Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a televîzyona Medya Haberê bû û tecrîda li ser Rêber Apo, têkoşîna li dijî tecrîdê û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê nirxand.
Di destpêka axaftina xwe de Ayten Dersim şehîdên azadiyê bi hurmet û minet bi bîr anî û got, “Tecrîda li ser Rêberê me tê meşandin bi zext, zilm û êşkenceyeke bi rêk û pêk di nava hev de tê meşandin. Bêguman di encama têkoşîna me de hikumet, desthilatdarî û dewlet neçar ma û di encamê de hevdîtineke bi malbatê re pêk hat. Em zanin ku ev yek encama têkoşînê bû. Lewma me silava Rêbertî wergirt. Rêbertî bersiv da nîqaşên hêzên hikumet û desthilatdariyê. Weke tevger em silava Rêbertî bi vî rengî dinirxînin: Meşandina têkoşîn û berxwedaneke li gorî wê silavê, gihandina hemû beşên civakê û jinan ji bo asteke hişmendiyê. Ji ber ku Rêbertî tevgera jinê afirand û ev têkoşîn meşand. Vê piştgiriya xwe dewam dike, perspektîfa xwe qet kêm nekir. Di nava şert û mercên herî giran de li jinê fikirî û ji bo jin karibe gavê biavêje timî têkoşiya.”
Ayten Dersim destnîşan kir ku her kes di felsefeya Rêber Apo de xwe dibîne û got, “Bi jinan re timî lêgerîneke azadiyê û hêvî heye. Ti carî tine nebû; biçûk bû, hate tepisandin, hate înkarkirin lê belê timî weke hesretekê ma. Felsefeya Rêbertî vê hesretê radixe pêş çavan. Jin hemû, reng hemû, ne tenê jinên Kurd. Modernîteya kapîtalîst niha nikare xwe li vê rabigire. Ji ber ku li hemberî modernîteya wê, Rêbertî modernîteya nû destnîşan kir. Rêbertî got, ‘Eger Modernîteya Kapîtalîst hebe, Modernîteya Demokratîk a Gelan jî heye. Ez ji nû ve neafirînim. Ya ku hatiye tepisandin û înkarkirin ji nû ve radixim pêş çavan’. Ji ber vê yekê dixwazin dengê Rêberê me bitepisînin. Nahêlin bigihêje gelan. Perspektîf, nêrîna ku bide jinan qedexe dikin. Ji bo nikaribe bi tevger, rêxistin û milîtanên xwe re têkiliyê dîne bi her awayî zextê dikin. Niha bi xwe mikur hatin. Heta niha ev yek nehate gotin; Hikumet, desthilatdarî îro li tecrîdê mikur hat. Got, ‘Tecrîd heye, divê bê rakirin’. Bêguman ev yek jî encama têkoşînê ye. Ji ber vê Rêbertî got, ‘Ez mirovekî azad im’.”
Ayten Dersim destnîşan kir ku rayedarên desthilatdariyê bi vî rengî li hebûna tecrîdê mikur hatin û got, “Gotin, ‘Tecrîd heye, divê tecrîd bê rakirin, divê mafê hêviyê bê dayin’. Mîna ku qenciyeke ku divê ji aliyê wan ve bêne dayin. Ev yek nêzîkatiyeke faşîst e, înkarkirinê ye. Lê belê têkoşîna Rêberê me, berxwedan, têkoşîna rêxistinê ev yek bi wan da gotin. Mirovekî azad nikare bê qedexekirin. Ji ber ku azadî lez a ronahiyê ye, mîna rojê ye. Azadî nikare bê zevtkirin, azadî nikare bê înkarkirin. Yanî înkara wê, tinekirina wê nabe. Li dijî Rêbertî tecrîdeke cidî tê meşandin. Em weke milîtanên Rêbertî, weke yên ku hewl didin bibin hevalên nêz ên Rêbertî me ev yek timî hîs kir û ji bo ji holê rakin têkoşiyan. Bêguman kêmasiyên têkoşîna me hene. Bêguman em baş layiq nebûne. Bêguman me hîn negihandine asta herî bilind. Niha ev tirsa wan e. Ya ku niha ferz dikin çi ye?
‘ÊŞKENCEYA LI RÊBERTÎ JI RÊZÊ NÎNE’
Tecrîd sîstemeke êşkenceyê ye, bi rêk û pêk e. Êşkence pirrengî ye. Êşkence înkar, zext û tundiya hişk e. Tê wê wateyê ku nehêle tu karibe fikrên xwe bîne ziman, ji çalakiyên civakî bêpar bê hiştin, pênûs û lênûsk ji te re neyê dayin, tu ji bûyerên cîhanê bê qutkirin, nikaribe bi hevalên li kêleka xwe re danûstandinê bike, nikare diyalogê bi malbat, parêzer û derdora xwe re dîne. Ya ku ew dixwazin bikin çi ye? Li gorî xwe dixwazin Rêbertî bi tenê bihêlin. Rêbertî ji ber ku modernîteya kapîtalîst vala derxist, ewqasî bi hêrs in. Ewqasî êrîş dikin. Rêbertî got, ‘Modernîteya we ya kapîtalîst hebe, modernîteya demokratîk a gelan heye. Mijarên îdeolojîk ên li Modernîteya Kapîtalîst hebin, felsefeya Neteweya Demokratîk heye’. Îro netewe dewlet têrê nake. Polîtîkayên wan têrê nake. Li hemberî vê yekê got, ‘Neteweya Demokratîk’. Ji ber ku timîm gel hene. Ji bo jinan jî her tim hebû. Niha ev êşkence ji rêzê nîne. Çima berê têkoşîna me timî li azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Çima karê me, têkoşîna me ya îdeolojîk, têkoşîna me ya rêxistinî, têkoşîna me ya civakî têkoşîna Rêbertî ye?
Ji ber ku em tevgereke Rêbertî ne. Ji ber ku Rêbertî ji tevgerekî wêdetir veguherî Rêberê civakan û jinan. Niha li tevahiya cîhanê hemû gel bi zimanên xwe ji bo Rêbertî dirûşman diqîre. Bêguman ev ji rêzê nîne.”
Ayten Dersim ragihand ku di vê serdemê de aqil û mejiyê mêr di nava moderînteya kapîtalîst de nikare li ser civakan xwedî hikum be û got, “Civak hewl didin rêya xwe bibînin. Em, tevgera Kurd û jin rêwiyên vê rêya dirêj in. Di vê rêyê de me çi bi dest xist? Me hişmendî, tecrîbe û hebûn bi dest xist. Em ber bi azadiyê ve meşiyan. di nava têkoşîna me ya pêncî salî de danheviyeke cidî hate afirandin. Me tenê ev danhevî ji bo xwe têrker nedît. Felsefeya Rêbertî felsefeyeke bi vî rengî ye. Felsefeya Rêbertî felsefeya azadiyê ye. Lewma felsefeya azadiyê nikare bê astengkirin. Belê, tecrîd heye lê belê tecrîd nikare bi ser bikeve û wê nikaribe bi ser bikeve.”
‘TECRÎD DEWAM DIKE’
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim destnîşan kir ku tecrîd dewam dike û got, “Wê demê têkoşîna azadiyê jî dewam dike. Ji bo zext, êşkence û înkara li ser Rêberê me bi dawî bikin, heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî divê li her derê em li ser piyan bin, li her derê têbikoşin, li her derê li dora azadiyê bicivin. Madem li tecrîdê mikur hatin, hingî rakirina vê jî wezîfeya me ye. Gotin, bila Rêbertî bê meclîsê. Rêbertî got, ‘Ez doh jî amade bûm, îro jî amade me’. Got, ‘Derfetê bidin min, ne derfetê şexsê lê derfetên gelan pêşkêş bikin. Baweriya me bi pîvanên demokrasiyê, bi aştiyê heye. Azadiya gelan mafên demokratîk û qanûnî ye. Divê bêne naskirin. Em hemû rêxistin ji vê re amade ne’. Lê belê di destê tê dirêjkirin de înkar heye. Di destê tê dirêjkirin de komkujî heye. Di destê tê dirêjkirin de ji bo dostaniyê, ji bo aştiyê nîne, ji bo kuştinê ye. Dewlet dibêje, ‘Ez ê sîleyekê li rûyê te bixim, tu yê rûyê xwe yê din jî dirêj bike’. Kurdekî bi vî rengî êdî nîne. Hebe jî noker e, xulam e, koleyê dijminê xwe ye, ku heye, lê belê gelekî kêm e. Ji ber ku em xwedî dîrokeke bi vî rengî ne; xiyanet ti carî nekarî dewam bike. Xeta nokeriyê ti carî mayinde nebû. Wê xeta nokeriyê timî li gorî xwe got, dewlet xurt e û li gel dewletê tevgeriya. Dewletê jî ew bi kar anî.”
‘TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ POLÎTÎK Û ÎDEOLOJÎK E’
Ayten Dersim anî ziman ku tecrîd li ser îdeolojî, felsefe û fikrê Rêber Apo tê ferzkirin û got, “Weke tevgera jinê em tevgereke Rêbertî ne; xwe bi felsefe, îdeolojî û perspektîfên Rebertî xwedî dikin. Bandorê li me û jinên din jî dike. Em bala xwe bidinê; di pêngava Rêbertî de jin hem li qada civakî hem jî li qada rêxistinê hem jî bi şexsî li dora Rêbertî li hev kom bûn. Ew di felsefeya Rêbertî de xwe dibînin. Ji ber vê yekê bi bandor dibin. Tecrîd, êşkence û şerê taybet ê li Rêbertî tê ferzkirin, li dijî jinê ye. Bi hev re tê meşandin. Rêbertî ev yek bi vî rengî pênase kir. Tecrîda li Îmraliyê tê meşandin li hemberî tevahiya civakê ye, em vê dibînin. Dema ku jin qala azadiya xwe dike, qala zimanê xwe dike, qala jiyaneke xwe ya azad a bi rengê jinê dike, ev yek dibe sedema girtina jinê. Dibe sedem ku ji aliyê mêr ve bê qetilkirin û li naverastê tundî lê bê kirin. Mêr û dewlet tundiyê bi kar tînin. Mêr li deriyekî tê girtin li aliyê din tê berdan. Tundiya li dijî jinê polîtîk û îdeolojîk e.
Çawa ku em dibêjin neynûk û goşt, hestî û goşt, fikir û beden, ruh û sîstem, ev yek jî bi hev ve girêdayî ye. Lewma tecrîda li ser Rêbertî tecrîda li dijî jinê ye. Rêbertî got, ‘Hûn li derve ne, hûn xwe azad dibînin? Sîstem ewqasî tundî, komkujî, înkar û qedexeyê li we ferz dike. Dibe ku ez di nava çar dîwaran de bim, lê belê hîn bi rengekî azad difikirim’. Ji ber ku têkoşîn bi fikrê azad re xwedî têkiliyeke cidî ye. Rêberê me mirovekî azad e.”
Li ser sedema şer, tundî, qirkirin, kuştin û destavêtina li jinê ya li tevahiya cîhanê jî Ayten Dersim got, “Ji ber ku li cîhanê di nava tevgerên jinan de liv û tevgereke cidî heye. Biçûk an jî mezin, hewl tê dayin ku sîstema konfederal a jinê bê avakirin. Mînak, di 8’ê Adarê de em vê dibînin. Di serhildana li dijî tundiya li jinê de em vê dibînin. Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê de em vê dibînin. Em vê yekê bi piralî dibînin. Modernîteya Kapîtalîst ji xwe li ser qirkirina civakê ava bûye. Ya ku ew bi navê azadiyê pêşkêşî jinan dike, gelekî metirsîdar e. Ya ku pêşkêşî jinan dike derfetê firotina bedena jinê ye. Rêbertî ji bo vê got, ‘Ji bo her parçeyekî wê buhayek tê diyarkirin, jinê dike amûreke reklamê’. Bi nêrîneke oryantalîst, Rojhilata Navîn feodal e, paşverû ye, Rojava jî hîn demokratîk e. Lê belê ya herî xetere ew e. Feodalîzm paşverû ye, malbata feodal, gelekî paşverû ye. Lê belê modernîteya kapîtalîst pêşketî nîne; ew jî gelekî metirsîdar e û bi parekirinê tine dike.
Dibêje, bila jin tevlî siyasetê bibe lê ne bi rengê xwe. Bi hişmendî, fikir, parêzvaniya mafên xwe û têkoşîna mafên azadiyê yên jinê tevnegere. ‘Tu bikeve nava meclîsê, bikeve nava siyasetê, bibe karmend, bibe mamoste lê belê polîtîkayên ku sîstem dixwaze wan biparêze’. Yanî bi fîzîkî jin e, lê bi fikrî mêr e.
Têkoşîna mafên jinan têkoşîna ji bo edalet, azadî û wekheviyê ye. Jinan bi salan ji bo vê yekê têkoşiyan. Ji bo mafê hilbijartinê, mafê dengdanê bi salan têkoşiyan. Jin ji bo beşên din karibe li her cihî bin têkoşiyan, berdêlên mezin dan.
Lîberalîzm tiştekî bi vî rengî ye; tu vî mafî dixwaze lê belê ez bi qasî ku dixwazim ez ê bidim te. Ez ê te bêdeng bikim, bikim ku tişta bidim te tu jê razî be. Naxwe ne dayina mafê tu dixwaze ye. Ji xwe maf nayê dayin, tê wergirtin Azadî nayê dayin, tê wergirtin. Azadî ji aliyê hinekan ve radestî te nayê kirin. Maf jî tiştekî bi vî rengî ye.”
Ayten Dersim ragihand ku çanda demokrasiyê tê wê wateyê ku gel bi îrade û fikrê xwe sîstema xwe ya rêveberiyê ava bike û got, “Ji ber vê yekê divê mejiyê mêr û hişmendiya dîrokê rast bê pênasekirin û mirov nekevin xefika wan. Li Ewropayê, li hemû parzemînên welatên Rojava li dijî jinan tundiyeke gelekî zêde tê kirin. Ji kuştina jinan heta bi firotina bedena jinê ya li bazaran û bikaranîna jinê di reklaman de. Heta bikaranîna jinê di rêze fîlm û sînemayan de. Heta tundiya mêr a li dijî jinê. Belê, ya ku li Rojhilata Navîn ji jinê re rewa tê dîtin, mirin e, tinehesibandine.”
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim bi dewamî anî ziman ku jin divê li gorî fikrê xwe yê dîrokî hişmendiya xwe ava bike û got, “Xwebûn fikir û hişmendî ye. Birêxistinkirina wê ye. Divê bi rêxistinê jî hêza parastinê bê avakirin. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn înkar û îdeolojiya lîberal hîn zirav dike û şerê paradîgmayî dimeşîne. Eger jin rêxistiniya xwe ava neke li hemberî sîstema kapîtalîst nikare hebûna xwe dewam bike. Dewamkirina hebûna xwe tê wateya avakirina parastina xwe. Aliyê xweparastinê yê bi çek heye, yê bê çek heye, aliyê xwe yê siyaseta demokratîk heye. Aliyê xwe yê aboriyê heye, sîstema konfederal a avakirina sîstema xwe ya demokratîk e. Rêbertî ji ber vê yekê li hemberî zanistîperestiyê got Jineolojî. Zanistî parçe parçe bûye. Nêrîneke pozîvîtîst heye; parçe bike, bi rê ve bibe û xwe bide jiyîn. Bêguman nêrîna Jineolojiyê nêrîna jinê ye. Bi vê yekê re jin hişmendiya xwe ya jinbûyînê û dîroka xwe ya hezaran sal in tê înkarkirin nîşan didin. Berfireh û kûr e, lê belê ji aliyê cewherê ve ev e. Ev yek mijarên gelekî berfireh in. Nirxandinên berfireh ên Jineolojiyê hene; kovar têne derxistin, pirtûk û lêkolîn hene. Jineolojî ji tevahiya cîhanê re bûye çavkaniya sûdwergirtinê, li nava hemû jinan belav bûye. Nêrîna bi rengê jinê ye. Jineolojî li hemberî zanistîperestiyê zanista jinê ye.”
Ayten Dersim destnîşa kir ku divê jin xwe bi rêxistin û zane bikin û got, “Divê xwe mehkûmî ti paşverûtî û tundiyê nekin. Divê jin di nava her şert û mercî de xwe biparêzin, mekanîzmaya xwe ya parastinê ava bikin û xurt bikin. Em xwe ji xwezayê qut nekin, nêrîna ekolojîk xweza ye. Ya ku me diafirîne û dike ku bi rengekî azad bifikire xweza ye, em bi xwezayê hene.”
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim anî ziman ku li hemû welatan tundî li jinan tê kirin û got, “Li Îranê polîtîkaya darvekirinê heye. Pêncî sal in têkoşîna me bi felsefeyekê dimeşe. Cihê ku ev yek herî zêde civakî bû Rojhilatê Kurdistanê, Îran e. Cîhan hemû bi zimanê Kurdî meşiya. Bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ meşiya. Ev yek şoreşek e. Sedsala 21’ê sedsala şoreşa jinê ye; weke tevgera jinê ya azad em di nava vê şoreşê de ne. Şoreş dimeşe. Şoreş çi ye? Zanekirina jiyanê ye, birêxistinkirina xwe ye, jiyana civakîbûnê li gorî pîvanên azadiyê ye. Şoreş timî nûbûnê dixwaze. Şoreş enerjiyeke, afirîneriya jiyanê ye. Çanda demokratîk e. Jinên cîhanê, alîgirên demokrasî, aştiyê, dijberên tundî, êşkence û zilmê divê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bimeşin. Ne tenê bimeşin. Divê em vê meşa xwe veguherînin rêxistiniyê. Weke jin em li kîjan welatî jî bin heman hestê hîs dikin, em rêwiyên felsefeya azadiyê ne. Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye. Lewma divê her roja me bibe roja têkoşînê. Roj bêguman girîng in, bi wate ne. Ev roj bi berdêlan hatine afirandin, lê belê divê em têkoşîna xwe tenê bi rojekê bi sînorkirî nehêlin. Em zorê bidin aqlê mêr. Em mêtiya hegemonîk têk bibin.
Her ku mêr dest rakir, em wî destî radestî wî bikin û bi xweparastinê bersivê bidin. Em ji mêr re bibêjin, ‘Ez ne ya te me, ez ya xwe me, ez ê bi hebûna xwe hebim’. ‘Tu ne xwediyê min e’. Hîskirina hev, hesta jinbûyînê ye; ev yek jî hevrêtiyek e. Ev yek fikrê jinbûyînê ye. Weke jin em xwe welê bi rêxistin bikin ku bila aqlê mêr bitirse.
‘JIN DIVÊ TEVAHIYA JIYANA XWE VEGUHERÎNIN TÊKOŞÎNÊ’
Eger jin jiyana xwe bi temamî veneguherînin têkoşînê wê li her derê her roj tundî lê bê kirin. Înkar tundî ye, tinehesibandin tundî ye, nenaskirina îradeyê tundî ye. Di asteke girîng de me ev yek ji holê rakir. Niha sîstema me ya hevserokatiyê heye, sîstema me ya xweser heye, sîstema me ya konfederal a demokratîk a jinê heye, partiya me ya jinê heye û hêza me ya parastinê heye. Hebûna van hemûyan tê wateya bilindkirina têkoşînê.
Hîn jî aqlê mêr dixwaze xwe li her derê ferz bike. Divê li Kurdistanê tundiya li jinê nebe. Kurd bi têkoşîna azadiyê ya pêncî salî zane bûn û bûn ên xwe. Rêbertî timî got, ‘Eger li deverekê jin tê qetilkirin, zanibe ku ew tu ye’. Hest û hişmendiya jinê ev e. Her jineke Kurd, her jinek li ku dibe bila bibe divê her roja xwe veguherîne têkoşînê. Eger em nikaribin hebûna xwe li her derê veguherînin berxwedaneke xurt, veguherînin rêxistiniyeke xurt û xwe zane nekin, hingî em ê nikaribin aqlê mêr, modernîteya kapîtalîst têk bibin. Em têkoşîn û berxwedana xwe di nava rojeke bi tenê de asê nekin. Eger jin xwe bi rêxistin bike, ev komkujî wê ji holê rabe. Eger jin li hev kom bibe, mêr nikare xwe bigihîne vê yekê. Bi coş û eşqa ku sedsala 21’ê bikin sedsala şoreşa jinê em bimeşin.”