Serokê DYE’yê Joe Biden ku du meh maye dema wî ya wezîfeyê biqede, destûr da ku Ûkrayna fuzeyên bi menzîla dirêj ên ji DYE’yê wergirtiye li hemberî Rûsyayê bi kar bîne. Piştî ku Donald Trump di hilbijartinên DYE’yê de bi ser ket, nîqaş li ser bidawîbûna şerê Rûsya-Ûkraynayê destpê kir. Lewma ev gava Joe Biden bû surprîz. Lê belê Qesra Spî yan jî Pentagonê li ser mijarê ti daxuyanî nedane.
‘NATO WÊ BI VÎ RENGÎ YEKSER TEVLÎ ŞER BIBE’
Lê belê lîderê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy got, “Di rewşên bi vî rengî de daxuyanî nayê dayin, fuze diaxivin.” Zelenskiy ji bo karibe bi fuzeyên menzîl dirêj li xaka Rûsyayê bixe beriya bi mehan destûr xwestibû. Lîderê Rûsyayê Pûtîn ji bo vê rewşê gotibû, “Eger pêk were, wê NATO yekser tevlî şer bû be.”
Fuzeyên menzîldirêj ku weke ATAMCS tê naskirin bi qasî 300 kîlometreyî dikare biçe û ji ber ku zêde bi lez e, zehmet e ji aliyê sîstemên parastina hewayê ve bêne astengkirin.