Piştî ku Daîreya 1’emîn a Cezayê ya Dadgeha Bilind biryara 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ya bi sûcê “tune kirin, veşartin an guhertina delîlên sûc” xirab kir, yekemîn rûniştina Nevzat Bahtiyar hat dîtin. Dadgeha Bilind daxwaz kiribû ku kiryara Bahtiyar di çarçoveya “alîkariya kuştina bi qestî ya bi kalîte” de were nirxandin.
Rûniştina sêyemîn a dozê bi mitalaya dozger dest pê kir. Dozger daxwaz kir ku kujer bi sûcê “kuştina rasterast a bi qestî” bi cezayê herheyî giran were cezakirin. Kujer û parêzerên wî diyar kirin ku ew mitalayê qebûl nakin û daxwaza berdana muwekîlê xwe kirin.
Parêzerên malbata Guran jî daxwaza redkirina dadger kirin, lê dadgehê bi hinceta ku ev daxwaz ji bo dirêjkirina darizandinê ye daxwaza wan red kir.
Dadgehê biryara berdewamiya girtina Bahtiyar da û rûniştina din heta 16’ê Nîsanê taloq kir.

