Sala 2025’an ji aliyê jinan ve di asta navneteweyî de li şûna pêşketinê bû saleke ku mafên wan hatin kêmkirin û jinan li hemberî vê yekê li ber xwe dan. Li cîhanê xurtbûna desthilatdariyên otorîter û rastgir, şerên bêdawî û krîzên aboriyê yên giran ji aliyê hiqûqî û mafên jiyana rojane ve jin kirin hedef. Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) di destpêka sala 2025’an de raporeke nirxandinê ya navneteweyî weşand û diyar kir ku li yek ji çar welatan mafên jinan kêm bûne, ev kêmbûn bi taybetî pêwendiya xwe bi rêveberiyên populîst ên rastgir, herêmên şer û polîtîkayên teserûfê hebû.
LI PARZEMÎNA EMERÎKAYÊ TASFYEKIRINA MAFÊN JINAN
Ji Latîn Emerîkayê heta bi Emerîkaya Bakkur, pêla rastgiriyê atmosfereke siyasî ya nû afirand u mafên jinan weke ‘derketina ji rê ya îdeolojîk’ pênase kir. Li Arjantînê gavên ku bi hikumeta Javier Milei re hatin avêtin, bû yek ji mînakên balkêş ên vê veguherînê. Li gorî raporên sendîkayên navneteweyî û rêxistinên jinan, li Arjantînê di sala 2025’an de piştî ku ‘Wezareta Cihêrengî, Zaynediya Civakî û Jinan’ hat girtin, budçeya ji bo bernameyên têkoşîna li hemberî tundiya li jinan hate birîn, polîtîkayên civakî yên piştgiriyê didin keda lênihêrînê û wergirtina mafê kurtajê zehmet kir. UNI Global Unionê ev pêvajo weke ‘tasfiyekirina mafên jinan bi rengekî saziyî’ pênase kir.
Xeteke bi heman rengî ya îdeolojîk li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî xwe nîşan da; bi taybetî li eyaletên muxafazakar astengiya li pêşiya mafên kurtajê zêde bû, polîtîkayên wekheviya zayendî ya civakî bi gotina ‘nirxên malbatê’ bûn hedef. Analîza bi dîroka 2025’an a ji aliyê Carnegie Endownet ve hate weşandin, ev meyla civakî weke ‘bisazîbûna tevgera antî-zayendî’ hate pênasekirin û bal kişand ser wê yekê ku veguherî eniyeke siyasî ya ku yekser mafên jinan dike hedef.
LI ÛKRAYNAYÊ TABLOYA HERÎ GIRAN A ŞER
Lê belê di sala 2025’an de zextên li hemberî jinan ne tenê bi encamên hilbijartinê bi sînor man. Şer ji bo jinan veguherî hilweşîneke piralî. Şerê ku li Ûkraynayê kete sala sêyemîn, mercên jiyanê yên jinan bi rengekî dramatîk xerab kir. Li gorî rapora 2025’an a ku Ofîsa Ûkraynayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) weşand, li welêt 6,7 milyon jin û zarokên keç ketin rewşeke welê ku pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî hebû; tundiya zayendîperestiyê li gorî dema beriya şer ji sedî 30 zêde bû. Şer jin hem ji jiyana aborî dûr xist hem jî ew ber bi qadên keda nayê dîtin û bê ewle ve dehf da.
LI FÎLÎSTÎNÊ ŞER LI SER BEDEN Û JIYANA JINAN JINÛVE HATE MEŞANDIN
Li Fîlîtînê rewş hîn giran bû. Li Xezeyê di nava şert û mercên dorpêçiyê û êrişan de jin ji mafê jiyanê, xizmetên tenduristiyê û hemû mafên bingehîn bêpar hatin hiştin. Rapora qadê ya 2025’an a Weqfa Kvinna till Kvinna a Swêdê weşand, raxist pêş çavan ku hilweşîna sîstema tenduristiyê jinên ducanî û yên nû zarok anîne jiyanê xistine nava rîska jiyanê, jin bi destavêtin û xizaniyê re rû bi rû hiştiye. Li gorî raporê jinên Fîlîstînî ne tenê dikevin bin bandora şer, her wiha şer bi xwe li ser beden û jiyana jinan jinûve tê meşandin. Li gel vê yekê di pêvajoyên aştî Û agirbestê de dengê jinan bi rêk û pêk li derve hate hiştin.
EGER BI VÎ RENGÎ DEWAM BIKE, DI SALA 2030’Î DE ZÊDEYÎ 350 MILYON JIN WÊ XIZAN BIBIN
Krîzên aboriyê yên bi şer re di nav hev de rû dan, ji bo jinan tê wateya xizaniyeke mayinde. Rapora Wekheviya Zayendî ya Civakî ya Global a 2025’an a Daîreya Karên Civakî û Aborî ya NY û UN Women, texmîn dike ku eger rêveçûna heyî dewam bike di sala 2030’î de zêdeyî 350 milyon jin wê di nava mercên xizaniyeke giran de asê bimînin.
LI SÛRIYEYÊ BINPÊKIRINA MAFÊN JINAN DEWAM DIKE
Li Sûriyeyê bandora şerê zêdeyî deh salan ne tenê hilweşîna fîzîkî bû; daneyên rêxistinên mafên mirovan asta cihêkarî û tundiya li jinan bi şênberî radixin pêş çavan. Rapora rojane ya Syrian Networ for Human Rights belge dike ku ji Adara 2011’an heta bi Mijdara 2025’an herî kêm 29 hezar û 358 jin û zarokên keç hatin qetilkirin; her wiha bi deh hezaran jin hîn ê di binê çavan de ne, winda yan jî bi zorê hatine windakirin. Ev dane radixe pêş çavan ku berdêla şer a li hemberî jinan ne tenê ji aliyê aborî yan jî civakî ve ye; yekser gihîştiye asta binpêkirina mafê jiyanê yê jinan.
Li Sûriyeyê piştî ku Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) di dawiya sala 2024’an de qada xwe ya desthilatdariyê di pratîkê de fireh kir, daneyên cidî derketin holê ku bi taybetî binpêkirina li hemberî jinên Elewî zêde bûye. Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de ku di nava sala 2025’an de hate weşandin, li ser revandina jin û keçên Elewî yên li Lazqiye, Tartûs, Hama û Hûmsê gelek bûyer hatin belgekirin û nîşan da ku ev binpêkirin ne sûcên kêmdîtî ne, lê parçeyek ji zexta li ser bingeha zayendîperestî û mezhebî ye. Li gorî raporê tevlîbûna jinan li nava jiyana rojane bi rengekî cidî hatiye astengkirin, malbat newêrin zarokên xwe yên keç bişînin dibistanê, yan jî jin bi tena serê xwe nikarin li qada cemaweriyê bin; bêbandorî û bêcezahiştinê ya hêzên ewlekariyê jî vê atmosfera tirsê kûr dike.
LI ÎRAN Û IRAQÊ BINPÊKIRIN DEWAM DIKIN
Îran di sala 2025’an de li gorî raporên hatin weşandin yek ji welatên cîhanê ye ku herî zêde maf lê hatin binpêkirin. Li gorî daxuyaniyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di sala 2025’an de li Îranê parêzvanên mafên mirovan bi rengekî kêfî hatin girtin, bi cezayên fîzîkî û cezayê mirinê gef li wan hate xwarin. Dema ku jinan li hemberî qanûnên nixumandina bi zorê û cihêkariyê dengê xwe bilind kirin, dema ku xwestin zexta dewletê şermezar bikin hatin binçavkirin û tundî li hemberî wan hate bikaranîn. Ev yek jî diyar dike ku zexta li ser maf û bedena jinan, ne tenê şexsî ye lê belê weke polîtîkaya dewletê bi rêk û pêk bûye.
Li Iraqê rewş dibe ku ne di heman astê de giran be, lê belê rewşeke bi heman rengî heye. Li gorî daxuyaniyên Neteweyên Yekbûyî hikumeta Iraqê stratejiyên ji bo zêdekirina tevlîbûna aborî û siyasî ya jinan ragihandibe jî ev qaşo çerçove di pratîkê de firsendên wekheviyê ji bo jinan neafirandiye.
JINÊN LI EFRÎKAYÊ DI BIN ZEXTA ŞER DE NE
Li gelek herêmên parzemîna Efrîkayê, zor û zehmetiyên jinan bi hilweşînên aborî û şer re di nava hev de dewam kir. Di şerê navxweyî yê li Sûdanê de raporên UN Women û raporên din ên navneteweyî destnîşan dikin ku tundiya zayendî ya li hemberî jinan û zarokên keç bi rêk û pêk bûne; di encama êrişên komên paramîlîter û komên çekdar de jin ne tenê li destavêtin û tundiyê rast tên, di heman demê de neçar dimînin ji malbatên xwe cihê bibin, dema hewl didin zarokên xwe biparêzin an jî xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê yên bingehîn jiyana xwe dixin xeteriyê. Li gorî daneyên ajansên NY’ê, li Sûdanê bi milyonan jin û zarokên keç bi xeteriya bêewlehiya xurekê re rû bi rû man û şer bi taybetî xizmetên jiyanî yên ji bo jinên ducanî gelekî zehmet kir.
Li Etiyopya û herêmên din ên Qiloçê Efrîkayê valahiya ku ji ber şer û têkoşîna siyasî rû da, kir ku pratîkên tundiya zayendî yên li hemberî jinan zêde bibin ku di asta sûcê şer de ne. Yek ji mînakên balkêş ên vê yekê; li gorî nûçeya The Guardian, bûyerên kolekirina zayendî, ducaniya bi zordarî û destavêtina girseyî; nîşan didin ku travmayên psîkolojîk û fîzîkî yên van êrişan wê bi gelek nifşan dewam bike.
LI YEKÎTIYA EWROPAYÊ MAFÊN MIROVAN TENÊ BI GOTINÊ YE
Yekîtiya Ewropa di sala 2025’an de li qada wekheviya zayendiya civakî hem hewl da polîtîkayên pêşvebirinê bi cih bîn hem jî li astengiyên civakî û avanî yên cidî rast hat; Komîsyona Ewropayê bi ‘Nexşerêya Têkildarî Mafên Jinan’ re ku Adara 2025’an qebûl kir ji bo azadiya aborî ya jinan, temsîliyeta wekhev û parastina li dijî tundiyê 8 pîvan da pêş. Lê belê ev hewldan ji aliyê rawestandina paşketina di mafan de kêm hate dîtin û hate rexnekirin.
Di nexşerêyê de ji bo têkoşîna li hemberî tundiyê, tevlîbûna wekhev a li kar, wergirtina xizmetên tenduristiyê û tevlîbûna siyasî ve sozê avêtina gavan hatibe dayin jî raporên heyî nîşan didin ku li Ewropayê tundiya fîzîkî û zayendî ya li hemberî jinan hîn jî zêde ye û piraniya mexdûran jî vê tundiyê ji polîsan re ranegihînin. Mînak; tê gotin li nava Yekîtiya Ewropayê nêzî 50 milyoon jin li vê cûreyê tundiyê rast hatine û di nava deh salan de ev rêje neguheriye.
LI GEL ZEXTAN JÎ JIN LI BER XWE DIDIN
Li gel desteserkirina mafên, şer û pêla otorîterbûyînê jî 2025 bû saleke welê ku jinan li tevahiya cîhanê ne tenê li hemberî mexdûriyetê, her wiha ji bo bibin hêmana esasî ya berxwedan û polîtîkayê daketin qadê. Nirxandinên 2025’an ên UN Women û CIVICUS’ê raxistin pêş çavan ku li welatên rejîmên zordar jî jinan ji sendîkayan heta bi meclîsên xwecihî, ji çalakiyên kolanan heta bi kampanyayên dîjîtal têkoşîneke piralî meşandin. Li Îranê bêîtatiya sivîl a li hemberî nixumandina bi zorê, li Arjantînê grevên femînîst ên li hemberî polîtîkayên dijminên jinan û teserûfê yên hikumeta Milei, li Fîlîstînê avakirina torên mayina li jiyanê yên di nava mercên dagirkerî û şer de, li Efrîkayê daxwazên tevlîbûnê ya jinan li pêvajoyên aştiyê û li Ewropayê mobîlîzasyonên girseyî yên bi pêşengiya jinan ên li hemberî rastgiriya tund, weke parçeyên vê berxwedanê derketin pêş. Ev tablo nîşan dide ku sala 2025’an ji aliyê jinan ve ne tenê saleke windakirî ye, bûye saleke îradeya polîtîk a kolektîf a jinûve geşbûyî.
Rastiya herî şênber a ku sala 2025’an li pey xwe hişt ev bû: Polîtîkayên rastgir, şer û krîzên aborî tesadufî nînin, hevdu xwedî dikin û qada jiyana jinan teng dikin. Têkoşîna mafên jinan jî ji ber vê yekê ne tenê ‘meseleya jinan’ e, di heman demê de li navenda têkoşîna edaleta civakî, aştî û demokrasiyê ye.

