Gava xerabî bi halê xwe yê herî tazî derdikeve holê, bêguman tiştê herî girîng ew e ku li hemberî wê hêrs û bertekek wê derkeve holê. Nexwe, em ê careke din bibin şahidê asayîbûna xerabiyê û berdewamkirina wê ya bi şêweyên nû.
Em hemû bi nêrîna xwe nêzî vê meseleyê dibin û hewl didin fêm bikin. Bi mîlyonan rûpelên ku belav bûn, careke din bi bîra me xist ku cîhana em tê de dijîn çiqas tirsok û bêewle ye. Jixwe me ev yek dizanibû. Kêmasiya bertekên di asta gerdûnî de, ne di dema rast û ne jî di cihê rast de nîşandana wan û bêrêxistinbûn, em li hemberî torên sûc ên gerdûnî yên ku her tim şêwe diguherînin û belav dibin hîn lawaztir kirin.
Pêşî divê mirov nexweşiyê rast tespît bike her çend eşkere ye ku hewcedarî bi vê jî nîne. Li hemberî xerabî û hovitiyeke wisa zelal û tazî, divê berteka me ya pêşîn gelekî tund bûya.
Heke îro hîn jî bêdengiyek hebe çi di siyasetê de, çi di medyayê de, çi di cîhana çandê û mûxalefeta demokratîk de be ev yek nîşaneya wê ye ku hem împaratoriya tirsê çiqas belav bûye, hem jî mezinahiya sûc û kûrbûna rizîbûna civakî di çi astê de ye.
Divê mirov fêm bike ku ev diyarde ne konjonkturel û ne jî nû ye; xwedî kûrahiyeke dîrokî ye. Bêdengiyên dubare û bêcezabûna sîstematîk a li hemberî torên sûc û tundiya zayendî ya li herêmên cuda yên cîhanê, bingeha avahiya gerdûnî ya ku em dikarin jê re bibêjin “gerdûna Epstein” pêk tîne. Ne şaş e ku em bêjin tiştên derketine holê tenê serê çiyayê qeşayê ne.
Tabloya îro, berhema pêvajoya asayîkirin û rewakirina pratîkên tundiya zayendî, pedofîlî, xerabkirin û serdestiya bi şantajê ye ku bi salan berdewam kiriye. Dîroka polîtîkayên bêcezabûnê kûr e. Formên dewletên modern û pergalên darazê jî, bi giranî li ser bêedaletî û wekhevnebûnên kûr hatine avakirin.
Ev çarçoveya pergalî dihêle em fêm bikin ku tundiya navborî ne tenê “ji rê derketinên” sade ne; berevajî wê, mekanîzmayên navendî yên pergalekê ne ku wan tehemûl dike, dixe nav xwe û di dawiyê de wan diparêze.
Ji wêrankirina ku hişmendiya pergala kapîtalîst afirandiye wêdetir, tiştê herî bi fikar ew e ku; ji her beşî gelek elîtên wekî rêvebir, siyasetmedar, burokrat, karsaz, rewşenbîr, hunermend û rojnamevan, bi hêsanîyeke sosret û bi derbasbûna hemû sînorên exlaqî, xwe li vê avahiyê zêde kirine. Rizîbûneke kûr û tirsok li holê heye.
Li ser vê yekê, divê mirov rola dîrokî ya aktorên ku pişta xwe didin referansên olî jî zêde bike. Ev aktor, di berdewamkirina metakirinê bedena jin û zarokan de li ser bingeha îdeolojîk a mayînde, berpirsiyariyeke giran hildigirin.
Bi taybetî di hin derdorên olî de, hîn jî bi eşkere fetwayên ku destûrê didin zewaca bi zarokên keç re tên dayîn. Di tarîqat û cemaatên cuda de, skandalên destdirêjî û tundiya zayendî yên ku bi awayekî sîstematîk hatine veşartin, yek li pey yekê derdikevin holê.
Para vê hişmendiya ku bi sedsalan e xwe ferz dike û di nav qatên herî nazik ên civakê de rûniştiye, nayê înkar kirin.
Her wiha, divê mirov ji bîr neke ku ji bilî tora Epstein a li DYA’yê, “Epstein”ên her welatî hene. Li dora wan torên bêcezabûnê yên kûr hatine hûnandin.
Ev hemû dînamîk ji hev qut nînin. Di encamê de tiştê derdikeve holê; toreke tundiya sîstematîk e ku bi bêdengiya kolektîf hatiye asayîkirin, paşê hatiye rewakirin û di dawiyê de jiyana me dorpêç kiriye û pêşeroja me tehdît dike. Ev ne fermaneke sûc a gerdûnî ye ku ji nişka ve derketiye; pergalek e ku di demeke dirêj de hatiye avakirin e. Şertê bingehîn ê fêmkirina cidiyeta rewşa îro ew e ku ev avahî û parêzvanên wan bi her awayî werin xuyakirin.
Di çarçoveyekê de ku avahiyên civakî bi asteke bilind heliyane û cîhan li dora berjewendiyên bêexlaqî yên kûr hatiye birêxistinkirin, pirsa bingehîn êdî ew e ku rêyên derketinê çi ne. Lê belê, her perspektîfeke veguhertina rastî, berî her tiştî avakirina eniyeke civakî ya bihêz dixwaze ku hesab dipirse, daxwaza edaletê dike û mekanîzmayên berpirsiyariyê ferz dike û serî hildide.
Lewre ne rast e ku mirov li benda desthilatdariyên heyî yên rûxandî bimîne ku bi ser van torên sûc de herin. Li hemberî me çînekî bûrjûwayê yê rizîbûyî û pergaleke bi kangren heye. Jixwe belgeyên ku hatine eşkere kirin, îşaret bi mîmariyekê dikin. Ji tora sûc a sade wêdetir, pergaleke kontrolê û şantajê ya pir berfireh derdixe holê. Her çend ev rûxandina exlaqî ya kapîtalîzmê îfade bike jî, ev pergal hîn li ser piyan e û serdest e. Ji ber vê yekê, avahiyên desthilatdariyê yên heyî, herî zêde dikarin li ser avakirina torên berjewendiyan ên nû û xebitandina mekanîzmayeke nû ya bêedaletiyê bifikirin.
Bê guman amûrên dewletê û komên sermayeyê; bi rêya torên dîjîtal û medyayê, di heman demê de bi bikaranîna mekanîzmayên nû yên şantaj û tirsê, dê hewl bidin ku balê bikişînin ser aliyên din, serê mirovan tevlihev bikin û bidin ji bîr kirin. Tam ji ber vê yekê, hewcedarî bi bertekeke civakî ya rastî heye ku rasterast çavkaniya pirsgirêkê hedef digire.

