Nobeda têkoşînê ya li dijî derbeya qeyûm a li navçeya Xelfetî ya Rihayê di roja xwe ya 13’an de berdewam dike. Gel siharê zû li ber bînaya şaredariya ya ku ji aliyê polîsan ve hatî dorpêçkirin kom bû û li qada têkoşînê pankartên bi nivîsa ‘Ne qeyûm demokrasî’ û ‘Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin’ hatin daliqandin. Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Sanîye Bayram, birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan, rêveberên bajêr û navçeyên Hatayê yên DEM Partiyê û rêveberên rêxistina navçeyên Sêwereg û Bêrecûkê jî beşdarî çalakiyê bûn.
Hevserokên Bajêr ên Hatayê yên DEM Partiyê Seher Cevheroglû û Naîm Ozbek bal kişandin ser girîngiya Mîtînga Demokrasî û Azadiya ya ku wê sibehî li Êlihê were lidarxistin. Seher Cevheroglû di çalakiyê de axivî û got: ‘’Sibehî li Êlihê mîtîngeke me heye. Li hemberî vê xespê em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî vê mîtîngê bibin.’’
Naîm Ozbek jî banga tevlîbûna mîtînga li Êlihê kir û ev yek anîn ziman: ‘’Em hemû gelên Tirkiyeyê vedixwînin mitînga sibehî.’’
Nobeda têkoşînê li gel govendên ku bi stranên Kurdî tê gerandin, berdewam dike.