Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava, daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya federasyonê bi vî rengî ye:
“Dewleta Tirk a dagirker û desthilatdariya wê ya faşîst heya îro bi şer, hovîtî û komkujiyan li ser piyan maye û di roja îro de careke din berê çeteyên xwe da gelên Sûriyeyê. Ji ber êrîşên ji 27’ê Mijdarê ve bi deh hezaran welatiyên me ji deverên weke Şehba, Til Firat û Helebê ji bo ji komkujiyan werin parastin ji hêla şervanên QSD, YPG û YPJ’ê neqlî herêmên Rêveberiya Xweser hatin kirin.
Bêguman her kesên kêmekî jî ji fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo fêm kiribe û xwe li gor wê gûrçûpêç kiribe, dizane ku Rêbertiya me û şervanên Rêbertiyê beriya her tiştî hewl didin gelan ji qirkirin û komkujiyan biparêzin. Tevgera ku li ser vî esasî ava bûye jî beriya her tiştî parastina canê mirovan esas digire. Bi sedan şervanên azadiyê ji bo gelên me ji qirkirin û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê biparêzin, bi hemû derfetên xwe ketin nav hewldanan, şehîd û birîndar dan.
Weke Rêbertiya me jî timî diyar dike wê berxwedan û têkoşîn ji sedî sed me bigihîne serketinê. Bi vê hêvî û baweriyê em gelên xwe silav dikin. Weke gaziyên şer em diyar dikin ku li hember hemû êrîş û dagirkeriyan em ê di refên herî pêş de gelên xwe biparêzin û têkoşîna wan bi serketina herî pîroz tacîdar bikin.
Li ser vî esasî û li gor vê rastiyê di serî de gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em bang li tevahî gelên azadîxwaz dikin ku ji bo xelkên me yên ji ber êrîşan neçar mane cih û warên xwe terk bikin, ya ji destê wan tê teqsîr nekin. Bi hemû derfetên xwe xwedî li wan derkevin û alîkariya wan bikin.”