Çalakiya nobedê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li Beyoglûya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, dabû destpêkirin di roja 68’an de berdewam kir. Nûnerên gelek partiyên siyasî, sendîka û saziyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de tîşortên “Qeyûm biçe” hatin li xwe kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Qeyûm biçe, em ê bimînin”, “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Dayika Aştiyê Sabîha Bozan bi bîr xist ku ew nêzî 3 meh in ji bo edaletê li Qada Şîşhaneyê ne. Bozan destnîşan kir ku ew ê desteserkirina îradeyê ya li dijî gelê Kurd nas nekin û wiha got: “Ez weke Dayikê Aştiyê bang li partiyên siyasî yên li Tirkiye û cîhanê dikim; kes nikare îradeya me desteser bike, kes nikare me tunebihesibîne.”
Rêveberê DEM Partiyê yê navçeya Sultanbeylî ya Habîp Sokucu êrîşa li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û anî ziman ku li dijî gelê Kurd êrîşên mezin tên kirin û wiha got: “Di dîroka me de serî tewandin nîne û wê nebe jî.”
Hevserokê navçeya Arnavutkoyê Yavuz Kahraman jî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûr û wiha got: “Ez bang li desthilatdarî û kesên xwedî wîjdan ên li welêt dikim; li vî welatî polîtîkayên şer û tecrîdê sûd nade tu kesî. Werin em ji bo demokrasî û azadiyê têbikoşin.”