Joseph Kent ê ku ji peywira xwe ya Dîrektorê Navenda Neteweyî ya Dijî Terorê ya DYA’yê îstifa kir, bû mêvanê weşana YouTube ya Scott Hortonê. Kent ê ku di heman demê de sîxurekî berê yê CIA’yê bû, li ber kamerayan li xwe mikurhat ku wan El Qaîde û DAÎŞ’ê wekî hêzên wekîl li Sûriyê bi kar aniye.
Kent got, “Li hundirê Sûriyeyê wekî hêzek wekîl me xwe dispart kê? Bi piranî Sunnî û hêmanên Sunnî yên herî radîkal. Artêşa Azad a Sûriyeyê hebû; lê yên ku bi rastî li ser erdê çalak bûn û li dijî rejîma Beşar Esad herî êrîşkar endamên El Qaîde û DAÎŞ’ê bûn.”
Kent di weşana zindî de got: “Dema ku em di sala 2011’an de ji Iraqê vekişiyan, eşkere bû ku me Bexda radestî Îraniyan kiribû. Lobiya Îsraîlê pirsgirêkek mezin bû ji ber ku me di bingeh de rêyeke super a Îranî hebû, pireke bejahî ku ji Îranê di nav Iraqê re heta Sûriyeyê dirêj dibû. Ev rasterast piştgiriya çalakiyên Hizbullahê li dijî Îsraîlê dikir. Ji ber vê yekê ev pirsgirêkek mezin bû. Bi vî awayî, me hevsengiya hêzê li herêmê ber bi Şîeyan ve guherand. Piştre şerê qirêj li Sûriyeyê dest pê kir; ji ber ku Hafiz Esad û Beşar Esad her dem hevalbendên Îranê yên demdirêj bûn, piştgiriya Îranê dikirin û bi rêya Sûriyeyê piştgirî didan Hizbullah û Hamasê. Ji ber vê yekê li hundirê Sûriyeyê wekî hêzek wekîl me xwe dispart kê? Bi piranî Sunnî û hêmanên Sunnî yên herî radîkal. Artêşa Azad a Sûriyeyê û hin kesên bi navê ‘nerm’ hebûn; lê yên ku bi rastî li qadê çalak bûn û li dijî rejîma Beşar Esad herî êrîşkar bûn endamên El-Qaîdeyê û paşê endamên DAÎŞ’ê bûn. DAÎŞ ewqas ji kontrolê derket ku di dawiyê de em neçar man ku vegerin Iraq û Sûriyeyê; ji bo xîlafeta DAÎŞ’ê ji holê rakin, me gelek ji heman milîsên Şîe yên ku me berê hewl dida hêza wan kêm bikin, ji nû ve bi hêz kir. Min bi xwe hevjîna xwe di sala 2014’an de di şerê li dijî xîlafeta DAÎŞ’ê de winda kir.”

