhanê bû û nêzî 13 hezar malbatên DAÎŞ’î lê dimînin.
Di dîmenên ku li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin de, hat dîtin ku çeteyên HTŞ’ê çeteyên DAÎŞ’î berdan. Hate hînbûn ku çeteyan dest danîne ser cebilxaneyên li kampê. Ev rewş careke din xeteriya DAÎŞ’ê ya li cîhanê zêde kir.
Piştî van geşadanan, di nexşeya şer a cîhanê de hat nîşandan ku DAÎŞ’ê li herêma di navbera wilayetên Ninova û Enbar ên xaka Iraqê de, cih girtiye.
Piştî êrîşên li Sûriyeyê, dewleta Iraqê ji bo parastina xaka xwe leşkeran şandiye sînora Sûriyeyê.

