Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bi taybet bi derketina Tevgera Azadiyê re, yek ji xebatên girîng ên ku di wê demê de dihatin meşandin, xebatên çand û hunerê bûn. Di wir de xebata çandê bi komên biçûk dest pê kir û hêdî hêdî ciwanên Kurd ttevlî xebatê bûn. Her wiha yek ji xebatên girîng ê ku her tim ji bo rêjîma Baasê xeterî û tehdîd ava dikir xebata çandê bû. Rejîma Baasê her tim dixwest siyaseta xwe ya yekreng û yekalî ser hemû pêkhate û gelên heyî ferz bike û ji bo wê jî her tim serê ewil komên çandê û xebatkarên ku wê demê bi Tevgera Azadiyê re xeta hunera şoreşgerî ji xwe re esas girtine, asteng dikir.
Ev rewş heta 2011’an berdewam bû, lê bi derketina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, yekemîn saziyên ku bi şoreşê re xebata xwe pêş xistine, saziyên çand û hunerê bûn. van saziyan ev yek wekî gaveke nû ya dîtin ku li ser xeta şehîdên xwe yên hunermend û li ser esasê pêkanîna hêviyên wan hunereke Şorşegerî ava bikin.
Yek ji wan kesên ku di despêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê de cihê xwe di nav xebata çand û hunerê de girtiye Endamê TEV-ÇAND’ê Keder Hisên e ku di heman demê de di Koma Şehîd Xebat a Stranan de jî cih digire.
Keder Hisên ê ku di sala 1989’an de li Gundê Şêtika yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ji dayik bûye. Wî li gundê Şêtika dibistana seretayî qedandiye û piştî li Dêrûna Axê dibistana xwe ya navîn qedandiye. Keder di nav malbateke welatparêz de dipije û di salên 1988’an de birayekî Keder berê xwe de nav refên tevgera azadiyê û di sala 1992’an de şehîd dibe.
Keder Hisên ji ANF’ê re qala pêvajoya tevlîbûna xwe ya di nav kar û xebatan de kir û wiha got, “Malbata min Tevgera Azadiyê di salên 1980’ê de nas kir û ji wê demê û heta derketina Şoreşa Rojavayê di nav xebatan de ye. Tevî hemû astengî û zehmetiyên ku Rejîma Baasê yên li pêşî xebatkarên wê demê, dîsa jî xebat bi berdewamî dihate kirin. Di destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê de tevlî nav xebatên çand û hunerê bûm, û ji aliyekî ve min dersên zimanê Kurdî dixwendin. Tevî van her du karan min di nav yekîneyên parastina gel ”YXK”ê cih de girt. Ji ber ku di destpêka Şoreşê de her kesekî cihê xwe di zêdetirî xebatekê de digirt û li gorî pêwîstiyê gelî xwe li saziyan belav dikir.”
Keder bal kişand ser destpêka vekirina Navenda Çand û Hunerê ya li navçeya Tirbespiyê û wiha pê de çû, ‘”Di destpêkê de Navenda Çand û Hunerê ya Govendê ya bi navê Şehîd Hêzil li navçeya Tirbespiyê hate vekirin, piştre Koma Şehîd Xebat ava bû û min tê de cih girt. Ev heta sala 2014’an berdewam bû. Di sala 2014’an de bi avakirina pergala Rêveberiya Xweser û saziyên wê re, Saziya Çand û Hunerê jî tê de cihê xwe girt û di nav xebateke berfirehtir çêbû. Hemû beş û komên çandî hatin avakirin. Ji wê demê û heta niha jî wekî Koma Şehîd Xebat gelek berhemên me hene û her wiha ji destpêka Şoreşê ve di gelek şahiyên mezin de me xebatên berfireh dane meşandin.”
Keder Hisên qala banga seferberiyê jî kir û diyar kir ku wî bi xwe jî di nav seferberiyê de cih girtiye û wiha domand, ”Di vî şerê dawiyê de yê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Efrînê careke din rastî koçberiyê hat. Li ser wê esasê min cihê xwe di komîteya pêşwaziya Koçberan de girt û li kêleka wê bi banga seferberiyê min di nav avakirina tabûra leşkerî ya li Taxa Enteriyê de cih girt û li gorî wê amadekariya me hate kirin. Ji ber ku karê hunerê ne tenê dengbêjî û derxistina stranan e, di vê şoreşê de em bi ruhê hunera şoreşgerî tevlî nav vê pergalê bûn û bi rihê şerê gel ê şoreşgerî me di nav de cih girt. Ev xebata ku bi vê rihê tê kirin heta vê kêliyê berdewam dike.”
Keder da zanîn ku wekî Tevgera Çand û Hunerê, di nav konvoyên ku diçin Bendava Tişrînê de cihê xwe girtine û hîna jî vê berdewam dikin û wiha got, ”Weke Tevgera Çand û Hunerê me cihê xwe di nav Konvoya gel de girtiye ku derbasî Bendava Tişrînê dibin. Her wiha ev tevlîbûn bi armanca piştgirîdayîn û bilindkirina hêz û moralê şervanên QSD’ê gelek muhîm e. Ji ber ku ev kareke wijdanî û exlaqî ye û dikeve ser milê her kesî. Ji bo wê em bang li hunermendên kurd dikin ku di vê dema dîrokî de, him ji bo gel him jî ji bo şervanên ku îro canê xwe feda dikin û parastina xaka xwe dikin, bi deng û awazên xwe xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin.”
Keder Hisên di dawiya axaftina xwe de wiha got ”Wekî ku Kawayê Hemdem gotiye ”Teslîmiyet îxanet e û berxwedan jiyan e”, divê em jî li ser axa xwe bi çand û hunera xwe, bi ziman û nasnameya xwe bijîn. Ji bo wê divê em li hember van şer û planên ku li ser welatê em tên kirin xwedî li gelê xwe derkevin. Hunermend di vê pêvajoyê de roleke mezin dilîzin, ji ber ku ev nirxên qedîm, wê di rojên wiha de, bi tevlîbûna pêvajoyê re derkevin pêş. Ferq û cudahiya me ji cîhanê ew e ku gel, hunermend û şervanên ku îro di çeperên şer de şer dikin, em ê tev bi hev re vî dijminî têk bibin.”