Êrîşên ku ji 6`ê Çileyê de li herdu taxên Kurdî yên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kir, pêlên xwe gihîşt bajarê Dêr Hafirê. Ruxmî ku Fermandariya QSD`ê ragihandibû ku wê ji rojavayî çemê Firatê vekişe di 14`yê Çileyê de komên ser bi hikumeta demkî ya Şamê ku fermana xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirt, dest bi êrîşekê li ser bajarên weke Reqa, Tebqa, Dêrezor û Hesekê kirin ku pêla van êrîşan gihîşt bajarê Kobanê. Bajarê Kobanê ji hemû aliyan ve hat dorpêçkirin.
72 HEZAR XWENDEKAR JI MAFÊ PERWERDEYÊ BÊPARIN
Li kantona Firatê ku di nava xwe de Eyn Îsa, Sirîn, Çelebiyê, Qinê û Şêran, gundewar û bajarokên girêdayî wan hene, bi giştî 72 hezar xwendekarên Seretayî, Navîn û Amadeyî lê hebûn. Di encama êrîşan de 72 hezar xwendekar ji xwendin û perwerdekirinê bêpar man e. Piraniya xwendekaran jî dûrî perwerdeyê ketine ku ew yek jî bi xwe re gavên neyinî tîne.
572 DIBISTAN, NE XWENDEKARAN LÊ DI NAVA XWE DE BI HEZARAN KOÇBER DIHEWÎNE
Di heman demê de jî pêla êrîşan a ku van herêm dagir kirin, bi hezaran ji malbat ji malên xwe derketin û ber bi navenda bajarê Kobanê ve hatin û di encamê de ew li dibistan û danîngehan û baxçeya zarokan bi cih bûn. Di encamê de ku li ser asta kantona Firatê 572 dibistan hebûn hemû ji xwendekaran vala bûn û li şûna wê bi hezaran koçber li wir niştecih bûne. Li bajarê Kobanê û gundên girêdayî wê nêzî 17 dibistan di nava xwe de bi hezaran koçberan dihewîne. Koçberên ji bajarên weke Reqa, Tebqa, Eyn Îsa û koçberên ku li Kampa Til El Semin ên di nava xwe de koçberên Girê Spî, hemû berê xwe dan navenda bajarê Kobanê û li wir di dibistanan de cih girtin.
ZIMANÊ ESASÎ KURDÎ Û EREBÎ
Di nava dibistanên Kantona Firatê de herdû zimanên sereke yên weke Erebî û Kurdî esas bûn, her xwendekarek bi zimanê xwe yê dayîkê xwendin û perwerde dibû. Li herêmên ku zimanê dayîka wan Erebî bû, bi zimanê xwe yê dayîk yên Erebî dixwendin û yên ku zimanê xwe yên Kurdî bûn jî bi zimanê xwe yê dayîkê bi metiryala Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwendin.
Li kantona Firatê bi giştî 4 hezar û 190 karmendên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê hebûn. Lê niha ji ber êrîşa û ketina koçberan a di dibistana de beşeke kêm a ji mamoste û karmendan berê xwe didin cihê desteya perwerde û fêrkirinê û li wir kar û xebatên xwe dewam dikin.
Werza yekem ya sala xwendinê di 15`ê Çileyê de bi dawî bû û dihat pilankirin ku wê di 25`ê Çileyê de jî dest pê bike, lê ji ber êrîşa li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê, hemû xwendekar dûrî xwendinê bûn û dûrî perwerdeyê bûn. Niha gelek dibistan û gundên girêdayî bajarê Kobanê ji ber pêla êrîşan jî xwendekar nikarin berê xwe bidin li wir. Ji lewra li ser asta kantona Firatê 572 dibistan, 72 hezar xwendekar û 4 hezar û 190 karmendên desteya perwerde û fêrkirinê dûrî perwerdeyê ne, ew jî ji ber êrîşan. Desteya Perwerde û Fêrkirin ya Kantona Firatê diyar kirin ku heta ku dorpêça li ser Kobanê neyê rakirin û di heman demê de jî lihevkirin negihêje serî û herêm aram nebe, ew ê deriyê dibistana girtî bimîne û wê nikaribin dest bi perwerdeyê bikin.

