Naskirina statuya siyasî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û afirandina mercên azad ên ji bo karkirinê yek ji daxwazên esasî yên ji bo rêveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derdikeve pêş. Daxuyaniyên li pey hev ên Şêwirmendê Sereke yê Serokkomar û Serokwekîlê Desteya Polîtîkayên Hiqûqê ya Serokkomariyê Mehmet Ûçûm ên li ser mijarê bû sedema nearzîbûna.
Ûçûm ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxist meseleya bêçekbûnê, îdîa kir ku derxistina pêş a sernavên weke berdana Abdullah Ocalan pêvajoyê dixitimîne.
Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyaniyên Ûçûm ji ajansa me re nirxand û got, “Ev ne ew gotin û nêzîkatî ne ku tevkariyê li plêvajoya aştiyê bikin.” Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku divê nûnerên desthilatdariyê bi berpirsyariyeke welê tevbigerin ku tevkariyê li pêşveçûna pêvajoyê bike.
‘ZIMAN Û HELWESTA AŞTIYANE GEEKÎ GIRÎNG E’
Sevda Çelîk Ozbîngol bi bîr xist ku ji dema destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û vir ve ew balê dikişînin ser girîngiya zimanê aştiyê û anî ziman ku ziman û helwesta siyasetmedaran di rêveçûna pêvajoyê de xwedî roleke girîng e.
Sevda Ozbîngol got, “Yek ji aliyên herî girîng ên aştiyê afirandina lihevkirin û aştiya civakî ye. Ji ber vê jî siyasetmedar ji vê pêvajoyê berpirsyar in. Zimanê wan, hevokên bi kar tînin û şîroveyên ku dikin ji aliyê pêvajoyê ve gelekî girîng e. Kesên ku asta wan a berpirsyariyê bilind e, bi taybetî jî siyasetmedarên desthilatdariyê yên heyî divê bi berpirsyariyeke welê tevbigerin ku aştiya civakî ava bikin û tevkariyê li pêvajoyê bikin.”
‘DIVÊ ROL, MÎSYON Û STATUYA BIRÊZ OCALAN QANÛNÎ BIBE’
Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ji du aliyan ve bê nirxandin û got, ya destpêkê biryara binpêkirina maf e ku mekanîzmayên dadgeriyê yên navneteweyî daye û bicihanîna Mafê Hêviyê, ya duyemîn jî rola Abdullah Ocalan a di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ye.
Sevda Ozbîngol axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Beriya her tiştî divê biryarên binpêkirinê bêne nirxandin ku ji aliyê mekanîzmayên dadgeriyê yên navneteweyî ve hatiye dayin. Ev yek divê bi sernavê bikaranîna Mafê Hêviyê bê nirxandin. Di rewşa heyî de gelek girtî hene ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hatiye birîn. Ev sernav bi temamî pêwendiya xwe bi qanûna înfazê û rejîma înfazê re heye.
Rewşa duyemîn û ya herî girîng jî ew e ku Birêz Ocalan rêvebirê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, lewma divê xwedî mercên karkirinê yên azad be. Bi taybetî piştî qanûna ku li Meclîsê hate qebûlkirin, bêyî cihêkarî bê kirin, di serî de ji bo Birêz Ocalan, ji bo hemû endam û rêveberên rêxistinê mercên azadiyê bêne afirandin.
Beriya vê jî divê ew merc ji bo Birêz Ocalan were avakirin ku karibe vê pêvajoyê bi rengekî yekser bimeşîne. Ji bo pêvajo bi sazî bibe, bi pêş ve biçe, li dû bidawîbûna têkoşîna çekdarî mercên jiyana civakî ya aştiyane û têkoşîna siyasî bêne afirandin, divê rol, mîsyon û statuya Birêz Ocalan rast û baş bê pênasekirin.”
Sevda Ozbîngol diyar kir ku pênaseya Mehmet Ûçûm têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir siyasî ye, ne hiqûqî ye û got, divê pêvajo bi garantiyên civakî û hiqûqî, bi qanûnan û sererastkirinên li Meclîsê bêne kirin bê garantîkirin. Sevda Ozbîngol destnîşan kir ku divê nêzîkatiya ewlekarîperest a têkildarî meseleya Kurd bê guhertin.
Sevda Çelîk Ozbîngol got, “Di vê pêvajoYê de bêguman divê mirov li ser peymaneke civakî ya li ser esasê welatîbûna wekhev biaxivin. Divê li ser mijara rêveberiyên xwecihî, sernavên heqîqet û rûbirûbûnê, rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan biaxivin. Yanî têkildarî encamên pêvajoya şer divê guhertinên qanûnî bêne kirin.
Ji bo pêvajo bi rengekî rast bimeşe, berpirsyariya bingehîn a dewletê ye ku rol û mîsyona Birêz Ocalan pênase bike, qebûl bike û bi qanûnan garantî bike. Lewma helwesta rêveberên pêvajoyê, nêzîkatiya wan, bikaranîna zimanekî aştiyane gelekî girîng e. Ji ber ku çawa feraseta şerxwaz tê avakirin, aştî jî tê avakirin. Divê sînorên ku nîşaneya polîtîkayên ewlekarîperest û dijberiyê ne bi zimanekî aştiyane ji holê bêne rakirin û birîn bi nêzîkatiyeke aştiyane bê pêçandin.”

