Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari pêvajo û bûyerên dawî yên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo rû dan ji ANF’ê re nirxand.
Hevseroka DEM Partiyê got, “Tevgera Azadiyê ya Kurd 26’ê Cotmehê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji Tirkiyeyê vedikişe ku ev yek daxuyaniyeke dîrokî ye, gaveke dîrokî ye. Bi rastî jî ji Cotmeha derbasbûyî û vir ve li Tirkiyeyê gelek bûyerên girîng qewimîn. Tevgera Azadiyê ya Kurd gavên gelekî girîng û bingehîn avêt. Banga 27’ê Sibatê ya Birêz Ocalan, kombûna kongreya PKK’ê û biryara fesixkirinê, merasîma şewitandina çekan a 11’ê Tîrmehê û herî dawî jî ev gava dawî. Weke ku li wir jî hate bilêvkirin wateyeke girîngî û girîng a vê vekişînê heye; Ev gav di demeke welê de hate avêtin ku li Rojhilata Navîn şer diqewime. Bûyerên li cîhanê, bûyerên li herêmê mixabin dibin sedem ku şer giran bibe. Di vir de biryara vekişînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo Kurdan û ji bo hemû gelên Tirkiyeyê li hemberî êrîşan dibe mertaleke parastinê. Kurdan di vir de biryar ne tenê ji bo xwe wergirtin. Hem ji bo xwe hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê biryareke dîrokî dan ku di nava şer de ji şer wêdetir bi aştî û diyalogê jiyana hevpar ava bike. Bi taybetî vê vekişînê qonaxeke girîng da pêşketinên heyî.”
‘TEVGERA AZADIYÊ YA KURD BERPIRSYARIYA XWE YA DÎROKÎ BI CIH ANÎ’
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku bi biryara vekişînê re pêvajoya aştiyê êdî derbasî qonaxa duyemîn bûye û got, “Di qonaxa destpêkê ya pêvajoyê de Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd berpirsyariya xwe ya dîrokî bi rastî jî zêde bi cih anîn. Niha bendewariya şênber ji dewlet û desthilatdariyê ye. Em di demeke welê de ne ku dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê divê êdî gaveke şênber biavêje. Ji ber ku weke ku min beriya niha qalê kir, Tevgera Azadiyê ya Kurd dema ev biryar da ne tenê li xwe fikirî. Hem li gelê Kurd fikirî hem jî li paşeroja gelên Tirkiyeyê. Lewma aliyê Kurd di vir de berpirsyariya we nîşanî tevahiya cîhanê da. Heman berpirsyarî ji dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê jî tê hêvîkirin. Her derdor li benda vê ye. Her gel û baweriyên li ser vê xakê li bendê ne ku dewlet û desthilatdarî qonaxa ku gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd aniye bigihîne qonaxeke din. Ev pêvajo li gel ku ne pêvajoyeke dan û standinê be ew pêvajo ye ku ji aliyê siyasî û civakî ve avêtina gavan ferz dike. Dubare dikim û lê zêde dikim; Pêvajoyeke ku ji aliyê siyasî û civakî ve, ya herî girîng jî ji aliyê hiqûqî û qanûnî ve divê teqez gav bê avêtin.”
Tulay Hatîmogûllari ragihand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava veguherîneke stratejîk de ye û got, “Biryara vekişînê û pêvajoya ku saleke dewam dike ne terikandina têkoşînê ye, berevajî vê yekê veguherîna stratejîk û guhertineke paradîgmayê ya têkoşîna maf, têkoşîna nasname, têkoşîna azadiyê ya ji bo gelê Kurd e. Ev guhertin tê vê wateyê; Di nava sînorên Tirkiyeyê de li şûna rêbaza leşkerî û çekê wê siyaset, siyaseta demokratîk bê kirin entegrasyon pêk were. Divê pêvajoyeke hiqûqî ya vê yekê bê afirandin. Ev yek gelekî zelal û şênber e.
Hinek dibêje, eger desthilatdarî gavê neavêje? Pirsên bi vî rengî gelgekî li me têne kirin. Tê gotin, Tevgera Azadiyê ya Kurd pêvajoyek da destpêkirin û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Baş e, baweriya we bi dewlet û desthilatdariyê heye ku gavê biavêje? Ev pirs bingehîn e. Ji bo serketina vê pêvajoyê gavên tenê aliyê Kurdan têrê nake. Divê ji herdu aliyan ve gavên erênî bêne avêtin. Me ev yek li her qadê anîn ziman.”
GIRÎNGIYA PÊVAJOYA HIQÛQÎ Û QANÛNÎ
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku pêvajoya qanûnî û hiqûqî divê tavilê bê destpêkirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Tevgera Azadiyê ya Kurd di vê pêvajoyê de ewqas gavên girîng avêt. Baş e bendewarî çi ne? Pêvajoyeke hiqûqî û qanûnî ye. Gelê Kurd hebûna xwe û jiyana xwe ya hevpar dixwaze li vê erdnîgariyê bi hev re ava bike. Divê ev yek ji aliyê hiqûqî ve bê ewlekirin.
Eger em vê yekê bi rêzê bibêjin;
* Divê Birêz Ocalan bibe xwedî şert û mercên kar ên azad û jiyana azad.
* Li Tirkiyeyê komîsyonek ava bû. Yekane gava şênber a ji aliyê dewletê ve hate avêtin ev bû. Em avabûna vê komîsyonê hêja dibînin. Lê belê têrê nake. Divê dewama wê hebe. Bi taybetî divê komîsyon hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bike.
* Têkildarî PKK’yiyan divê qanûneke taybet bê derxistin. Yên ku çek danîne dibêjin, ew dixwazin têkoşîna demokratîk bimeşînin. Divê ji aliyê hiqûqî ve pêşî li vê bê vekirin. Ev çawa dibe? Bi qanûneke taybet dibe. Ev qanûna taybet divê tavilê bê derxistin.
* Bendewariyeke me ya din jî qanûna înfazê ye. Niha li girtîgehan bi hezaran girtî hene ku bi rengekî neheq û nehiqûqî ji ber nêrînên xwe yên siyasî girtî ne. Piraniya van jî bi neheqî û nehiqûqî hatine girtin. Jİ ber vê yekê divê di qanûna înfazê de guhertinên cidî bêne kirin. TCK û TMK ew mijar in ku divê rojên pêş careke din bêne nîqaşkirin.
* Di heman demê de hin mijar hene ku pêwîstiya wan bi qanûnan nîne. Ji bo gava şênber bê avêtin, ji bo nêta baş bê nîşandan, ji bo ev pêvajo derbasî qonaxeke erênî bê kirin, gelek gavên şênber hene ku dewlet û desthilatdarî dikarin biavêjin. Ji bo vê jî pêwîstî pê nîne ku qanûn bêne amadekirin. Ev çi ne? Mînak mehkûmên nexweş birîneke vê civakê ye. Di nava mehkûmên nexweş de hinek nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane jî bi tenê bi cih bînin. Divê ew tavilê bêne berdan. Betalkirina berdana mehkûman heye. Têkildarî girtiyên 30 salan girtî Desteyên Çavdêriyê ‘poşmaniyê’ ferz dike û raporan amade dike. Ev nayê qebûlkirin. Divê betalkirina berdana girtiyan tavilê bi dawî bibe.
* Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li holê ne. Biryarên DMME’yê ji dema hate dayin û pê ve divê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi cih bêne anîn. Lê belê nayên bicihanîn. Girtina Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, hevrêyên me yên ji ber doza Kûmpasê ya Kobanê girtî ne tê wateya binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û qanûnên Tirkiyeyê.
Lewma civak li benda avêtina van gavên erênî ye. Fikarên li nava civakê ji ber ku ev gav nayên avêtin mezin dibin. Ji bo ev pêvajo civakî bibe weke DEM Partî em rojê bîst û çar saetan li qadê ne.”
					
							
			
                                
                             
