Doza kûmpasê ya duyemîn a Kobanê ya li dijî HDP’iyan destpê dike.
Doza duyemîn li hemberî siyasetmedar Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kûrtûlan, Garo Paylan û Pero Dundar e.
Rûniştina destpêkê wê roja Sêşemê saet di 10:00 de li Girtîgeha Sîncanê pêk were.
Di dozê de ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22’emîn a Enqereyê ve tê birêvebirin tê xwestin 38 caran cezayê girtîgehê yê girankirî yê heta bi hetayê û 19 hezar û 680 sal cezayê girtîgehê bê birîn.
Gilînameya ji 298 rûpelan a li dijî siyasetmedaran hate amadekirin di 22’ê Gulanê de ji Dadgeha Cezayê Giran a 22’emîn a Enqereyê re hatibû şandin.