Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ûlûs: Xizmeta tenduristiyê divê ji bo her kesî bê pere be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zubeyîr Aydar: Mafê Kurdan jî heye ku li ser kursiya Neteweyên Yekbûyî biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyaneyê Şehîdên Koçerat û Qamişloyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran sînorên bajarê Merîwanê topbaran kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Aştî divê neyê taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de pêşniyarên ji bo avakirina jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dilar Dîrîk: Em nîqaş dikin bê bi Jineolojiyê çawa dikarin jiyanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dîdem Yilmaz: Ji ber ku dewlet gavê neavêje civak jê bawer nake
Rojane

Dîdem Yilmaz: Ji ber ku dewlet gavê neavêje civak jê bawer nake

Hevberdevka HDK'ê ya Stenbolê Dîdem Yilmaz anî ziman ku ew bi beşên cuda yên civakî re li pêwîstiya aştiyê axivî ne û got, ji ber ku dewlet têkildarî pêvajoyê gavê neavêje civak baweriya xwe bi dewletê nîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de sal û nîvek derbas bû ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin. Li pêşberî gavên ku Tevgera Azadiyê û Rêber Apo avêtin e, helwesta dewletê ya ku gavên neavêje dewam dike.

Ji 27’ê Sibata 2025’an dema destpêkirina pêvajoyê û vir ve Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê civînên gel lidar xist. HDK ku ji bo fêhmkirin û piştgiriya pêvajoyê karên cuda dike, van hewldanên xwe dewam dike. Hevberdevka Stenbolê HDK’ê Dîdem Yilmaz li ser mijarê ji ajansa me re axivî.

Dîdem Yilmaz anî ziman ku ji destpêka pêvajoyê û vir ve hesta herî şênber bêbaweriya ji dewletê ye û got, “Sal û nîvek di ser pêvajoyê re derbas bû. Di vê demê de bersiv ji daxwazan re nehate dayin. Navên gund û bajaran ên Kurdî jî nehatin vegerandin. Ji ber vê yekê jî rewşeke bêbaweriyê bi rengekî xwezayî rû da.

Weke HDK li ser girîngiya pêvajoyê ya ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê bi taybetî jî kedkar, jin, ciwan, gel û baweriyan, em hin rêze hevdîtinan lidar dixin. Di vê çarçoveyê de li ser çend parametreyan em qala pêwîstiya aştiyê dikin û bi derdorên cuda re nîqaş dikin. Di nava gelan de rewşeke ku aştiyê red bike nîne, lê baweriya bi dewletê nîne.

Em bi vê zanin; di mînakên çareseriya şer de yên li cîhanê, pêvajo ji ya li vir cuda meşiya. Gerîla û siyasetmedaran piştî ku qanûnên misogerkirinê hatin derxistin mercên berdana çekan a hêzên çekdar an jî fesixkirina rêxistinê afirandin. Lê li vê derê pêvajoyeke ji berevajî heye. Hîn qanûnên ku garantiyê bidin nehate derxistin PKK’ê xwe fesix kir. Lewma pêvajoya ku em di nav de ne pêvajoyeke aştiyê ya negatîf e. Ev yek cidiyet û israra Tevgera Azadiyê ya Kurd a li ser aştiyê nîşan dide.

Sal û nîvek e ne ji gerîla ne jî ji leşkeran agahiyeke nebaş tê. Bêguman ev yek destketiyeke girîng e ku di ser her tiştî re ye. Lê belê ev têrê nake. Hem gelê Kurd hem jî gelên Tirkiyeyê di wê baweriyê de ne ku divê aştî bê garantîkirin. Ya ku ji bo vê divê bê kirin jî diyar e: Pêkanîna mercên kar û azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ku muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye, ji Doza Kûmpasê ya Kobanê û gelek dozên din siyasetmedarên hatine girtin û girtiyên nexweş bêne berdan. Li gel vê yekê divê dawî li qeyûmên li Tirkiye û Kurdistanê bê anîn. Her wiha desteserkirina mafê hilbijartinê yê gel jî ji aliyê baweriya pêvajoyê ve cihê pirsê ye.

Bi kurtasî eger dewlet di mijara aştiyê de bi rastî jî ji dil be divê beriya her tiştî gel qanih bike. Aştiyeke ku civakî nebe nabe cihê baweriyê û mayinde nabe.”

Di dewama axaftina xwe de Dîdem Yilmaz anî ziman ku desthilatdarî dixwaze qanûneke poşmaniyê ya nû derxîne, ev yek ne ya qebûlkirinê ye û got, “Qanûna poşmaniyê ne formateke ku bê qebûlkirin. Endamên PKK’ê jî di daxuyaniyên xwe de dibêjin, ‘Me sûcek nekiriyei ji bo parastina gelê xwe em bi rê ketin’. Di rewşeke bi vî rengî de ferzkirina ‘poşmaniyê’ li ser gerîlayên ku pêncî sal in têdikoşin wê bibe bêsamîmiyeta pêvajoyê.

Qanûnên bêne derxistin ew qanûn in ku bi qasî fesixkirina PKK’ê û terikandina çekan bi rengekî cidî bêne derxistin. Dewletê jî dît ku bi meseleya poşmaniyê pêncî sal in tiştek neguherî ye. Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek caran derî li aştiyê vekir, lê belê ti carî nebû tevgerek ku bi poşmaniyê bê pênasekirin. Eger bi wî rengî bûya me yê têkoşîneke ji pêncî salî nedîtibûya. Daxwazên hêzên çekdar; xurtkirina siyaseta demokratîk a bi qanûnan û avakirina civaka demokratîk e.”

Dîdem Yilmaz daxwazên têkildarî pêvajoyê bi vî rengî kurteber kir:

“* Di serî de Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hemû girtiyên siyasî, girtiyên nexweş bêne berdan.

* Azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bê pêkanîn ku muzakerevanê sereke ye.

* Gerîla di bin garantiya qanûnî de li siyaseta demokratîk vegere.

* Qeyûm bê terikandin.”

Dîdem Yilmaz destnîşan kir ku ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê pêwîstiyeke mezin e ku dewlet bi erk û berpirsyariyên xwe rabe û gavên cidî û mayinde biavêje.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 19’Ê TÎRMEHA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Înan: Li erdnîgariya Kurdistanê talaneke cidî heye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî bû partiya 2’yemîn a meclisê

DEM Partî bi 56 parlamenteran bû partiya 2’yemîn a meclisê. Ji ber ku Partiya Nû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo azadiya Rêber Apo li Dirbêsiyê ciwan meşiyan

Ji bo azadiya Rêber Apo li Dirbêsiyê bi pêşengiya ciwanan meşek hate lidarxistin. Di çalakiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê gelê me li hemberî biryara tecrîdkirina Rêber Apo rabe ser piyan ‘

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ûlûs: Xizmeta tenduristiyê divê ji bo her kesî bê pere be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zubeyîr Aydar: Mafê Kurdan jî heye ku li ser kursiya Neteweyên Yekbûyî biaxive

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Viyaneyê Şehîdên Koçerat û Qamişloyê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?