Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo rewşa dawî ya li Efrînê ji ANF’ê re nirxand ku di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin.
‘DI DOSYA VEGERÊ DE PÊŞKETINEK NÎNE’
Îbrahîm Şêxo işaret bi Peymana 10’ê Adarê ya navbera QSD’ê û desthilata veguhêz a Şamê de kir û anî ziman ku ev peyman ji bo vegera li warê xwe ji koçberên Sûriyeyî re bû hêvî, lê belê ji bo mirovên ji Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê koç kirine hîn pêşketinek nîne.
Şêxo bi bîr xist ku 2’ê Kanûna 2024’an di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de pêla duyemîn a koçberiyê destpê kir û ragihand ku malbatên Efrînî yên xwe li Kantona Firatê girtin di nava şert û mercên gelekî zehmet de man, saziyên mirovî yên navneteweyî hema bibêje ti piştgirî nedan herêmê û got, “Rêveberiya Xweser hewl da bi derfetên xwe yên kêm alîkariyê bike. Lê belê vê yekê têra pêwîstiyan nekir. Sivîlên ku ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve bi zorê ji warê xwe hatin dûrxistin, hîn jî li malên xwe venegeriyane. Gelek dîmen hene ku vê yekê ispat dikin.”
Şêxo destnîşan kir ku komîsyona qaşo bi soza vegerandina malên Efrîniyan li şêniyên wê hate avakirin jî berevajî wezîfeya xwe piştgiriyê dide talankirin û berhevkirina fîdyeyê û binpêkirin dewam kir.
‘HÊZÊN TIRK JI EFRÎNÊ VENEKIŞIYAN, TENÊ KINCÊ XWE GUHERTIN’
Şêxo dîmenên li ser medya dîjîtal ên ku dibêjin, “Hêzên Tirk xwe ji Efrînê vekişandine” nirxand û diyar kir ku li herêmê hîn jî pênc baregehên Tirk çalak in. Şêxo got, “Li Efrînê pênc jê li gundan, pênc baregehên Tirk hene: Li Ciya, li gundê Dervîşê, li Şêxorze, li Basile û li Cilbir a li Şêrawayê. Hêzên Tirk hîn ji Efrînê derneketine. Dibe ku hin yekîneyên ewlekariyê ji Efrînê vekişiya bin, lê belê piraniya wan kincê xwe guhertine û hîn jî li bajêr in. Ev baregeh hîn li şûna xwe ne. Yanî Efrîn hîn jî di bin kontrola îstîxbarata Tirk de ye.”
EFRÎN ÎRO DI BIN DAGIRKERIYA KÊ DE YE?
Ji bo pirsa “Li Efrînê niha kontrol di destê kê de ye?” Şêxo ev bersiv da: “Weke nav tê gotin, ‘Hêzên ewlekariyê yên giştî’ yên ser bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, lê belê di rastiyê de ev çeteyên dewleta Tirk a dagirker in. Sibehê kincê wezîfedarên ewlekariyê li xwe dikin, bi şev jî ji bo talan, dizî û kuştinê derdikevin derve. Hêza Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê nîne ku Efrînê kontrol bike yan jî koman kontrol bike. Weke li Serêkaniyê û Girê Spî hemû fermanên xwe ji îstîxbarata Tirk werdigirin.
Nav û kincê xwe guhertibin jî komên li Efrînê Em-Aşmat, Al-Hamzat û Ahrar el-Şarkiya ne; ne hêzên ewlekariyê yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ne. Baregehên wan, ofîsên wan ên aboriyê hîn jî li cihê xwe ne. Herî kêm 500 hezar darên zeytûnê di destê van koman de ne. Tenê li Bilbilê zêdeyî 150 hezar dar hene. Li Cindirêsê û Şeranê jî rewş bi heman rengî ye. Tenê li navenda bajarê Efrînê heft hezar dikanên bazirganiyê û bi deh hezaran mal di destê van koman de ne. Eger ev mal û dikan bi rastî jî hatibûna radestkirin, wê zêdeyî pêncî hezar Efrîniyên ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne vegeriyan. Lê belê yekîneyên ewlekariyê yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê gotineke bi tenê jî nikare ji va koman re bike.”
KIRYARÊN LI DIJÎ NASNAME Û ZIMANÊ KURD
Şêxo destnîşan kir ku êriş di heman demê de li ser avaniya çandî ya Efrînê tê kirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ji sedî 90 ê xelkê Efrînê zimanê xwe yê dayikê Kurdî ye û Kurdistanî ne. Di dema Rêveberiya Xweser de Kurdî di perwerdeyê de zimanê destpêkê bû, lê piştî dagirkeriyê Erebî kirin zimanê yekemîn, Kurdî jî hefteyê tenê du saetan didin xwendin. Piştî hilweşîna rejîma Baas û hatina Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re perwerdeya bi Kurdî bi temamî hate rawestandin, weke zimanekî biyanî -weke Îngilîzî û Fransî- hate ragihandin. Wezîrê Perwerdeyê yê Hikumeta Veguhêz bi rengekî eşkere got, ‘Kurdî zimanekî biyanî ye; zimanê bingehîn Erebî ye’. Her wiha bi lêzêdekirina Tirkî re îdîa kiribin ku zimanê biyanî ye jî rewş bi wî rengî nîne. Li zanîngehên Efrînê Tirkî tê hînkirin û ezmûn têne kirin.
Li bajêr zêdeyî 45 hear xwendekar hene; çend ji wan bi Kurdî dixwînin? Piştî zexta medya dîjîtal çend xwendekar li hev kom kirin û gotin, ‘Dersa Kurdî tê dayin’, lê belê rastî welê nîne. Ev yek binpêkirineke gelekî mezin e: Eslê Efrînê gelê Kurd e, lê hûn radibin Kurdî weke zimanê biyanî radigihînin û Erebî dikin zimanê bingehîn.”
WÊRANKIRINA BEXÇEYÊN ZEYTÛNAN Û ÊRIŞA LI DIJÎ ABORIYÊ
Şêxo bi bîr xist ku li Efrînê beriya dagirkeriyê zêdeyî 18 milyon darên zeytûnê hebûn û anî ziman ku ji dagirkeriyê û vir ve zêdeyî milyonek dar hatin birîn. Şêxo got, “Zeytûn bingeha aboriya Efrînê ye. Dar têne birîn, şewitandin, zeyt ji Tirkiyeyê re tê şandin û weke berhema Tirk tê firotin. Hîn jî gelek zevî têne şewitandin; Xwezaya Efrînê ji aliyê van koman ve tê tinekirin. Wezîrekî aboriyê li parlamentê got, ‘Zeytûnên Efrînê yên me ne’. Ev yek hilweşîneke aborî û ekolojîk e. Berê ava ji Bendava Mîdankî dan Bendava Reyhanli ya Hatayê. Vê yekê jî hevsengiya çandiniyê ya li herêmê xera kiriye.”
‘VEGER BI BIDAWÎKIRINA DAGIRKERIYÊ DIBE’
Şêxo li ser mijara vegera koçberên Efrînî li cih û warên xwe jî bal kişand ser xala pêncemîn a Peymana 10’ê Adarê û diyar kir ku daxwaza koçberên Efrînî ya ji bo vegera li warê xwe xurt e, lê belê ev yek bi hin şertan ve girêdayî ye.
Şêxo got, “Xelkê Efrînê dixwaze vegere. Lê belê piştî ku hêzên Tirk û komên wê yên çete xwe ji herêmê vekişandin û bajar weke beriya dagirkeriyê ji aliyê gelê xwecihî ve hate birêvebirin dikare pêk were. Her wiha Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê jî divê dosya vegerê li dijî Rêveberiya Xweser weke amûreke zexta siyasî bi kar nîne; veger mafekî mirovî yê hiqûqa navneteweyî ye.”

