În, 20 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta JES’ê ya li Gimgimê di roja 200’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo Komîsyona Şopandinê ya Meclîsê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di rojên pêş de biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatimogullari li Edeneyê bi keyayan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Yildirim ê piştî 32 salan hate berdan: Pêwîstiya Kurdan bi statuyê heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ekvadorê 9 mehan 323 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kezban Dogan: Li dijî kuştina jinan pêwîstî bi têkoşîna civakî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Doza Kobanê: Rûniştina biryardanê destpê kir
Rojane

Doza Kobanê: Rûniştina biryardanê destpê kir

Di Doza Kobanê de ku 108 kes lê têne darizandin û 18 jê girtî ne, rûniştina biryarê destpê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Gulan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, dest pê kir. Danişîna doza ku di raya giştî de weke “Doza Kompasê ya Kobanê” tê pênasekirin, li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.

Tevdîrên leşkeran ên beriya danişînê bal kişandin. Li ser rêgeha qada girtîgehê 4 noqteyên lêgerînê yên cuda hatine danîn. Destûr nehat dayîn ku kesên dixwestin danişînê bişopînin derbasî qada girtîgehê bibin. Destûr hate dayîn ku tenê wesayîtên parêzer û rojnamegeran derbas bibin. Kesên dixwestin danişînê bişopînin, li noqteyên nêzî kampûsê wesayîtên xwe park kirin û piştre bi rîngan derbasî eywana danişînê hatin kirin.

Tê payîn ku di vê danişînê de biryar were dayîn lê destûr nehat dayîn ku kesên dixwazin danişînê bişopînin bikevin eywanê. Ev kes arasteyî du eywanên cuda yên di hundirê kampûsê de hatin kirin. Bi sedan kes neçar man ku danişînê bi rêya SEGBÎS’ê bişopînin.

Yek ji mijarên din ên beriya danişînê bal kişandî jî ew bû ku cendirme û polîsan bi hev re wêneyê komî yê “bîranînê” kişandin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Koma Partiya Gel a Komarê (CHP) Alî Mahîr Başarir, gelek parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî jî danişîn şopandin. Zêdetirî 200 parêzer û bi ser 10 serokên baroyan jî tev li danişînê bûn.

Hevsreokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar di dozê de tên darizandin. Her 108 siyasetmedar di serî de îdiaya “Xerakirina yekparetiya dewletê” bi gelek îdiayan tên tawanbarkirin. Îdianameya dozê di 7’ê çileya 2021’an de ji hêla 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hate qebûlkirin. Derheqê kesên di dozê de tên darizandin ji 29 îdiayên cuda bi giştî 38 caran “cezayê muebbeta girankirî” tê xwestin.

Navên siyasetmedarên girtî tên darizandin wiha ne: “Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Alî Urkut, Gunay Kubîlay, Nazmî Gur, Îsmaîl Şengul, Bulent Parmaksiz, Alp Altinors, Sebahat Tuncel, Zeynep Karaman, Zeynep Olbecî, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Dîlek Yagli, Pervîn Oduncu, Meryem Adibellî û Gultan Kişanak.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şirnexê herî kêm 25 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd ragihand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jina Fransî ya ku keça Êzidî kiribû kole, bi sûcê ‘jenosîdê’ tê darizandin

Welatiyeka Fransî dema li Sûriyê bû keçeke Êzidî kiribû kole, li Fransayê bi sûcdariya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistinên mafên mirovan ên Îranê: Li Îranê jiyana bi hezaran girtiyên siyasî di talûkeyê de ye

Li Îranê piştî ku du girtiyên siyasî ji nişka ve hatin darvekirin rêxistinên mafên mirovan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mexmûrê sala nû ya xwendinê destpê kir

Li dibistanên Wergeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî sala xwendinê ya nû ya sala 2024-2025’an…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Nobeta JES’ê ya li Gimgimê di roja 200’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Malbatên girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê ji bo Komîsyona Şopandinê ya Meclîsê bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di rojên pêş de biçe Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?