Pêncşem, 4 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Saritaş: Pêvajoya çareseriyê bêyî plana stratejîk nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    CHP’ê serlêdana îtîraza qeyûmê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê ya li Erziromê wê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 girtî hatin berdan, tehliyeya 2 girtiyan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Pirsgirêk bi heq û hiqûqê çareser dibin, ne bi gefxwarinê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Bêrîtan Amed û Çiya Rizgar li Qendîlê hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana şîna Şehîd Ronî Xezal kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê gerîlaya YJA Starê Fatma Kaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karak ê ku 30 sal in girtî ye li şîna kurê xwe bi kelepçekirî hat rawestandin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê êrîşa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA: Êrîş li dijî mafê agahîwergirtinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin aştiyeke çawa dixwazin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê li dijî qetilkirina jinan banga xurtkirina têkoşînê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em evîndara azadiyê, fermandara fedayî ya Apoyî Bêrîtan Amed bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Îştarê biryarên darvekirinê yên li ser jinan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora MKG’ê: Pênc rojnamegerên jin hîn jî girtî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nîjeryayê bi îdîaya ‘heqareta li pêxember’ jinek hate şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dengbêj Silêman Şirnexî koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 33’emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13’ê Îlonê li Dortmundê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dildarê Gabarê û têkoşerê heqîqetê: Herekol Hezex
Kurdistan

Dildarê Gabarê û têkoşerê heqîqetê: Herekol Hezex

Şehîd Herekol Hezex dibêje, "Tevlîbûna min a gerîla wekî zarokekî ku nû çavên xwe li jiyanê vekiribe li min hatibû. Bi meraq, bi çoş û kelecanekî ve min dest bi jiyana nû kir. Êdî min dikarîbû ji xwe re bigota ez heme û jiyanê heq dikim."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Ey welatê min ma tu bêje, ma hêsan e tu werî jibîrkirin? Bi milyonan siwarên te, şervan û hogirên te canbexşandin ji bo evîna te. Ma tu bêje û bipeyive? Ma ne em xwediyê vî warî ne, zarokên welatê xwe ne. Ma tu yê çawa ji kesên biyanî re were hiştin? Ey welatê min, evîna vî dilî! Ma kî dikare li hemberî evîna te xwe bigire û bi xweşikbûna te ve neyê girêdan. Bi sedan, hezaran ciwanên te xwe bi rext û çek kirine û berê xwe dane cengê. Bi dilekî wêrek û ruhekî ji pola li hemberî hemû êrîşên dagirkeriyê bi fedayane şer dikin û dibin nemir. Yek ji van ciwanên dilwêrek jî gerîla Herekol Hezex e.

BERÊ XWE BIDIM ÇIYAYÊ GABARÊ

Şehîd Herekol Hezex wiha behsa xwe dikir: “Ez di malbetekî Welatparêz de mezin bûm, Kurdistan, PKK, şoreş, şoreşgertî peyvên ku ji me ne dûr bûn. Wekî ciwanekî Kurd her xeyalên min ew bû ku bibim gerîla û berê xwe bidim Çiyayê Gabarê. Li ser şîverêyên wê bibim şervanek û gav bi gav hêlma azadiyê bikişînim hinavên xwe. Ji ber ku gerîlatî ji bo min eşqek bû. Li kêlekî vê cihgirtina di nava refên gerîla de şertekî bû. Roj bi roj zext, dagirkerî, qirkirin li ser nasnameya me dihate meşandin. Ji ber vê tekane rêya pêşî girtinê dikarîbû bi vê gavavêtinê re rê li pêşî bigire û bêbandor bike. Bi vê bîr û bawariyê min berê xwe da çiyê û cihê xwe di têkoşîna azadiyê de girt.”

DI NAVA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DE MEZIN BÛ

Herekol Hezex bi navê xwe yê rast Yûnûs Ûras di sala 1999’an de li Hezexê ji dayîk dibe. Di nava malbetekî welatparêz de ew tê mezinkirin. Çanda Kurdîtî, welatparêzî hem di malbat de hem jî di hawirdora malbatêde de gelekî bi bandor e. Ev yekser li ser teşegirtina Yûnûs jî bandorê çêdike. Yûnûs bi hişmendiya welatparêzî, girêdana bi ax û welat re mezin dibe. Ew tevgera azadiyê di zarokatiya xwe de dinase û bi çand û exlaqê wê re gav davêje jiyanê. Wekî ciwanekî ku tu destên qirêjiyê negihiştibê, paqij û dilpak dimîne. Li hember hemû êrîş û zextên dagirkeriyê yên li ser ciwanên Kurd, Yûnûs dikarîbû li hemberî polîtîkayên dijmin ên helandinê xwe biparêze û wan hewldanên neyaran bêbandor bike. 

Ji ber ciwanekî têgihîştî û di ferqa dijminê xwe de bû dikarîbû aramancên qirkirinê û sîstema dagirkeriyê binase û bi tedbîr tevbigere. Yûnûsê ciwan bi vî awayî nabe perçeyekî ji ew jiyana ku li ser wî dihat ferzkirin. Her tercîha wî ya jiyanê ew e ku rojekê bibe gerîla û cihê xwe di têkoşîna azadiyê de bigire. Cîhgirtina di nava refên gerîla de ji bo wî dibe eşqekî bêdawî. Bi taybetî 9’ê Cotmeha 2014’an de dema ku seferberiya ji bo Kobanê tê ragihandin, xwesteka Yûnûs ya beşdarbûnê zêdetir xwe dide der. Êdî dem hatibû ku bibe gerîla û xeyalên xwe yên zarokatiyê bi cih bîne. Bi vê xwestekê di sala 2015’an de bi hevrêyekî xwe re beşdarî nava refên gerîla dibin. Û ew di meşa jiyana xwe ya nû de êdî bi navê Herekol Hezex tê naskirin. Gerîla Herekol destpêka rêwîtiya xwe ya azadiyê, li çiyayên Gabarê dest pê dike. Wekî şagirtekî wêrek ku ji hemû şert û mercan re xwe amade kiribe, bi dil û can beşdar dibe û xwe tevlî tekoşinê dike. 

EW ŞERVANEKÎ DILWÊREK Û DILSOZ BÛ

Gerîlayekî wêrek û xwedî armancên mezin bû. Di her gav avêtinekî xwe de ji bo bibe şervanekî rast ê gelê xwe kedekî gelekî mezin dide. Bi meraq û xwestekekî mezin tevlê jiyanê dibe û rêzdariya hemû hevalên xwe digire. Bê ku tu astengiyan binase ji dil tevlî dibe û xwe pêş dixîne. Gerîla Herekol bi hişmendiya ku bikaribe bi ciwantî dest pê bike û bi ciwantî ser bixîne, her qada jiyanê ji bo xwe weke sengerek şer dibîne û her di nava pêvçûneke serxistinê de ye. 

Ji bo gerîla Herekol têkiliyên hevrêtiya PKK û nêzîkatiyên mirovî yên ku gerîla raber dike bandorekî mezin ava dike. Heman demê çanda gerîlatî û jiyana hevbeş a çiyê bala wî dikişîne û bi hestiyariyek mezin nêzî nirxên jiyanê dibe. Bi taybetî di pêvajoya beşdarbûnê de, rastî gelek çîrok û serpêhatiyên gerîlayên ku bi qehremanî li hemberî dagirkeran şer kirine û gihîştine şehadetê tê. Ev yek hîn bêhtir meraqa wî ya nasina jiyanê dike û tilsima Apogeriyê ji kûrahiya hinavên xwe de hîs dike. Herekol qasî ji rêhevalên xwe gelek tecrûbeyan digire û fêr dibe, heman awayî xwe jî dibe xwediyê ezmûnên pêşketinê. Û êdî wekî gerîlayekî bi ezmûn, xwedî bi tecrûbe gav davêje û têdikoşe. Gerîla Herekol ji bo bibe şopdarekî rast û egîdekî şerker ê welatê xwe kedekî mezin raber dike. Ev hewldan û xwestekên wî bêhtir dihêle ku ji xwe bawer bibe. Ji ber ku her destpêkekî nû, ji bo wî tercîhekî nû ye. Wekî ew bi xwe jî bi nav dike û dibêje; “Tevlîbûna min a gerîla wekî zarokekî ku nû çavên xwe li jiyanê vekiribe li min hatibû. Bi meraq, bi çoş û kelecanekî ve min dest bi jiyana nû kir. Êdî min dikarîbû ji xwe re bigota ez heme û jiyanê heq dikim. Esas bi tevlîbûna min a gerîla re min dikarîbû wiha bersiv bidim jiyanê.”

TU ASTENGÎ NIKARÎBÛ PÊŞIYA WÎ BIGIRTA 

Gerîla Herekol herî zêde tecrûbeyên xwe yên gerîlatiyê li Gabarê bi dest dixe. Di nava çend salan de wekî şagirtekî jêhatî cihê xwe di nava gelek çalakiyan de digire û bi awayekî aktîf rol dilîze. Heman wextê fedekariyên mezin raber dike û ji rêhevalên xwe re pêşengtî dike. Gerîla Herekol di sala 2017’an de, di çalakiyekê de ji milê xwe birîndar dibe. Ruxmî bêderfetiyên li qadê, îradeyekî mezin raber dike û qada xwe naterikîne, têkoşina xwe li wir berdewam dike. Bê ku birîndariya xwe wekî astengiyekî ji xwe re bibîne, bi awayekî çalaktir xwe beşdar dike. Di nava şert û mercên herî dijwar de her di têkoşîna xwe de bi israr dimeşe. Bêguman ev yek jî ji îddayên wî yên serxistinê û armancên wî yên tolgirtinê ne dûr in. 

ŞÊWEYÊ TÊKOŞÎNÊ KIRIBÛ ŞÊWEYÊ JIYANA XWE

Gerîla Herekol piştî pratîkekî têr û tijî ku di qadên Bakurê Kurdistanê de bi dest xistiye, di sala 2018’an de ji bo perwerdehiyê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Û pişt re derbasî akademiya Hakî Karer dibe. Esas bi vê hatinê re wekî kesayet hîn bêhtir rastiyên jiyanê û têkoşînê dinase û şirove dike. Heman wextê dikare ji pirsên xwe yên ku wê çawa bijî û armancên wî yên jiyanê çi ne? dibersivîne û zelal dike. Bi taybetî ji bo bibe şagirt û şervanekî rast ê Rêber Apo, di fikir û birdoziya Rêber Apo de hîn zêdetir xwe kûr dike. Li rex vê bi israra ku şêweyê têkoşînê bike şêweyekî jiyana xwe tevdigere. Ev yek jî rê li ber pêşketinên wî vedike û dihêle ku bibe bingehekî rast a bilindkirina têkoşînê. Gerîla Herekol piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî bi dawî dike, derbasî biryargehê dibe. Li wir jî bi heman xwestekê beşdarî kar û xebatên rêxistinî dibe. Bi taybetî gelek di bin bandora jnêzîkatiyên hevalan de dimîne. Di şexsê wan hevalan de zêdetir rastiya PKK û şehîdan dinase. Ev jî çawaniya pîvanên milîtanekî PKK’î di tevlêbûna xwe de diyar dike. Bi vê hişmendiyê ve cardin, rêxistinbûnê dixe bingeha jiyanê û têdikoşê. 

GERÎLA HEREKOL XWEDÎ ARMANCÊN MEZIN BÛ

Gerîla Herekol piştî demekê û şûnde ji bo bêhtir karibe di serdema nû ya gerîlatiyê de aktîf rol bilîze û çalaktir beşdar bibe, bi xwesteka xwe berê xwe dide Akademiya Şehîd Mahîr. Gerîla Herekol bi hatina xwe ya perwerdeyê wekî şansekî dinirxîne û li gorî wê xwe tevlî dike. Bi vê têgihîştinê ku wê bikaribe di gerîlatiya serdema nû de, hemû dek û dolabên dijmin têk bibe nêz dibe. Bi vê îdiayê giranî dide perwerdeyê û xwe pêş dixe. Cardin bi vê perwerdehiyê hîn zêdetir ezmûnên xwe yên jiyanê û şer qezenc dike. Li rex vê, perwerdeya ku dibîne ji bo xwe dike mîna pirekî ya gihîştina armancên xwe û li gorî wê beşdar dibe. Heman demê wê wekî gerîlayekî ji bo di serdema nû de çawa ji êrîşên dijmin bibersivîne dikeve nava lêhûrbûnê. Esas wekî kesayetek ew bi xwe jî bi hişmendiya ku bikaribe bi aqilê xwe hemû êrîşên dijmin têk bibe tevdigere. Bi vê hişmendiyê cardin dide diyarkirin ku tekane rêya têkbirina dijmin bi aqil û vîna mirov dikare bê misoger kirin. 

CARDIN BERÊ XWE DA BAKURÊ KURDISTANÊ

Gerîla Herekol wekî her car berê wî her li qadên Bakurê Kurdistanê bû. Bi pêşniyarên xwe cardin qadên Bakur ji xwe re dike armanc û xwe amade dibîne. Ji ber ku her dem di jiyana xwe qadekî wisa di têkoşîna azadiyê de stratejîk û girîng dibîne. Li gorî vê xwestek û pêşniyarên wî yê çûyînê ji hêla rêxistinê ve tê erêkirin. Û di sala 2023’yan de berê xwe dide qadên Bakurê Kurdistanê. Cardin bûyîna yek ji rêwiyên Bakurê Kurdistanê helbet ji bo Herekol wateyeke wê cûda heye. Cardin vegera li ser axa pîroz û meşandina têkoşînê nirxekî mezin ji bo wî ava dike. Di meşa xwe ya nû de ji bo bikaribe tecrîda li ser Rêber Apo rabike, bi armancên mezin û bi berpirsiyartiyên cewherî hemû erkan digire ser milên xwe. Ew her çiqas asta têkoşînê bilind bike, wê ewqas bikaribe destê Rêber Apo jî xurtir bike. Li gel vê gerîla Herekol bi armanca têkbirina dijmin û vala derxistina wî diçe qadê. Bi vê berpirsyartiyê nêzî erkên xwe yên kêliyê dibe û bi çalaktir xebatên li qadê dide meşandin. Gerîla Herekol bi gotina ku em diçin ji bo jiyanê ava bikin, em naçin ji bo mirinê, tevlê gelek çalakiyê şer û jiyanê dibe. 

BI BAWERIYEKE MEZIN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ MEŞAND 

Gerîla Herekol di 7’ê Kanûna 2023’yan de dema ew û hevrêyekî xwe li ser peywirê ne, bi dijmin re dikevin nav şer û cengê. Di encama vê yekê de gerîla Herekol tevî hevrêyê xwe Rodî Nalîn bi dijmin re dikevin pêvçûnê û bi awayekî fedayane şer dikin. Piştî berxwedaniyeke mezin ku derbên li dijmin dixin her du hevrê bi lehengî digihîjin şehadetê. 

Ew gerîlayekî ku her dem girêdayî nirxên xwe yên dîrokî bû. Ew pêşengekî ciwan ê gelê xwe bû. Bê ku teredûdekî bikeve dilê wî her bi israr di têkoşîna azadiyê de meşiya. Bi bîr û bawariyekî mezin ve xwe li têkoşînê girt û mezin bû. Gerîla Herekol di nava 8 salên xwe yên di nava têkoşînê de karîbû bibe pêşengekî rast ê gelê Kurdistanê. Bi têkoşîna xwe ya çend salan, wekî geîlayekî ciwan ji tevahî hevrêyên xwe re bibû sembola xweşikbûnê.

 
YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Yên li ber kampanya azadiya Ocalan rabin, netewebûna xwe cihê gumanan e’
Nûçeya Pişt re ESP’ê dest bi greva birçîbûnê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yekîneyên Amedê yên YCWK’ê stasyona bazê îmha kirin

Yekîneyên Amedê yên Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku wan stasyoneke bazê îmha…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayê PJAK’ê banga xwedîderketinê li pêngava azadiya Abdullah Ocalan kir

Gerîlayê PJAK’ê Ferhad Pawe rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelên azadîxwaz pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: 4 şervanên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku 4 şervanên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ku ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîd Bêrîtan Amed û Çiya Rizgar li Qendîlê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana şîna Şehîd Ronî Xezal kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê gerîlaya YJA Starê Fatma Kaya

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karak ê ku 30 sal in girtî ye li şîna kurê xwe bi kelepçekirî hat rawestandin 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?