Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û hempîşeya wî ya Elman Annalena Baerbock li Şamê bi Serokê Heyet Tehrîr El Şam Ehmed El Şeri re hevdîtin kirin. Wezîran daxuyanî da û girîngî da beşdarkirina hemû pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya ji nû ve avakirina dewletê de.
Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock piştî hevdîtinê daxuyanî da çapemeniyê û got: “Divê êdî diyalogeke siyasî ku hemû pêkhateyên qewmî û olî, hemû welatiyan, ango jinên vî welatî di nav xwe de dihewîne bê avakirin.”
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot di civîna li gel nûnerên saziyên sivîl de got, “Divê çareseriyeke siyasî bi hevkarên Fransayê, Kurdan re were pêkanîn da ku ew di pêvajoya siyasî de beşdar bin.”