Nivîskar û çalakvanê rojhilatê Kurdistanê Fayiq Hamid di sala 2021’ê de bêyî tu tawanekî çend mehan di zîndanên PDK’ê de hate zîndanîkirin û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hate hiştin. Fayiq Hamid têkildarî doza xwe û xerabiya rewşa zîndanên PDK’ê û çend pirsên din ên girêdayî vê mijarê ji ANF’yê re axivî.
‘EZ NIVÎSKAR Û ÇALAKVANEKÎ SIVÎL IM’
Fayiq Hamid di destpêka hevpeyvînê de xwe nasand û wiha got: “Navê min Fayiq Hamid e, temenê min 42 sal e û ji Bokanê me û 15 sal in jî ez li Pîranşarê rûdinim. Ez veterîner im û tevî vî karê xwe, ez nivîskar im û karê wergerê dikim. Her wiha di saziyên sivîl de ez çalakvan im û pênc sal in ez rêveberê saziyeke ajalparêzan im. Ji ber van xebatên xwe ji Herêma Kurdistanê hin dost hatin ba min û gotin ku me navê te bihîstiye û em dixwazin bi hev re xebatê bikin. Ez jî ji bo xizmetkirinê çûm Herêma Kurdistanê.”
‘POLÎSÊN PDK’Ê PIR BÊ RÊZ Û KIRÊT MIAMELE DIKIR’
Fayiq Hamid li ser çûna xwe ya başûrê Kurdistanê û ew binpêkirinên ku ji hêla hêzên PDK’ê ve hatine kirin, ev tişt anîn ziman: “Piştî derbaskirina pandemiya Covid-19’ê, di havîna sala 2021’ê de bi daxwaza hevalekî min ê ji Hewlêrê ez çûm Hewlêrê. Me karta niştecihbûnê wergirt. Rojekê em di kolaneke Hewlêrê re derbas dibûn, em rastî polîsekî hatin. Wî polîsî bi awayekî pir kirêt pirs kir ku em li vir çi dikin û hewl da ku bela xwe di me bide. Piştre em birin binkeyeke polîsan û li wir jê re gotin ev çi ye, te çima ev anîne? Wî jî di bersivê da got ku ev Îranî ne û Îranî jî yan sîxur in yan qaçaxçî ne.”
‘DI NAV SÎSTEMA PDK’Ê DE LIHEVANÎNA TOMETAN PIR REHET E’
Fayiq Hamid di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku di nav sîstema PDK’ê de lihevanîna tometan pir rehet e û wiha pê de çû: “Di nav sîstema PDK’ê de wekî avvexwarinê derew tên gotin. Gava ku em birin ba dadger, dadger ji me pirs kir û got hûn li vir çi dikin. Min jê re got ku em hatine gazîkirin û min karta xwe ya niştecihbûnê nîşan da. Paşê em veguhastin zîndana polîsan û dûvre em hay jê çêbûn ku du kesên Îranî bi tometa bazirganîkirina bi madeyên hişbir û xwarinên alkolîk hatine girtin. Tiştê ku min di wê zîndana PDK’ê de dît, bi temenên cuda em 40 kes di odeyekê de bûn. Du kesên din li wir bûn ku ew jî bijîşk bûn. Piraniya wan yan bi tometên biçûk yan bê tomet hatibûn destgîrkirin. Piştre kesek hat û li ser me tometek li hev anî. Hebek di berîka hevalê min de bû, gotin ev heb madeyê hişbir e. Wî jî got ku biçin li taqîgehê li ser vî hebî lêkolînê bikin bê ka madeyê hişber e yan na.”
‘PDK BI RÊYA NÎŞANDANA HÊZÊN XWE HEWL DIDE GEL BITIRSÎNE’
Fayiq Hamid behsa wê dema xwe ya li zîndanên PDK’ê kir û got: “Tiştê ku min di zîndanên PDK’ê de dît, ji bo min pir giran bû. Piştî 17 rojan em bi awayekî nemedenî hatin kelemçekirin û di cihên giştî û di nav xelkê re em birin. Dengê otomobîlên asayişê pir dihat da ku xelkê pê bitirsînin. Piştî lêkolînê zanîn ku me tiştek nekiriye. Piştre li pişt avahiyê em kirin zîndaneke serdema Sedam Hisên û em kirin odeyeke gelek pîs. Dirêjiya odeyê neh metre û pehniya odeyê pênc metre bû. Em nêzîkî 50 kesî di wê odeyê de bûn û sadetirîn pêwîstiyên mirovî tê de tune bûn. Her gava ku hejmara girtiyan digihîşte 70 kesî, hejmar kêm dikirin.”
‘WISA DIKIN KU HIN ZÎNDANÎ ZORDARIYÊ LI ZÎNDANIYÊN DIN BIKIN’
Fayiq Hamid amaje bi rewşa xerab a zîndanên PDK’ê kir û got: “Her roj ji bo hemû pêwîstiyên me pênc deh deqe derî vedikirin. Em heta hefteyekê li wir hatin girtin. Piştî 24 rojan em veguhastin cihekî din û hevalê min got qey dikin me berdin, lê me dît ku zêrevanekî PDK’ê li hêviya me ye û em birin cihekî nediyar. Piştre em gihîştin Asayişa Giştî ya Hewlêrê ku cihekî pir xerabtir û pîstir bû. Di zîndanên PDK’ê de wisa dikin ku hin zîndanî zordariyê li zîndaniyên din bikin.”
‘EZ HEFT MEHAN BÊ DADGEHKIRIN HATIM ZÎNDANÎKIRIN’
Hamid da xuyakirin ku girtî bê dadgehkirin demeke dirêj girtî dimînin û got: “Dadger ku pirs ji min kir, min di bersivê de got ku du meh in bêyî ku ez bizanim ez ji bo çi hatime girtin, ez di zîndanê de me. Her wiha min got eger edalet hebûya, diviya min bikariya giliyê wî kesî bikira ku em dan girtin. Piştî heft mehan bêyî ku em biçin dadgehê, şevek ez ji xewê hişyar kirim û gotin rabe û tiştên xwe kom bike û here.”
‘JI BO ÎTIRAFÊN SEXTE HER CURE ÊŞKENCEYÊ BI KAR TÎNIN’
Hamid amaje bi wê yekê kir ku di zîndanên PDK’ê de bi darê zor ‘îtiraf’ê ji zîndaniyan digirin û axaftina xwe wiha domand: “Çîrokên hovîtiyê yên li zîndanên PDK’ê gelek in. Yek ji wan çîrokan êşkence ye. Eger pêwîstiya PDK’ê bi îtirafkirinê hebe, wê demê êşkenceyê li te dikin da ku tu îtiraf bikî yan jî heta tu îtiraf nekî, tu ji zîndanê dernakevî. Hevalekî min heye ku sê sal in hatiye zîndanîkirin, çinku naxwaze îtirafa tawanekê bike ku wî nekiriye. Ji bo îtirafên sexte her cure êşkenceyê bi kar tînin. Bo nimûne li ceyranê dan, êşkenceyên derûnî û fizîkî û hwd. Hevalekî me birin lêkolînê, gava ku vegeriya, kulek bûbû.”
‘ASAYIŞA PDK’Ê HEST BI KÊMASIYÊ DIKE Û PIRSGIRÊKÊN WAN ÊN DERÛNÎ HENE’
Fayiq Hamid behsa zihniyeta asayişa PDK’ê kir û got ku asayişa PDK’ê tamê ji êşkenceyê digire û wiha domand: “Eger em ji hêla derûnî ve li asayişa PDK’ê bikin, kesên wisa ne ku hezkirina dê û bavên xwe nedîtine û hest bi kêmasiyê dikin û pirsgirêkên wan ên derûnî hene, xwe kêm dibînin. Ew kesên ku li zîndanên PDK’ê êşkenceyê dikin, şerm nakin ku tu kî yî, kesayetî û malbata te kî ye, berevajî vê yekê kêfa wan tê û dibêjin me êşkence li bijîşk, endazyar yan zarok û pîrekî kiriye.”
‘LI ZÎNDANÊN PDK’Ê MIROV JI HEMÛ MAFÊN XWE BÊPAR TÊ HIŞTIN’
Hamid da zanîn ku li zîndanên PDK’ê rewşa mafên mirovan pir xerab e û gelek binpêkirin tên kirin û wiha domand: “Ez naxwazim alîgiriyê tu aliyekî bikim, ez her tim alîgirê rastiyê bûme. Her çend rastî giran be jî, lê min gotiye. Ez bi rastbêjiya xwe serbilind im. Kesek hebû ku 11 salan li Iraqê zîndaniyê siyasî bûye, lê digot ew 11 sal bi qasî du hefteyên zîndanên PDK’ê nebû. Li tu devereke cîhanê cihekî xerab wekî Asayişa Giştî ya Hewlêrê ya PDK’ê nîn e. Ev der wek zîndana demkî tê binavkirin, lê bi salan te tê de zîndanî dikin. Ev cih ji bo 240 kesî hatiye çêkirin, lê 900 kes tê de heye. Hemû kêliyên rojê di nav vê zîndanê de êşkence heye û mirov ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar tê hiştin.”
‘LI DEVERÊN MALBATA BARZANIYAN DÎKTATORIYEKE WISA HEYE KU LI TU WELATEKÎ DIN TUNE YE’
Fayiq Hamid di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa malbata Barzaniyan kir: “Gava ku em li ser peyva dîktator difikirin, zîndanên Sedam Hisên tên bîra her kesî. Lê li ba me hin kes hatibûn zîndanîkirin ku di serdema Sedam Hisên de jî hatibûn zîndanîkirin, wan digot zîndanên PDK’ê ji zîndanên rejîma Beesê gelek xerabtir in. Li gorî min tu dewlet û kesek tune ye ku wekî malbata Barzaniyan dîktator bin. Malbata Barzaniyan kesên pêxwas li dora xwe kom kirine û pereyên diziyê û mûçeya xelkê didin pêxwasên xwe. Gelek kes ji malbata Barzaniyan eciz in, lê nikarin dengên xwe derxin û hetta rexneyekê jî li wan bigirin. Asayişa PDK’ê xelk neçar dikir ku bi gora Barzanî sond bixwin da ku wan serbest berdin. Lê derew dikirin, ew serbest bernedidan. Li deverên desthilatiya malbata Barzaniyan dîktatoriyeke wisa heye ku li Koreya Bakur û li tu welatekî din tune ye.”
‘DIVIYA NAVÊ PDK’Ê PARTIYA MALBATA BARZANIYAN BÛYA’
Hamid behsa gendeliyên malbata Barzaniyan kir û got: “PDK divê navê xwe bike ‘Partiya Malbata Barzaniyan’. Tiştê ku malbata Barzaniyan dide gel, ne ji ber qenciya xwe ye, berevajî wê yekê, mafê gel e. Ji bo ku xwe dewlemend bikin, gel qir dikin.”
‘ROJA MALBATA BARZANIYAN TEMAM BÛYE, DIVÊ LI HÊVIYA ROJÊN REŞ BIN’
Fayiq Hamid bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Temamê welatên derdorê û cîhanê hatine ser axa başûrê Kurdistanê. PDK nikare başûrê Kurdistanê biparêze, lê belê gava ku kesek tasek av bide gerîlayekî PKK’ê, wê demê desthilata malbata Barzaniyan bi tometa sîxurî û xiyanetê wî destgîr dike. Ez ne kesê yekem im ki rexneyê li malbata Barzaniyan digire, li seranserê cîhanê gelek kes hene ku rexneyê li malbata Barzaniyan digirin. PDK û malbata Barzaniyan jî ji bo kuştina kesên mixalif kesên kirêkirî digirin. Êdî ew roj nema ku PDK bi kuştinê xelkê bêdeng bike. Roja malbata Barzaniyan temam bûye, divê li hêviya rojên reş bin.”