Sêşem, 10 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika girtî Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Bendewariya her kesî qanûneke înfazê ya wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Stenbolê ji bo Newroza ‘Azadî û Yekîtiyê’ bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayê Benî Herîr hat bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tambov û Saratovê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zozan Çewlig: Bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bi ser bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Montevideoyê peyama piştevaniya enternasyonalîst hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dîlan Kûnt Ayan: Qanûna înfazê divê neyê derengxistin
Rojane

Dîlan Kûnt Ayan: Qanûna înfazê divê neyê derengxistin

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê û Dîlan Kûnt Ayan anî ziman ku Paketa Dadgeriyê ya 10'emîn bersivê nade bendewariyan û destnîşan kir ku divê sererastkirin neyê derengxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê bal kişand ser daxuyaniyên desthilatdariyê ku got, mehên Îlon û Cotmehê wê sererastkirinên nû bêne kirin û anî ziman ku ev yek tê wateya derengxistinê û destnîşan kir ku divê kêmasî tavilê jinûve bêne sererastkirin.

Paketa Dadgeriyê ya 10’emîn bêyî ku bendewariyên raya giştî û DEM Partiyê li ber çavan bêne girtin pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hate kirin. Paket îro li Komîsyona Edaletê tê nirxandin.

Ji endamên Komîsyona Edaletê Dîlan Kûnt Ayan a ji DEM Partiyê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku ji bo bicihanîna rola ku banga 27’ê Sibatê xistiye ser milê wan, ew di nava karekî berfireh de ne.

Dîlan Kûnt Ayan işaret bi gotina ‘Berdana çekan bêguman bi sererastkirinên hiqûqî re wê bi wate be’ kir ku Rêber Apo piştî bangê ev hevok da nivîsandin û anî ziman ku ew vê hevokê gelekî girîng dibînin û got, “Ev yek ferz dike ku li Tirkiyeyê qanûnên antî demokratîk tavilê bêne guhertin û qanûnên demokratîk û wekheviyê bikevin pratîkê. Yek ji qanûnên ku li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd asteng e, qanûna înfazê ye ku newekhev e. Lê belê di paketa ku hate pêşkêşkirin de tiştekî li gorî daxwaza me di qanûna înfazê de nîne.”

LI DIJÎ PÎVANA WEKHEVIYÊ Û RUHÊ PÊVAJOYÊ YE

Dîlan Kûnt Ayan destnîşan kir ku di vê paketê de sererastkirina têkildarî girtiyên nexweş ku bi salan e ew qalê dikin, kêmasî heye û got, “Yên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn bi rengekî cuda tê nirxandin. Ev yek hem li dijî pîvana wekheviyê ye hem jî li ruhê pêvajoyê nayê. Dervehiştina van mehkûman tê wê wateyê ku wê neyên berrdan û tedawiya wan li derveyî girtîgehê nikaribe bê kirin. Lewma em dibêjin ev yek dijberî ye û têkildarî vê yekê daxwaz û pêşnûmeya me ya guhertinê heye. Yên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn jî di nav de em dixwazin girtiyên nexweş hemû li malê bêne ragirtin.”

NEWEKHEVIYA QANÛNA COVID’Ê DIVÊ BÊ ÇARESERKIRIN

Dîlan Kûnt Ayan diyar kir ku Qanûna Covidê ya beriya niha hate amadekirin di vê paketê de nîne û got, “Qanûnek bû ku di dema şewba Covidê de hatibû derxistin. Cezayên li mirovan hate birîn li gorî dema diyarkirina biryar destnîşankirin. Her wiha sînorek danîn ber vê yekê. Gotin, yên ku bi 31’ê Tîrmeha 2023’an re biryarên têkildarî wan zelal bûye wê karibin bikevin ber şertê 5 salan, lê belê yên ku 1’ê Tebaxa 2023’an cezayê wan diyar bû, nekarî sûdê ji vê yekê werbigirin. Em destnîşan dikin ku di vir de newekhevî heye. Qanûnên înfazê ti carî li gorî dema diyarkirina biryar nayê kirin, li gorî dema sûc tê kirin. Di vir de jî mixabin sererastkirin nehate kirin.

Wê demê gava ku Qanûna Covidê amade kirin, girtiyên siyasî li derve hiştin. Me dixwest ev pêşnûme hem ji bo girtiyên edlî hem jî siyasî wekhev be. Me dixwest rejîma înfazê wekhev be, lê belê ev jî nekirin.

EM Ê LI KOMÎSYONÊ JÎ TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN

Di vê qanûnê de sererastkirineke xweser heye. Bêguman ji bo edliyan erênî ye, ji aliyê wekhevkirina qanûna înfazê be. (…) Halbûkî diviyabû TMK-17 bi temamî bihata rakirin, ji ber ku pêkanîneke înfazê ya newekhev e. Me ev nirxandinên xwe kir. Ji bo ev yek li pêşnûmeya guhertinê bê zêdekirin em ê li komîsyonê jî vê bînin ziman.”

GAV DIVÊ TAVILÊ BÊNE AVÊTIN

Dîlan Kûnt Ayan işaret bi wan daxuyaniyan kir ku digotin, mehên Îlon û Cotmehê dibe ku sererastkirinên nû bêne kirin û got, “Ji aliyê desthilatdariyê ve hate gotin, qanûnên bi vî rengî wê di demên bê de li pey hev bêne amadekirin. Lê belê em rast nabînin ku pêvajoya qanûna înfazê dereng bê xistin. Em dixwazin gavên şênber bêne avêtin. Belê, hina têkildarî girtiyên nexweş gavek heye lê belê çima ev gav zû nayên avêtin? Di van gavan de çima cihêkarî tê kirin? Em dibînin ku li pêvajoyê tê belavkirin. Mînak, eger di vê paketê de gavên li ser girtiyên siyasî hebe, wê bibe nîşaneyeke welê ku pêvajo bi rengekî xurt bê civakîkirin û xurtkirin. Lewma bêyî ku dereng bikeve divê gav bê avêtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Têkildarî windahiyan hevrûbûneke rasteqîn şert e’
Nûçeya Pişt re Paketa Darazê ya 10’emîn li komîsyonê hate qebûlkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Meclîsê bi koordînatorên partiya siyasî re civîna ‘pêvajoyê’ destpê kir

Serokê Komîsyona Meclîsê ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatî avakirin Nûman…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên HTŞ’ê êrişê dibin ser Eyn Îsayê

Piştî êrişa çeteyên HTŞ'ê li Eyn Îsayê şerekî giran destpê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo ji gelê Mexmûrê re name şand

Rêber Apo ji bo gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî nameyek nivîskî şand û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

DYE’yê Biratiya Misilman a Sûdanê wekî ‘rêxistina terorîst’ ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?