Duşem, 27 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Em ê bi têkoşîna xwe azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê di êrişên çekdarî de 24 saetan 3 jê jin 6 kes hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê Konferansa Herêma Serhedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Çareseriya mayinde bi garantiya destûra bingehîn dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtî Necdet Koç li gel metirsiya jiyanî jî nayê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    TJA’yê li dijî tiryakê bang kir: Têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êşkence li Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Erkol kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata li Pênciwênê nayê vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Pêşketinên demokratîk her tim bi têkoşîna civakî bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Mexmûrê koma nû dewr girt: Em bi hêvî li benda encamên pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan pankarta li dijî tiryakê daxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Divê li hember dewleta Tirk a sûcdar bêdeng nemînin
Rojava

Divê li hember dewleta Tirk a sûcdar bêdeng nemînin

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Firatê Ehmed Dawûd diyar kir ku dewleta Tirk a ku stasyona avê jî hedef digire, bi awayekî eşkere sûcê şer dike û xwest ku li hember vê yekê bêdeng nemînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didomin. Li bendava Tişrînê di encama van êrîşên di navbera 8 û 30 Çileyê de 23 sivîl şehîd bûn û 220 sivîl jî birîndar bûn. Ji 8’ê Çileyê heta 1’ê Sibatê li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 18 sivîl şehîd bûn û 38 sivîl jî birîndar bûn. Bi vî awayî di 5 rojan de 41 sivîl şehîd bûn û 258 sivîl jî birîndar bûn.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Firatê Ehmed Dawûd û Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Sozdar Elî êrîşên dewleta Tirk û encamên wan ji ANF’ê re nirxandin.

DIXWAZIN ÇAVÊ GEL BITIRSÎNIN

Ehmed Dawûd diyar kir ku êrîşên dijwar ên li ser bendava Tişrîn, pira Qereqozax û başûrrojavayê Kobanê didomin û ji bilî çekên giran û SIHA’yan  balafirên şer jî tên bikaranîn. Ehmed Dawûd destnîşan kir ku ji gundan bigirin heta navendên bajaran sivîl rasterast hedef hatin girtin û wiha axivî: “Ji ber êrîşên li ser Bendava Tişrînê, Kantona Firatê bê av û kareba ma. Dixwazin bi hedefgirtina bajarên me yên ewle û aram di nav gel de tirs û xofê biafirînin. 

JI BO KOMÎSYONA NY’Ê BELGE HATIN PÊŞKÊŞKIRIN

Ehmed Dawûd da zanîn ku wan wekî Komeleya Mafên Mirovan delîlên êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxistine û wiha got: “Tîmên me diçin cihê bûyerê û delîlên êrîşan derdixînin. Di encama her êrîşê de hejmar û wêneyên birîndar, şehîd û ziyanên madî têne qeydkirin. Agahî ji malbatên şehîd û birîndaran û şahidan tên girtin û hemû agahî tên belgekirin. Me delîl û belgeyên êrîşên ku dewleta Tirk ên ji 8’ê Kanûna 2024’an ve didomîne pêşkêşî Komîsyona Lêkolînê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî kir.”

DEWLETA TIRK PEYMANAN BINPÊ DIKE

Ehmed Dawûd destnîşan kir ku ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe Peymana Cenevreyê binpê dike ku armanca wê di şerî de û piştî şerî de parastina mafên mirovan e û wiha got: “Peymana Cenevreyê parastina sivîlan ferz dike. Li vir êrîşên ku rasterast sivîlan dikin hedef pêk tên. Hedefgirtina. tîmên tenduristiyê û birîndaran jî sûcê şerî ye. Hem wesaîtên tenduristiyê hedef tên girtin hem jî gelek caran êrîş li birîndaran tê kirin. Wekî tê zanîn ambûlansa Heyva Sor a ku birîndar dibirin jî bûbû hedefa dewleta Tirk a dagirker.

STASYONA AVÊ JÎ DIKIN HEDEF

Ehmed Dawûd da zanîn ku divê sazî û rêxistinên navneteweyî li hember êrîşên sûcên şer yên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gundên Hiriyê, Til Îbrê, Cedê Mixara, Xerûs, Dîkan ên Kantona Firatê 5 dibistan, santralên elektrîkê, embarên genimî û stasyona avê li Eyn Îsayê hatin hedefgirtin. Ev hemû sûcên şerî ne ku ev mînakên ku min dane tenê çend ji wan in. Loma naabe ku sazî û rêxistinên eleqedar bê bersiv bimînin.”

TÎMÊN TENDURISTIYÊ RASTERAST DIBIN HEDEF

Sozdar Elî jî anî ziman ku  Heyva Sor a Kurd saziya alîkariya mirovî û rêxistineke sivîl e û wiha axivî: “Em di rewşên lezgîn de em di cih de tevdigerin. Ambûlansên me bi giştî di dema êrîşên hovane yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî jî yên li ser Bendava Tişrînê, 24 saetan berpirsyariyên xwe bi awayekî çalak bi cih tînin. Mixabin ambûlansên Heyva Sor a Kurd jî dibin hedefa dewleta Tirk a dagirker. Tîmên tenduristiyê yên diçûn alîkariya birîndaran bûne hedef. Di encama van êrîşan de di 12’ê Kanûna 2024’an de ambûlanseke girêdayî Saziya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat hedefgirtin û şoforê ambûlansê şehîd bû. Di 18’ê Çileyê de jî ambûlansa Heyva Sor a Kurd bû hedef û ji xizmetê ket. Saziya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku ji 5 ambûlansên ku hatine hedefgirtin 2 bi temamî ji kar ketine û 3 kedkarên tenduristiyê şehîd û 3 jî birîndar bûne.”

DIVÊ ERÎŞ DEMILDEST BÊN RAWESTANDIN

Sozdar Elî bal kişand ser wê yekê ku hedefgirtina birîndar, tîmên tenduristiyê, ambûlans û sivîlan li gor hiqûqa navneteweyî sûcê şerî ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dema ku divê em birîndarên rewşa wan lezgîn rakin nexweşxaneyê, em rastî êrîşan tên. Ji ber vê jî neqilkirina birîndaran ji bo nexweşxaneyê dereng dikeve. Loma metirsiya jiyana birîndaran zêde dibe. Ne tenê ambûlansên me hedef tên girtin, her wiha nexweşxaneyên me yên mobîl jî zirarê dibînin. Divê êrîşên dewleta Tirk a dagirker demildest bên rawestandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Bendava Tişrîn ji bo me jiyan e û em ê vê jiyanê biparêzin’
Nûçeya Pişt re QSD’ê şehadeta 4 şervanên xwe ragihand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di nobetên Edaletê de banga xwedîderketina li DEM Partiyê kirin

Xizmên girtiyan ku Nobeta Edaletê dewam kirin gotin, "Heta ku tecrîda li Îmraliyê rabe em…

Ji aliyê Stêrk TV

Hollanda tundiya psîkolojîk û kontrola bi zorê wê weke sûc bibîne

Hikumeta Hollandayê ji bo pêşîgirtina li kuştina jinan û xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya zayendîperestiyê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Parlamenter Bozan: Doza Kobanê hilweşiya, demildest hevalên me berdin!

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê, parêzer Alî Bozan biryara bihincet a Doza Kûmpasê ya Kobanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li gundewarê Humsê bombeyek teqiya: 3 zarok birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bejahiya Efrînê sivîlek li benda kontrolê hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di entegrasyona Zanîngeha Rojava de wê mafên xwendekar û akademisyenan esas bên girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Dr. Dilşad Îsmet bû Midûrê Tenduristiyê yê Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?