Serokê Baroyê Amedê yê berê Cihan Aydin, têkîldarî kiryarên huquqî yên li ser Rêber Apo, tecrîda didome û huquqa hundirîn û navnetewî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji ANF’ê re nirxand kir.
Ligel biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ‘mafê hêviyê’ jî Tirkiye di kiryarê xwe yê heta hetayê girtîgehê de israr dike. Ev israra Tirkiyeyê li gorî xala 46’emîn a DMME’yê berpirsyariyên navnetewî çêdike û li gorî Konseya Ewropayê jî divê encamên wê hebin. Cihan Aydin anî ziman ku saziyên ku diviyabû van berpirsyariyan pêk bînin, van paşguh dikin.
Cihan Aydin wiha axivî: “Divê di destpêkê de bê gotin ku Tirkiye ne li gorî makezagona xwe ne jî li gorî peymana DMME’yê tevdigere. Ji 2000’î vir ve huquq ewqas nehatibû bê îtîbarkirin. Rejîma Tirkiyê dev ji peymana DMME berdin, makezagona xwe jî nas nake. Rejîmekî ku makezagonê xwe nasnake, wê çawa biryarên DMME nas bike? Denetîma biryarên DMME ji aliyê Konseya Ewropayê komîteya Wezîran ve tê kirin. Ligel biryarê ku ji bo Abdullah Ocalan dabû 10 sal derbas bûye, di vê mijarê de pêşketinek ji aliyê Komîteya Wezîran ve çênebûye, ev yek rewşa heyî vedibêje. Dema berjewendiyên netewî bibin mijar, mafên bingehîn û azadî ji bo wan tu tişt îfade nake.
Konseya Ewropayê ku biryarên Demîrtaş û Kavala li ber çavan derbas nake, nikare biryarên derbarê kesekî wekî Abdullah Ocalan ê ku li Rojhilata Navîn bûye aktorek sereke denetîm bike. Ev sedsal dewsa huquqê, sedsala pirozkirina tundiyê ye. Li pêşiya Konseya Ewropa tenê hilbijêrek heye. Ew jî, derbarê Tirkiyeyê ku biryarê pêk nayne, prosedura îhlalê pêkanîn. Yanî pêwîste endamtiya Tirkiyê ya konseyê yan bê sekinandin an jî hin tişt li ser wî were ferzkirin. Berê derbarê Azerbeycanê ev tişt pêk anîn, ser wî Azerbeycan gav paş de avêt. Lê Tirkiye ne Azerbeycan e.
‘HUQUQEK LI GORÎ KES, DEM Û KONJONKTURÊ TÊ GUHERTIN HEYE’
Tirkiye dewleta huquqê zû de terikandî ye. Di huquqa xwezayî de yê ku qezenc kirî, huquqa pozîtîvmê ye. Heta dewsa huquqa pozîtîvîzmê huquqek nû avakirin. Yanî li gorî kes, dem û konjonkturê tê guhertin. Pergala Îmraliyê, keştiya ku her tim xera dibe, rewşa hewayê û hwd… vê nîşan didin. Dema şert û merc dest bidin, -ku dewlet biryara vê dide- hemû tiştên nabe dibe. Dema dewlet biryar bide, ji bo aktorên siyasî ji parêzer û malbatan re vedibe. Daxwaza min a herî mezin serketina vê pêvajoyê ye. Ligel biryarê DMME, raporên CPT û mevzûatê netewî mafên bingehîn ên hevdîtîna malbat û parêzaran tê astengkirin. Lewre Komîteya Ewropa biryarên DMME denetîm nake. Li gorî 90’emîn xala makezagonê biryarên DMME ji mevzûatên netewî bilindtir e. Li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) dewletên alî divê biryarên dadgehan pêk bîne. Lê ne Konseya Ewropa li gorî 46’emîn xala peymanê tiştek ferz dike ne jî rejîm. Ev tê vê wateyê, ku tiştek neyê ferzkirin, huquq jî nîne.”
‘LI ÎMRALIYÊ REJÎMEKÎ ÎNFAZÊ YA TAYBET HATIYE AVAKIRIN’
Aydin anî ziman ku mafê hêviyê ya ku tê nîqaşkirin mafekî huquqî ye. Lê di raya giştî de wek amûrekê polîtîk tê bikaranîn. Ew jî nîşan dide ku li Îmraliyê rejîmek taybet a înfazê hatiye avakirin. Aydin axaftina xwe wiha domand: “li gorî 46’emîn xala peymanê û 90’emîn xala makezagonê pêwîste biryarên DMME’yê werin pêkanîn. Lê rejîmekî ku hevdîtîna Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzerên xwe jî dike amûrek polîtîk, nikare di mijara ‘mafê hêviyê’ de bêalî tevbigere. Li Îmraliyê rejîmek taybet a înfazê heye. Bahçelî jî dema daxuyanî dida, peyva ‘tecrît’ bikar anî. Lewra ji vir şûnde biryarên ku di derbarê Abdullah Ocalan de werin dayîn ne huquqî ne, yekser siyasî ne. Bahçelî got, ‘bila rêxistin çek berde, Abdullah Ocalan jî ji mafê hêviyê sûd wergire.’ Ev şertekî ye. Yanî bi vî awayî Bahçelî li dijî biryarên DMME’yê û makezagonê tevdigere. Lewre li Îmraliyê tiştê tê ferzkirin ne huquq e, siyaseta konjonkturel e. Tiştek keyfî ye, di nav de ne huquq heye ne jî dad.
‘POLÎTÎKAYEKE ÎZOLASYON Û TECRÎDÊ LI CIHANÊ NEHATIYE DÎTÎN’
Ji ber dewlet jî di ferqa vê de ye, di çareseriyek de yekser li deriyê wî didin. Lê dema kar berovajî biçin, taritiyek li ser Îmraliyê dikeve, polîtîkayeke tecrîd û îzolasyonê ya li cihanê nehatiye dîtîn tê ferzkirin. Ji ber ku Tirkiye zû de dev ji bûyîna dewletekî huquqê berdaye, huquqê ku ji Abdullah Ocalan re were ferzkirin jî wê ji vir şûnde ji aliyê rejîmê ve were diyarkirin. Jixwe Bahçelî vê aşkere îlan kir. Got, ‘bila rêxistin çek berde, tu jî ji mafê hêviyê sûd wergire.’ Yanî mafekê bingehîn, mafê hêviyê dikin mijara bazariyê. Di rejîmekî wiha de ewlekariyê huquqa kî/ê pêkan e? Di pirsgirêkê Kurd de dubare nîqaş kirina çareseriyê jî hêvî dide mirov. Di vê mijarê de kesê ku divê were axaftin jî bêguman Abdullah Ocalan e.”