Marzieh Ahmadî di sala 1941’ê de li bajarokê Osku yê herêma Azerbaycana Rojhilat a Îranê ji dayîk bûye. Ew di hawîrdoreke çolter de weke zaroka malbateke karker mezin bû. Salên zarokatiya wê di hawîrdoreke civakî de ku gelek ziman û çand di nava hev de dihat jiyîn de derbas bû. Ev hawîrdora pirçandî wê piştre rê li ber zemîna helbestên wê yên di aliyê hestiyarî û siyasî de xur veke. Bi xwendinê re, pêwendiya wê ya bi ziman û wêjeyê re kûrtir bû û hêdî hêdî eleqeya wê ya ji bo nivîsandinê teşe girt.
MAMOSTETÎ WEKE RÊBAZA XURTKIRINA HIŞMENDIYÊ DÎT
Marzieh xwendina xwe ya bilind li zanîngeha Tehranê qedand. Li vir beşa wêje û pedagojî xwend. Di wê demê de atmosfera siyasî li Îranê gurtir bû û zext û zordariya rejîma Şah li zanîngehan bi xwepêşandanan hat bersivandin. Marzieh ciwaniya xwe ne tenê ji bo serkeftina akademîk, di heman demê de ji bo şiyarbûna civakî jî feda kir.
Di salên xwe yên zanîngehê de, hem fikirên çepgiriyê nas dike û hem jî li ser rewşa piştguhkirina jinê ya di nava civakê de lêhûr dibe. Weke jineke perwerde dîtî, li hember jinên gund û bajarokê xwe nedikarî xemsar nêz bibe. Loma jî piştî mezûniyeta xwe beşa mamoste hildibijêre. Ew hînkirin ne tenê wekî rêbazek belavkirina zanînê dît, di heman demê de weke rêbazek xurtkirina hişmendiyê didît.
HELBESTÊN XWE WEKE AMÛRA HIŞYARBÛN, SERHILDAN Û RÊXISTINBÛNÊ DÎT
Marzieh Ahmadî, helbestvaneke xurt e ku di wêjeya Îranê de, kêm tê dîtin. Di helbestên xwe de mijarên wekî xizaniya gel, êş û azarên jinan, neheqî û bindestî derxist pêş. Helbestên wê ne tenê estetîk, di heman demê de polîtîk bûn. Bi beytên bi hêz êşên gel, hêrsa jinan û lêgerîna ciwanan nivîsand.
Marzieh helbest weke çekekê bi kar anî. Ji bo wê helbest ne tenê rêbaza vegotina hestan e; Amûra hişyarbûn, serhildan û rêxistinbûnê bû.
LI JÊRZEMÎNAN PERWERDE Û CIVÎN
Marzieh di demekê de ku jin li Îranê bi rola “dayik” an jî “jin” ve dihatin sînordarkirin û hebûna wan hema hema di qada giştî de tune bû, lêgerînên wê destpêkirin. Marzieh, diyar kiribû ku xuyabûna jin di nava civakê de, encax bi hişmendiya siyasî û têkoşîna rêxistinbûyî pêkan e.
Di nava têkoşînê de piştguhkirina jinê qebûl nedikir û li dijî wê derdiket. Wê ji bo jinan belavokên taybet amade kir, di jêrzemînan de civîn lidar xist û perwerde da jinan ku bibin çalakvan. Têkoşîna wê femînîst bû, lê di heman demê de çînî û kolektîf bû.
Di destpêka salên 1970’î de, Marzieh Ahmadî, êdî ne tenê weke helbestvanek navdar, di heman demê de bû xwedî kesayetiyek siyasî ya xurt. Têkiliya xwe bi rêxistina bi navê Fedayiyan-e Halq (Fedayiyên Gelê Îranê) re ku xwedî nêrînên Marksîst-Lenînîst bû re datîne. Vê rêxistinê li dijî rejîma Şah şerê çekdarî dimeşand.
Marzieh di nava vê tevgerê de rolên aktîf lîst:
• Di hucreyên veşartî de perwerdeya bîrdozî da
• Deklerasyon û gotarên propagandayê dinivîsand
• Ji bo jinan xebatên hişyarkirinê meşand
• Di xebatên lojîstîk û ragihandina berxwedana çekdarî de cih girt
Di şert û mercên wê serdemê de ji bo jinekê pozîsyoneke wiha aktîf, milîtanî bigirta pir ne asayî bû. Lê Marzieh şoreşgereke ku ne tenê bi fikrên xwe, bi awayekî aktîf tevlî têkoşînê bû.
Di sala 1974’an de li Tehranê hêzên ewlekariya Îranê bi ser mala ku lê dima de girtin. Di pevçûna ku di serdegirtinê de derket de Marzieh Ahmadî di 33 saliya xwe de li wir jiyana xwe ji dest da.
Mirina wê di nava tevgerên çep ên Îranê de hejandineke mezin çêkir. Li hemberî nêzîkatiyên ku hebûna jinê di têkoşînê de biçûk dixin, gotina Marzieh ya “jin jî li ber xwe dide, jin jî şer dike” di dîrokê de bi cih kir.
Marzieh Ahmadî, îro yek ji sembola berxwedana jinên Îranê ye. Nav, helbest û berxwedana wê, bi taybetî di serhildanên jinan de ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di sala 2022’yan de destpê kir, dîsa hat rojevê. Îro jinên ciwan helbestên wê li ser medyaya civakî parve dikin
Jiyana Marzieh çîroka serhildaneke di dîroka nûjen a Îranê de ye ku bi helbestê destpê kir û bi şerê çekdarî bi encam bû.
Çavkaniya wêneyê: Wikimedia Commons