“Konferansa Îslama Demokratîk” a di pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê de li eywana konferansê ya Yekitiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran tê lidarxistin piştî axaftinên destpêkê bi rûniştina bi navê “Di Serdema Kapîtalîzmê de Misilman Bûyîn” a siyasetmedar û Serokê MAZLÛM-DER’ê yê berê Ahmet Farûk Unsal berdewam kir. Unsal ê di rûniştinê de axivî, wiha got: “Hêvî dikim ku ev rojên tarî wê gelek dom nekin.”
Unsal ê dîrok û penasekirina kapîtalîzmê vegot, qala serdema Ronesansê kir û anî ziman ku tiştên heta vê serdemê bi gotina “Xudê wisa xwest” nehatin lêkolînkirin.
Unsal, bi lêv kir ku wateya peyva Îslamê “Aştî ye” û anî ziman ku van rojan hem ji ber Talîban hem jî ji ber Hamasê hewl didin wateya wê cuda bidin nîşandan. Unsal piştî pêşkeşkirina xwe pirs bersivandin. Unsal li ser pirsa têkildarî oldariya çêkirî ya bi destê dewletê li bajarên Kurdistanê tê zindî tê hiştin, diyar kir ku desthilata siyasî bi gotina Suleyman Soylû ya “aqilê dewletê” hewl dide hestên îslamîst li bakurê Kurdistanê belav bike.
Unsal, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Kesên rastî vê yekê tên divê vê lîstikê xera bikin. Yek ji encamên herî girîng ên DÎK’ê û organîzasyonên bi vî rengî divê gaveke girîng be ku destnîşan bike ol û oldarî ne di destê kesekî de ne.”
Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Rumeysa Menîce Gulmez jî di rûniştina duyemîn a bi sernavê “Aştiya Rojhilata Navîn, Dewlet û Dîn” de mafê axaftinê wergirt. Gulmez da zanîn ku Rojhilata Navîn ji aliyê erdnîgariyê ve girîng e û veguheriye erdnîgariyeke ku ji ber zêdehiya çavkaniyên binê erdê û ser erdê xwîn û rondikên çavan qet nasekine û işaret bi girîngiya Rojhilata Navîn a di Îslamiyetê de jî kir. Gulmez, mînakên zilma Yezîd û Mûaviye li gelên Rojhilata Navîn kirin da û wiha got: “Divê em kurd weke gelê mazlûm û sêwî yê Rojhilata Navîn xwe komî ser hev bikin. Em ne neçar in ku ji Mûaviye û Yezîd re îtaetê bikin. Ne jî li dijî dîktator serî bitewînin. Ola ku em jê bawer dikin, hînî me dike ku em îtaetî evdan nekin. Heta ku ji destê me were em ê li dijî zalim û dîktatoran dengê xwe bilind bikin. Em ê weke mirovên mafê mazlûman diparêzin li ber xwe bidin. Divê em weke gelê hatiye mexdûrkirin, axa wan kirine çar parçe, zimanê wî hatiye pişaftin em li ber xwe bidin. Heke em ê ji holê rabin.”
Nivîskar û lêkolîner Muhammed Salar ê di rûniştinê de axivî jî anî ziman ku mafên kurdan hene. Salar, anî ziman ku Konferansa Îslama Demokratîk ji bo siyaseta kurd jî firsendeke mezin e û wiha got: “Divê ev baş were nirxandin. Ji ber vê yekê divê kongreyên vê yên jêr jî bên avakirin. Divê karê sereke yê vê kongreyê ew be ku hemû Îslama Demokratîk û Îslama rasteqîn bêyî ku bibe amûreke siyaseta cîhanê ji Rojhilata Navîn re ragihîne.”
Salar, bi bîr xist ku li navçeya Pasûrê meleyekê nekarî xutbeya xwe bi awayekî azad bixwîne û ji aliyê rayedarên dewletê ve hate derbkirin û wiha berdewam kir: “Cihê ku Tirkiye hatiyê koalîsyona ‘sêva sor’ a bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e. Ev koalisyon nikare pirsgirêkan çareser bike. Heke em vê derê gelek baş nîşan bidin û dojehê weke bihuştê bazar bikirana dê bibûya bêbextî. Di nava 23 salên serdema desthilatê de rêjeya sûcan weke ji sedî 400, ji sedî 700 zêdebûneke mezin çêbûya. Lêdan, xesp, dizî, çetetî, revandina mirovan. Diviyabû ku di îslamê de pirsgirêk hatibûna çareserkirin û rêjeyên sûc kêm bibûna li vir zêdebûnek heye.”
Salar, bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava û Herema Kurdistana Federe û wiha berdewam kir: “Îro kîjan îslam dikare êrîşên li dijî Rojava rewa bibîne. Madem mijar misilmantî ye, hûn dikarin êrîşên li dijî Rojava û Hewlêrê li gorî hiqûqa Îslamê biparêzin? Em ê bi ayet û hadîsan hewl didin çavên misilmanan vekin.”
Konferans didome.