“Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ku ji aliyê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ve li Stenbolê tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye.
Dîrektorê Têkiliyên Navneteweyî yê Unite The Union Simon Dubbins peyamek bi dîmen ji konferansê re şand û got, “Ez Dîrektorê Têkiliyên Navneteweyî yê Unite The Union im ku li Qraliyeta Yekbûyî zêdeyî 1,2 milyon endamên xwe hene û Hevserokê Kampanya ‘Azadî ji Ocalan re ya li Qraliyeta Yekbûyî’ me. Silav û piştevaniya hemû sendîkayên li Qraliyeta Yekbûyî tînim ji vê konferansê re. Ji ber ku nekarî li wir bim lêborînê dixwazim, bi rastî jî cihê xemgîniyê ye; min gelekî dixwest li gel we bim. Lê belê ji ber berpirsyariyên xwe yên din vê carê nekarî li wir bim. Hempîşeyên min, tevgera sendîkayî ya li Qraliyeta Yekbûyî di mijara piştevaniya bi gelên bindest re xwedî rabirdûyeke dirêj in. Ji sekreterên me yên giştî Yên berê Jack Jones beriya bi salan li Spanyayê bi dilxwazî ma û li gel hêzên komarger li dijî hêzên faşîst ên Franco şer kir. Bi xwişk û birayên xwe yên li Efrîkaya Başûr re di têkoşîna li hemberî nebaşiya rejîma apartheidê de em mil bi mil bûn. Tevgera me ji aliyê piştevaniya bi pêvajoya aştiyê ya li Îrlandayê ve bi roleke girîng rabû. Me piştgirî da pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê jî û herî dawî em bi Fîlîstîniyan re bûn ku li dijî apartheid a Îsraîlê û qirkirina li Xezeyê têkoşiyan.
Ji ber vê yekê piştevaniya bi Kurdan re, piştevaniya bi tevgereke siyasî ya berfireh a ku nebaşiya DAÎŞ’ê ya li Rojhilata Navîn sekinand û dixwaze aştî û edaleta civakî bîne herêmê, ji bo pêwîstiyeke ji ber xwe ve ye. Lewma me kampanya Azadî ji Ocalan re di sala 2016’an de ava kir. Em zanin ku tevgera we û ya me xwedî heman nirxand e. Aştî, demokrasî, tevgirî, xweşbînî, mafên jinan, mafên karkeran, hurmeta li hawirdor û cîhanê ji nirxên me ne. Û em zanin ku tevgera we li gel zextên herî giran lê hate kirin jî ji bo xwegihandina van armancên xwe bêrawestandin kar kir. Bi salan e em ji bo azadiya Birêz Ocalan bang dikin. Ji ber ku ji dîroka xwe em zanin ku aştî dema ku herdu aliyan fêhm kir ku tundî û zext bi kêr nayê, dema ku ketin nava lêgerîna li çareseriyên mayinde ji bo pirsgirêkên rastî, hingî pêk tê. 10 salên dawî, beriya wê jî ji bo azadiya Birêz Ocalan û li ser rewşa Tirkiye û herêmê gelek nîqaş kir û hevdîtin pêk anî. Li sendîkaya min û li sendîkayên din û konferansa me gelek pêşnûme biryar hatin qebûlkirin. Me heyetên xwe yên piştevaniyê bi rêxistin kir û tevlî bûn. Me piştgirî da hewldana ji bo serdana Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Birêz Ocalan re. Ji bo dawî li tecrîda li dijî mirovahiyê ya li ser wî bê anîn me zexta siyasî kir û hewl dan kampanyayê li qada navneteweyî mezin bikin. Her wiha ji bo afirandina guherînê jî me hewl da zexta herî giran bikin. Dem bi dem ev rewş weke hêviyeke dûr û nepêkan hate dîtin. Ji ber vê jî bi destpêkirina hewldana nû ya ji nişka ve ya destpêka vê salê re em şok bûn û matmayî man. Lê belê ji şok û matmayîbûnê wêdetir ji ber bendewariya lihevkirin û aştiyê ya ku ev qonaxa nû ji herêmê re bîne em ketin nava kelecan û hêviyê. Li gorî nêrîna me, daxuyaniya ku Birêz Ocalan di 27’e Sibata îsal de da, xaleke werçerxê ya mezin e. Ji bo Tirkiye û Rojhilata Navînb i pêş ve bibe firsendeke bêhempa afirand.
Me ji gavên dîrokî re şahidî kir; weke kongreya taybet a awarte, îmhakirina çekan û û vekişîna hêzê. Bila gumana kesî nebe; Birêz Ocalan di banga aştiyê de cidî û samîmî ye, gavên hatin avêtin jî şênber û rasteqîn e. Lê belê divê dewleta Tirk bi tedbîrên şênber û heman astê de bersivê bide van gavên mezin. Bi qasî ku me fêhm kir, şert û mercên Birêz Ocalan hinekî hatibin başkirin jî hîn di asta tê xwestin de nikare serdanan qebûl bike. Hîn jî ne xwedî wê azadiyê ye ku cihê bixwaze biçe yan jî hevdîtinan bi mirovên dixwaze re bike. Ji ber vê jî her kes hîn li bendê ye ku xwedî wê azadiyê be ku ji bo pêkanîna aştî û lihevkirinê xwedî derfet be ku bi rola xwe rabe. Her wiha bi qasî ku me fêhm kiriye guhertinên destûra bingehîn û qanûnên nû yên ji bo pêşvebirina pêvajoyê hîn nehatine qebûlkirin. Bêguman em fêhm dikin ku hîn gelek zext û karên leşkerî dewam dikin ku divê bêne rawestandin. Lê belê ji bo piştgiriya bi pêvajoya aştiyê, em dibînin ku li hemberî rola civaka navneteweyî helwesteke redkirinê dewam dike. Divê ev yek jî bê guhertin û ji ber vê jî ez ê bi vê biqedînim. Em gavên ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatine destpêkirin silav dikin. Em gavên ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatin avêtin silav dikin. Ji bo avêtina gavên destpêkê, em wêrekiya ku hatiye nîşandan silav dikin. Em hewldanên DEM Partiyê û bêguman hemû aktorên siyasî yên ku alîkariyê didin pêşveçûnê, silav dikin. Tirkiye û herêm, di kêliyeke krîtîk de li ser biryardanê ye.
Ev rê jî dibe aştî û lihevkirinê. Rêya din jî tenê dikare rê li ber rijandina xwînê, êş û xizaniyê veke. Lewma dewleta Tirk jî di nav de gelekî girîng e ku her kes li ser rêya ber bi aştî û li hevkirinê biryarê bide. Em bang li dewleta Tirk dikin ku bi herdu destan bi vê kêliyê bigire, wêrek be, gavên pêwîst biavêje û destûrê bide ku civaka navneteweyî di vê rêwîtiyê de ya ji dest tê bike û piştgiriyê bide. Piştgiriya me ji bo we tekez xurt e. Dema ku hûn meşiyan em ê li gel we bin û banga xwe ya ji bo azadiya Birêz Ocalan bênavber dewam bikin. Hêvî dikim ku di demekî nêz de bêm serdana we. Û hêvî dikim ku şandeyeke ji Qraltiyên Yekbûyî were serdana Tirkiyeyê û biçe Girava Îmraliyê û serdana birêz Ocalan bike. Em ê bi tu awayî nehêlin hêviya me were qutkirin. Em ê mafê xwe yê hêvîkirinê bidomînin û di vê rêwîtiya we de her tim bi we re bin. Ez ji bo konferansa we serkeftinê dixwazim. Gelek spas dikim.”

