Ji pisporên şaristaniyê û dîroka Îslamê ya Misrê Prof. Dr. Îbrahîm Mûhammed Alî Mercûne ji ANF’ê re li ser felsefeya Rêber Apo, pêvajoya aştiyê û bandora wê ya li ser herêmê axivî.
Piştî hevdîtina bi heyeta komîsyona meclîsê re Rêber Apo li ser pêvajoyê û hin hêzên ku hewl didin pêvajoyê xera bikin hişyarî da. We ev hişyarî çawa fêhm kirin? Vê peyamê di çarçoveya banga aştiyê de hûn çawa dinirxînin?
Ji kêliya destpêkê û pê ve ku Abdullah Ocalan dosya aştiyê nirxand û banga agirbest û rawestandina têkoşîna çekdarî kir, destnîşan dike ku aştî tenê bi qebûlkirina pirrengiyê û parastina nasnameya her gelî dibe. Diyar dike ku divê rengên civakî yên heyî ji vê yekê sûdê werbigirin. Lewma peyama wî ya dawî di asta nûbûna banga aştiyê de ye. Careke din tîne ziman ku deriyê xwe li her kesî vekirî ye, hezkirinê pêşkêşî her kesî dike û “Jiyana hevpar çareseriya herî rast e.” Dibêje, divê em cihêrengiyên xwe, taybetmendiyên xwe yên şexsî bi hurmeta li hev qebûl bikin.
We Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û gavên şênber ên piştre hatin avêtin çawa şopandin?
Piştî ku Abdullah Ocalan ev fikir pejirand û ragihand, PKK’ê têkoşîna çekdarî sekinand. Piştre jî rêxistiniya partiyê hate fesixkirin. Bi merasîma şewitandina çekan a sembolîk a li Silêmaniyeyê re ev yek xurtir kir.
Min ev yek ji bo xurtkirina siyaseta demokratîk û aştiyê weke gaveke dîrokî dît. Piştre jî banga avakirina komîsyonekê li meclîsê kir ku pêvajoya aştiyê bi berfreihî bişopîne. Ev yek derbasbûna ji teoriyê ber bi pratîkê ve bû. Helwesta Ocalan ne dirûşm bû, yan jî ne gotinên welê bû ku sempatiyê kom bike; wî ispat kir ku bi gavên pratîkî samîmiyeta xwe bi îradeya xwe nîşan da. Pêvajo bi xwe bi rê ve bir û ji gotinê wêdetir gavên pratîkî yên bi bandor avêt. Li qada siyasetê bi giranî gelek soz têne dayin, lê belê dema mesele dibe kar zêde tiştek nabe. Cudahiya Ocalan di vir de hate dîtin.
Hûn pisporekî dîrokê ne. Mirov dîroka pirsgirêka Kurd dikarin weke berî û piştî banga Rêber Abdullah Ocalan binirxînin. Gelo hûn tevlî vê nirxandinê dibin?
Teke tevlî dibim. Ev bang xaleke werçerxê ya dîrokî ye. Di dîrokê de her dema ku rêbaz tê guhertin, polîtîka têne nûkirin û hevsengiya global-jeopolîtîk a heyî bi baldarê tê xwendin, xaleke şikestinê ya girîng e. Bi banga aştiyê ya Rêber Apo re dema ku xwe dispart têkoşîna çekdarî, dema berê bi dawî bû. Dema ku mirov parçebûna Kurdan a li nava çar welatan bînin ber çavên xwe, her dewletê xwestiye berjewendiyên xwe bide pêş. Înîsiyatîfa Ocalan jî tê wateya vekirina ‘Rûpelekî nû’. Girtina dema çekdarî, destpêka aştiyeke li gorî hevsengiyên herêmî-navneteweyî. Nîşaneya wê yekê ye ku em hemû bi cudahiyên xwe yên etnîkî, mezhebî û çandî di bin sîwana dewleteke hevpar de dikarin bijîn, her kes bi parastina nasnameya xwe bi pîvana şaristanî û mirovî dikarin hevkariyê bikin.
Banga Aştî û Civaka Demokratîk, têgehên ‘neteweya demokratîk’, ‘entegrasyona demokratîk’ û ‘jiyana hevpar’ ên Rêber Apo çawa vegot?
Di cewhera felsefeya Rêber Apo de ku banga aştî û civaka demokratîk xwe dispêre wê, fikrê avakirina ‘wêneyekî bedew’ ê gelên herêmê heye. Ev wêne weke ‘puzzle’ ye; dema her parçe ket şûna xwe, hingî bi rengekî giştî xuya dike. Jiyana hevpar, xurtkirina nuqteyên hevpar û parastina hurmeta li cihêrengiyê, pêkanîna yekparebûna dewletan bingeha vî fikrî ne.
Fikrê neteweya demokratîk ne tinekirina nasnameyên cuda ye, lê li ser jiyana wan a bi hev re ye: Nêzîkatiyeke welê ye ku dibêje, ‘Ez ji we me, hûn ji min e’ lê belê bi rengê xwe yê civakî û nasnameya xwe heye.
Di vê çarçoveyê de bedewiya felsefeya navborî ew e ku dişibe vê yekê: Her yek ji pêkhateyan hembêza xwe vedike û bi vî rengî bang dike: ‘Ez parçeyekî te me, tu jî yê min e. Lê belê di heman demê de ez neteweya xwe diparêzim û dilsoziya xwe dewam dikim. Ez ji pirrengiya neteweyî bawer dikim; li şûna ku berê xwe bide aliyekî, dixwaim di bin sîwanekî de em bi hev re bimeşin. Bêyî ku nasname, netewe û kesayetiya min înkar bike, em dikarin bi hev re bijîn, xwedî feraseta yekbûyî ya neteweyeke hevpar bin’. Yanî ev nêzîkatî xwe dispêre pîvana ‘Ne cudahî, lê cihêrengî’. Felsefeyeke welê yek ku cihêrengiyê dixwaze, hurmetê nîşanî cudahiyan dide. Vî fikrî nîşan dide: “Belê ez parçeyekî cihêrengiyê me; lê belê ji we qut nînim. Lewma min weke xwe qebûl bikin.” Ocalan her wiha bi rengekî eşkere destnîşan dike ku dijminê gelên herêmê gel bi xwe nîne, dijminê esasî sîstema kapîtalîst-emperyalîst e.
We got ku teorî û pratîk kir yek. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re gavên şênber ên ku avêt têne çi wateyê?
Ev yek nîşan dide ku Ocalan mîmarê sereke yê pêvajoyê ye. Ne tenê fikrê wê diyar kir, di heman demê de nexşerêya bicihanîna wê jî destnîşan kir. Bang li gelên herêmê hemûyan kir ku di vê avakirinê de bi rola xwe rabin. Bidawîkirina şerê çekdarî, xurtkirina siyaseta demokratîk û pêvajoyeke muzakereyê ya di bin çavdêriya neteweyî-navneteweyî de parçeyên vê yekê ne. Işaret bi girîngiya kontrola parlamenteriyê kir. Ocalan li gel fikrê xwe her wiha çareserî jî pêşkêş kir.
Balkêş bû ku bi xwe ev pêvajo da destpêkirin…
Belê. Bidwaîkirina têkoşîna çekdarî, fesixkirina avaniya rêxistinî ya PKK’ê li cîhaneke ku siyaseta hêzê serwer e, helwesteke wêrek e ku kêm caran hatiye dîtin. Ev bang ne hêza çekê, lê nêzîkatiyeke hêza aştiyê ku datîne ser maseyê, temsîl dike. Ji ber vê yekê ez Ocalan weke “asîlzadeyekî” dîrokî yê rojhilat, weke “siwariyekî” dema zehmet dibînim. Di nava şert û mercên şer û bi xwîn ê herêmê de ku dişibe Serdema Navîn, ew bi tena serê xwe strana aştiyê dibêje; ji bo komkirina gelan li dora maseyekê, meşa ber bi berjewendiyên hevpar û li hemberî gefên derve sekna bi hev re têdikoşe.
Baş e, aliyê din? Dewleta Tirk? Divê ew çi bike?
Mixabin berjewendiyê hêzên derve li aliyê dewamkirina şer e. Ji ber ku serketina aştiyê wê gelên herêmê veguherîne yekîtiyeke xurt. Ev yek jî li hemberî sîstema kapîtalîst-emperyalîst dibe berxwedêriyeke mezin. Di serî de Tirkiye hemû welatên ku Kurd lê ne, neçar in ku mafên Kurdan nas bikin û piştgiriyê bidin vê projeyê. Hevkariya dîrokî ya Tirkiyeyê ya bi Kurdan re û tevkariyên herdu aliyan hene. Kurdan di dîrokê de ti carî hevkarî bi dijminê derve re nekirine, dewleta xwe nexistine rewşeke zehmet.
Ji ber vê yekê divê rejîma Tirk van rastiyên dîrokî li ber çavan bigire, girîngiya felsefe û peyama Ocalan fêhm bike û ji bo li qadê derbasî meriyetê bike, rê veke. Divê dawî li şert û mercên tecrîdkirina Abdullah Ocalan bê anîn, mafê hêviyê bê naskirin. Nenaskirina nasnameya Kurd weke parçeyek çareseriyê, li pêşiya serketina pêvajoyê astengiyeke mezin e. Divê Tirkiye bi gavên pratîkî piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Ev yek wê Tirkiyeyê lawaz neke, berevajî wê xurtir bike.
Ji bo welatên herêmê çi dikare bê gotin?
Dixwazim bibêjim ku bi vê felsefeyê re em ji bo temamiya Rojhilata Navîn bi firsendekê re rû bi rû ne ku divê ji dest neyê berdan. Welatên li herêmê ji bo xeteriyên nayên zanîn ên ji Rojava bibînin, ji bo sererastkirina nakokiyên navxweyî yên Rojhilat divê vê firsendê ji dest bernedin. Ji ber ku em di demeke bi zor û zehmetiyan de ne, ev bang di dema xwe de hate kirin. Di demekê de ku gefên ji derve zêde bûne, xurtkirina yekîtiya navxweyî mecbûrî ye. Di dîrokê de li hemberî dijminê hevpar ê ku dixwest xakê û çavkaniyan dagir bike, dema ku em bûn yek em bi ser ketin; di nava artêşa Selahaddîn Eyyûbî de Kurd, Tirk, Ereb li gel hev bûn, şer kirin. Serketina Hittîn jî encamek ji vê yekîtiyê bû. Divê em dersê ji dîrokê werbigirin.
Di çarçoveya van hemûyan de hûn paşeroja pêvajoyê çawa dibînin?
Li gorî çavdêrên min ev pêvajo wê zehmet derbas bibe û li pêşiya me rêyeke dirêj heye; bi taybetî jî bandora têkiliyên berjewendiyan û faktorên navneteweyî ya li herêmê tê zanîn. Li gel van hemûyan jî em qala pêvajoyeke welê dikin ku hîn bi çarpiyan diçe, pêwîstî bi sebrê heye.
Lê belê li gel van hemûyan jî banga ku Rêber Abdullah Ocalan kir, weke kevirekî ku li nava ava sekinî ketî, wijdanê navneteweyî ji bo gelê Kurd xist nava liv û tevgerê. Vê bangê fanatîzm an jî cihêrengiya etnîkî nekir weke dirûşmekê; berevajî vê yekê hevgirtina gelan ji xwe re kir esas. Feraseteke welê ye ku dema aştiyê diparêze, parastina her nasnameyê jî diparêze. Yanî gelê Kurd amûreke avakirinê ye, ne ya hilweşandinê ye; hewl dide ku cihêrengiyê ne ji bo tinekirinê lê ji bo afirînerî û hevgirtinê veguherîne hêzekê.
Di vê çarçoveyê de bi taybetî dixwazim destnîşan bikim ku banga aştiyê ya Rêber Abdullah OCalan îro di asta tê xwestin de encam hilnebirandibe jî ji ber ku tevgera civakî û siyasî ya rasteqîn temsîl dike, wê bandora xwe bi derengî jî be nîşan bide.

