Ji avabûyîna mirovahiyê heya niha pir çîrok hatine bilêvkirin. Bes, heya niha kesê behsa komkujî û qirkirinên li ser koka Kurdatiyê ango Êzdatiyê nekiriye. Yan penûs têre vê dîrokê nekiriye, yan jî dîrokek ewqasî bi êş e ku wicdan têrê nekiriye. Ji bo ku mirov bikare wan rastiyên dîrokê, komkujiyan, di sukan de firotina jinan, yan jî mezelên bi laşên zindî hatine tijekirin binivîsîne. Her dem di dîrokê de, kesên desthilat gotine ku netewek wisa bila were xilaskirin, berêvajiya vê baweriya Êzdatiyê, baweriya qedîm û pîroz li ser piyan ma û dev ji çanda bav û kalên xwe berneda. Ji ber dizanîbûn ku heger dev ji baweriya qedim berdin wê di pêşerojê de çandek bi pîroziyê ve hatiye avakirin nemîne. Ji ber vê sedemê bû ku 3’ê Tebaxa 2014’an êrîşek hovane, dijmirovahiyê di nava taxên Şengalê de pêkhat.
Gel, bêxwedî û bêparastin bûn. Li ber çavên wan dayik di taxan de hatin xişikandin, jinên ciwan di bin navê ola Misilmantiyê bi kirasên reş ve hatin xemilandin û di sûkên Misûlê de hatin firotin. Dê û bav ji bo bikaribin nekevin destên çeteyên hovanê zarokên xwe ji tirimpêlan avêtin û hawara xwe gihandin şervanên azadiya Kurdistanê HPG û YJA STAR’ê. Gelo di van kêliyên bi êş de, di nav xiyanetê de bawerî dayîna hêzekê, hawara xwe gihandina hêzekê gengaz bû? Ev yek gengaz bû. Ji bo kesên ku dengê hawara dayîk û jinên Êzidî bihîstiban şervanên Rêber Apo bûn. Ev kesên xwedî wicdan, fedaî, berxwedêr kesên mîna şehîd Dilşêr Herekol, Egîd Civyan, Nûjîn Amed, Amargî û şervanên di fikir û felseya Rêber Apo de bûbûn xwedî seknên canbexşan.
Di sedsala 21’emîn de dîroka ku bi xwînê xwe dûbare dikir fedaîyên Êzidî, şervan û fermandarên mîna Dijwar, Bêrîvan, Arîn, Çeko, Deyndar, Agir, Azad û Mahîr Teyawî afirand. Vê carê serî tewandin nîn bû. Li ser xaka pîroz zarokên Ereb û Êzidî mil dan hevdû û ji bo parastina vê xakê, vê baweriyê û qirkeriyên dijmirovatiyê sond xwarin. Wekî ku Şehîd Zerdeşt gotibû “Êzidî natirsin”, bi rastî jî bi xweparastinê ve, bi avabuyîna YBŞ û YJŞ’ê ve gelê qedim tirsa xwe ya sedan salan şikand û ji bo bikaribe li ser piya bimîne bi her awayî berxwe da.
Li ser fermanê 11 sal derbas bû û Êzdatî ji nû ve li ser gerdûnê şîn bû. Her ku xwîna pîroz li ser xaka Şengalê were rijandin yek girtin têkoşeriya ciwanên Êzidî zêdetir bibe. Şopdarên Mam Zekiyan, Mam Beşîran, Têkoşer, Tîrêj, Arîn û Cîhanan zêde bibe. Ev sersala fermanê, ne bi êşê, bi silavê Rêber Apo hat pêşwazî kirin. Diyar e ku ev hêza ku ji Rêber Apo hatiye girtin vê bihêle ku xweparastin vê zêdetir bibe. Li ser vê xakê ronakbirî û xweparastin; xwedî her dilopa xwîna şehîdan derketin, hevgirtinê ve, jibîrnekirina fermanan û tifaqa gelên Êzidî û Ereban ve mimkûn e. Fermana 2014’an hişt ku em xwe di aliyê fikir û xweparastinê de mezin bikin. Ev mezinbuyîn jî vê bihele ku em pêşiya fermanên li ser gelan bi taybet jî li ser baweriya xwe bigirin.