Merasîma xelatê ya 22’yemîn a Azadiya Raman û Îfadeyê ya Ayşenûr Zarakolû bi hevkariya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) li avahiya ÎHD’a Beyoglûyê hat lidarxistin.
Tevî parêzvanên mafên mirovan, hunermend, siyasetmedar û rojnamevan, saziyên hiqûqî û rêxistinên jinan jî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi sînevîzyona parêzvana navdar Ayşenûr Zarakolû dest pê kir. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî di merasîmê de axivî û diyar kir ku serdemek ku li cîhanê qedexe hene tê jiyîn. Gulseren Yoler anî ziman ku li Tirkiyeyê parvekirina medyaya dîjîtal jî dibe sedema binçavkirin û girtinê û wiha got: “Pêwîste têkoşînê xurt bikin û hem jî di asta navneteweyî de divê bê xurtkiin. Lê em dibînin ku têkoşîna me ya ji bo mafên mirovan gelek caran tê tepisandin. Lê belê divê em têkoşîna xwe berfirehtir bikin.”
‘LI WELAT ÎDEOLOJÎYA FERMÎ HEYE’
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî got, “Dema ku li cihekî tê gotin ‘azadiya îfadeyê qedexe ye’, divê li tiştên ku tên qedexekirin binêrin.” Keskîn diyar kir ku li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî heye û wiha domand: “Em behsa komara ku li ser qirkirinê hatiye avakirin û bi zîhniyeta ku ev qirkirin pêk aniye, dikin. Em behsa komara ku li ser nasnameya yekparêzî, wêrankerî hatiye avakirin, dikin. Li ser van tiştan axaftin pir zehmet e. Ayşe di salên 1990’î de yeka ku van îfade dikir. Wê demê axivî û pirtûkên xwe çap kirin. Wek mînak, ji ber pirtûka ku li ser Qirkirina Ermeniyan nivîsîbû, hat darizandin. Her wiha Ayşeyê cesareta wê hebû ku pirtûkeke mîna ‘Mêtingeriya Navdewletî ya li Kurdistanê’ ya Îsmaîl Beşîkçî çap bike. Dema ji aliyê kontrgerîla ve mirov dihatin qetilkirin û gund dihatin şewitînin ne hêsan e ku pirtûkek wiha bihata weşandin. Çima derbarê azadiya îfadeyê de xelatek li ser navê wîêheye? Ji ber ku wê ev tişt digotin û dinivîsandin.”
Sînan Zarakolû peyama dayika xwe Ayşe Zarakolû ya ji bo merasîma “Xelata Weşana Azadiyê” ya ku di sala 1998’an de li Elmanyayê hat lidarxistin, şandibû xwend.
Di merasîmê de spasiya nivîskara T24’ê Çîgdem Toker a ku ji ber “mafê raya giştî ya hînbûna rastiyê, azadiya wergirtin û ragihandina nûçeyan heta dawiyê parastiye”, hat kirin, rojnamevan Metîn Cîhan tevî ku ji ber nûçeyên çêkiriye hatiye cezakirin jî karê xwe berdewam kiriye û tevî qedexe û astengiyan jî Koma Hunerê ya Tiyatroyê ya Şano Ar bi israr got, “Bijî şanoya Kurdî, bijî zimanê Kurdî” hatin xelatkirin.