Çand, zimanê gel e, navê gel e, ji ber ku bi riya çandê re em kevneşopiyên xwe dizanin, ger
ku em behsa gelên Mexribî bikin, ew gelên herî navdarin bi curbûna çanda xwe.
Wezîra perwerdehiyê ya berê li Mexribê û serdara çîrokên gelêrî yên Mexribî Necîma Tay Tay têkildarî çanda gelêrî, doza Kurdî û daxwazên wan ji ANF’ê re axivî.
Hevpeyvîn bi vî rengî ye:
Tu çawa têkoşîna xwe ya ji bo vê çîroka gelêrî ya Mexribî, dibînî?
Ev têkoşîn, 30 sal di ser re derbas bûye, min ji bo gelê Mexribî gelek xizmet pêşkêş kiriye, di
dema dawî de min xelata Zincîra Zêrîn a Navenda Ebû Debî wergirt, ev xelat weke
naskirineke ji bo vê têkoşînê hat dayîn. Min ji dapîra xwe gelek çîrok wergirt, heta ku çîrokên
gelêrî bû xwendina min ya bilind di zanîngeha Sûrbûnê de, ev ji me re diyar dike ku çîrok
taybete û çand giştiye.
Gelo çîrokeke Mexribî heye yan tenê çandeke hevbeşe di navbera bajarên Mexrib El Erebî?
Belê çîrokên Misrî, Mexribî û Tûnisî hene, lê ema xizantî yeke, dilêşî yeke, prensîp jî yeke,
tenê çîrokvan tê guhertin, ku ziman û çanda xwe derbasî çîrokê dikin, ev dihêle ku çîrok ne
tenê Mexribî be, belê bibe Merakişî û Amazîxî jî.
Gelo ciwanên Mexribî xwe bi çanda xwe ve girêdane yan na, em gelek hunermendan dibînin
ku xwe bi cil û bergên Mexribî û çand û zimanê Mexribî ve dixemilînin?
Ev wesiyeta padîşah Mohemedê şeşem ji gelê Mexribî re ye, cihê wî gelekî giran buhaye di
nava civaka me de, her xortên Mexribî yên derve girêdana wan bi çanda Mexribî ve pir heye,
ez hêvî dikim ku ev hezkirin di navbera gelên mexribî de bi tevahî were çandin, nexasim di
dibistan û zanîngehan de.
Tu doza Kurdî çawa dibînî?
Divê em li doza Kurdî û li gelên Kurd mîna çandeke sereke û xwedî maf binêrin, em nikarin li
Amazîx û Efrîqiyan bi nêrîneke xirab û biçûk binêrin. Me li welatên Ereban dev ji
nijadperestiyê berdaye, weke ku niha li Mexribê, peymangeheke ji zimanê Amazîxî hatiye
vekirin. Divê ku mirov cudabûnê berçav derbas bike, her wiha divê ku gelên Kurd mafên xwe
yên rewa bistîne.