Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Dûran Kalkan di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî û li ser mijarên rojevê nirxandin kir. Dûran Kalkan bal kişand ser girîngiya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin û got: “Divê em pêngava cîhanî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, li her qadê bi awayekî berfireh û bi bandor pêş bixin. Divê em bi hêztir têbikoşin.”
Dûran Kalkan anî ziman ku heta ku azadiya Rêber Apo pêk neyê wê ti pêşketinên şênber pêk neyên û wiha pê de çû: “Divê em zêdetir têbikoşin. Pêwîst e rêbazên têkoşînê yên bi bandortir bên bikaranîn. Pêwîst e her roj têkoşîn bê kirin, ji her firsendê sûd werbigirin. Di vê mijarê de li çar parçeyên Kurdistanê têkoşînek heye, li hemû cîhanê têkoşîn heye. Divê ev bên pêşxistin. Bi taybetî li derveyî welat li Ewropayê ji bo 1’ê Mijdarê seferberî hatiye îlankirin. Çalakî her roj tên kirin. Di 10’ê Mijdarê de wê li Îngilistanê çalakî bên lidarxistin. Di 16’ê Mijdarê de wê li Kolnê meş û mîtîngek bê lidarxistin. Ji bo wê seferberî hatiye îlankirin û bangawazî tên kirin. Divê jin, mêr, ciwan, kal, zarok, welatparêz, hemû Kurd, hemû mirovahiya demokratîk beşdarî vê têkoşînê bibin. Divê em ji bo her kesî beşdar bikin bixebitin.”
Nirxandinên Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi vî rengî ne:
“Berî her tiştî ez Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Di 23’yê Cotmehê de bi biraziyê xwe re hevdîtin pêk anî. Axirê piştî 43 mehan vê carê hevdîtin pêk hat.
Kêm be jî guhertinek heye. Guhertineke bingehîn tineye, lê guhertineke qismî heye. Helbet em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo agahdar bûn û me silavên wî wergirtin. Ev tenê jî têra guhertina rewşê kir. Girtina silavên Rêber Apo, bihîstina dengê wî û agahdarbûna ji tenduristiya wî, bandor li ser rewşê kir. Hemû hêzên demokratîk, jin, ciwan, gelê me, dostên me di nava coş û kelecanekê de ne. Moralê wan pir bilind e.
Her wiha bandoreke xurt li derdora siyasî jî kir. Ev yek bi awayekî eşkere asta bandora Rêber Apo nîşan dide. Tevî hemû gotinên dijber, hat dîtin ku bê Rêber Apo çiqasî bandorê li ser civakê, li ser derdorên demokratîk, li ser jin, ciwan, kedkar û kedkaran û li ser siyasetê dike. Divê em careke din binê vê yekê xêz bikin.
Li aliyê din ev rewş bi têkoşînê derket holê. Divê ev yek weke encama têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî ya ku 26 sal in tê meşandin bê dîtin. Îmralî encama têkoşîna li dijî pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ye. Di wateya teng de, divê wekî encama pêngava cîhanî ya azadiyê ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de dest pê kir, were dîtin.
TÊKOŞÎN ENCAMÊ DIDE
Di dawiya sala yekem de têkoşîna salekê gaveke girîng avêt û ji bo şikandina tecrîdê destpêkek çêkir. Me cara berê behs kiribû, ji ber vê yekê niha pêvajo ber bi bidestxistina encamê ve diçe. Em ji vê yekê bi hêvî bin, em bêtir têbikoşin. Bi rastî, ev bû destpêkek. Têkoşîn encam dide, têkoşîn bi ser dikeve. Me bi vê encamê ev yek bi zelalî dît.
Bi vê boneyê ez li ser navê partiya me hemû kesên di nava pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd ku ketiye sala xwe ya duyemîn, ked dane pîroz dikim. Ez têkoşîna wan silav dikim.
Pê pêvajoyê destpê kir, wê dewam bike. Divê em vê bibînin fêhm bikin. Hêvî, bawerî û îradeya me divê li ser vê bingehê hîn xurt be.
Rêber Apo bi hevokekê bersiv da her kesî û helwestek nîşan da ku rê li ber nîqaşên nû veke. Ev gelekî girîng e. Divê ev jî bê dîtin. Ji ber ku bang hatibûn kirin, wî bi xwe jî bersiv da. Got, xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku pirsgirêka Kurd derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bike. Li ser vê bingehê yên ku dibêjin hêza Apo nîne, nikare tiştekî bike, rêxistin guh nade wî, gel guh nade wî, eşkere bû ku derewan dikin. Hêza xwe nîşan da. Piştre jî hevserokatiya me bi navê tevgera me û gelê me ragihand ku ew ê piştgiriyê bide her şêwe têkoşîna Rêber Apo û helwesta wî.
NABE KU RÊBER APO DI NAVA SÎSTEMA ÎMRALIYÊ DE BE
Vê yekê çi nîşan da? Aliyê Kurd yek û yekpare ye. Aliyê Kurd li her cûre çareseriya siyasî û demokratîk, ji danûstandin û nîqaşê re vekirî ye. Ev yek bi şênberî nîşan da. Pêşî li wan hêz û kesan girt ku li gorî xwe, bi nêrînên pûç hewl didin rewşê tevlîhev bikin. Ya rast, dikare bê gotin; ma kesên bi wî rengî qet guhdarî dikin? Ji vê yekê bi bandor dibin? Ew meseleyeke cuda ye. Dibe ku guh nadin, li gorî xwe tevdigerin. Lê belê rastî li holê ye. Yên guh didin vê yekê hene, yên guh nadin hene. Lewma ev mijar jî girîng e.
Li ser vê bingehê çi diqewime, dikare bi roleke çawa rabe? Hinekan bang li Rêber Apo kiribûn ku bi rola xwe rabe. Rêber Apo got, ew amade ye û xwedî wê hêzê ye. Bêguman ji bo vê jî divê şert û mercên guncaw bêne avakirin. Bêguman bi rengekî tecrîdkirî, li Îmraliyê nabe. Ji ber ku karekî çalak divê. Ji bo vê hewldaneke 24 saetan divê. Divê karibe bi her kesî re têkiliyê dîne. Divê karibe nêrîna her kesî werbigire. Ji ber vê jî nabe ku di nava sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de be.
Bi rastî jî eger tê xwestin, Rêber Apo bi rola xwe rabe, derdorên navborî eger taktîka şerê taybet nakin, wê demê divê şert û mercên guncaw biafirînin. Bi rengekî din nabe. Eger gaveke bi vî rengî neavêjin, hingî qet nikarin baweriyê bidin.
Ji xwe bala xwe bidinê; zêde bawerî jî nedan. Her kes bi guman nêzî van bangan bûn. Gotin, ev ji ku derket. Halbûkî rewşeke gelekî xwezayî bû. Ji ber vê jî divê şert û mercên tenduristî, ewlekarî û karkirina bi rengekî azad ji bo Rêber Apo bêne afirandin. Hevserokatiya me jî ev yek bi şênberî raxist pêş çavan.
Divê karibe bi her kesî re hevdîtinê bike. Ji xwe her kes jî dixwaze wî bibîne. Weke rêveberî em jî dixwazin bibînin. Naxwe kesek bi tena serê xwe nikare tiştekî bike. Kesek pêşengiyê dike, tevgerekê ava dike, rê li ber civakê dixe. Divê xwedî derfetê be ku karibe van bike. Ji ber vê jî Rêber Apo helwesta xwe nîşan da, hêza xwe raxist pêş çavan. Ya mayî jî afirandina şert û mercên guncaw ên vê yekê ne. Bêguman yê ku vê biafirîne jî Rêber Apo nîne. Yên li derveyî Rêber Apo divê van şert û mercan biafirînin.
Raya giştî, her kesî, me hemûyan helwesta şênber dît. Wezîfe ji bilî Rêber Apo dikeve ser milê me hemûyan. Wezîfeya afirandina şert û mercên guncaw li ser milê me hemûyan e. Divê em hîn bi xurtî têbikoşin.
Ev wezîfe di heman demê de li ser milê wan hêzan e ku sîstema Îmraliyê ava kirine û bang kirin. Yanî ew ê bi xwe guhertinê bikin. Wê helwesta xwe ya heyî biguherînin. Ev yek dikare bê gotin.
YEKANE KESÊ KU KARIBE ÇARESERIYA SIYASÎ DEMOKRATÎK PÊK BÎNE RÊBER APO YE
Em vê yekê bibêjin. Careke din ev hate dîtin. Bi rastî jî yekane kesê ku karibe çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk bîne, aştiya Tirk misoger bike û pêşengiyê ji pêvajoyê re bike Rêber Apo ye. Ev li ber çavan e. Rêveberiya me eşkere kir. Rêber Apo îradeya demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd temsîl dike. Muzakerevanê me yê sereke ye. Bila ti kes bi gotinên vala tevlîheviyê neke.
Li aliyê Kurdan rastî ev e, bi vê wesîleyê dixwazim vê yekê careke din destnîşan bikim. Herî dawî Rêber Apo çi got? Got, tecrîd dewam dike. Rast e, tecrîd dewam dike. Tecrîd sîstema êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ya 26 salan e. Tecrîd ne rewşeke 3 mehan e. Ev sîstem bi xwe ye.
Wê demê ji bo şikandina tecrîdê, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê em têkoşîneke hîn xurt û bi bandor bimeşînin. Ev yek ji bo me hemûyan bang û fermaneke. Tecrîd heye û eger hûn dixwazin guhertin pêk were, çareserî pêk were û daxwazê ji Rêber Apo dikin ku bi rola xwe rabe, wê demê hûn ê li dijî vê tecrîdê têbikoşin. Hûn ê têkoşînê hîn xurt bikin. Me pêwîstiya vê yekê careke din dît. Fêhm kir.
Wê demê divê kes xwe sist neke, ku hevdîtin bi Rêber Apo re çêbûye û rewşa wî ya tenduristiyê baş e. Divê kes nebêje tecrîd hatiye şikandin. Divê kes rewşê normal nebîne.
HER TIŞT BI AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE
Bêguman divê em hîn bêhtir baldar bin, hîn bêhtir bi rêxistin bin. Divê em pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê hîn berfireh û xurt bikin. Divê em hîn bi xurtî têbikoşin. Ti carî têkoşînê lawaz nekin. Her tişt bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Heta ku ev pêk neyê pêşketineke şênber jî çênabe.
Lewma wezîfe dikevin ser milê me. Divê em têkoşînê hîn bi xurtî û bi bandor bimeşînin. Ji xwe sala duyemîn a pêngavê jî li ser vê bingehê destpê kir. Li her qadê têkoşîn dewam dike. Ji Amedê destpê kir, li çar aliyên cîhanê belav bû. Li her qadê Kurdan, dostên wan, derdorên demokratîk, gelan, jinan, ciwanan bi rastî jî bi xurtî têkoşîn meşandin.
Divê mirov hîn bi xurtî têbikoşin. Pêwîste rê û rêbazên têkoşîneke hîn bi bandor bêne bikaranîn. Divê her roj têkoşîn bê memşandin, her derfet û firsend bêne bikaranîn. Di vê mijarê de li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn heye, li çar aliyên cîhanê têkoşîn tê meşandin. Divê ev yek bê xurtkirin. Bi taybetî li derveyî welat, li Ewropayê ji 1’ê Mijdarê û pê ve seferberî hatiye ragihandin. Her roj wê çalakî bêne lidarxistin. 10’ê Mijdarê li Brîtanyayê çalakî pêk tê. Di 16’ê Mijdarê de li Kolnê wê mîtîngek bê lidarxistin. Yên ku seferberî ragihandine bangê dikin. Divê jin, mêr, ciwan, extiyar, zarok, welatparêz, Kurd hemû û mirovahiya demokratîk tevlî vê têkoşînê bibin. Ji bo her kes tevlî bibe divê kar bê kirin.
Seferberî divê. Bi taybetî jin û ciwan ji bo pêşengiyê bikin divê bi rengekî seferberiyê bixebitin. Li derveyî welat divê ciwanên Kurd 24 saetan nesekinin û bixebitin. Divê helwesta herî xurt li Kolnê careke din bê nîşandan. Mîtînga li Kolnê ya beriya niha di vê têkoşînê de diyarker bû. Ev mîtîng jî divê careke din diyarker be. Armanc ev e. Ji xwe armanceke bi vî rengî tê destnîşankirin. Em dibînin ku wergirtina encamê nêz e.
Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo êdî ne tenê mijareke nîqaşê, fikrî û nirxandinê ye. Veguheriye armanceke şênber a pratîkî. Ewqasî rojane bûye. Wê demê ji bo pêkanîna vê yekê divê em bi rengê seferberiyê têbikoşin. Banga me ji bo vê têkoşînê ye.
ŞER DEWAM DIKE
Ne tenê MHP, di vê pêvajoyê de hema hema hemû partiyên sereke beşdar bûn, nêrînên xwe anîn ziman. Me dixwest van cidî bigirin, bi baldarî binirxînin. Daxwaza me ev bû. Lê belê bala xwe bidinê, ti jê nebû cihê baweriyê. Her kesî nirxandineke welê kir, ku gelo lîstikeke, hîleyeke. Bi wî çavî lê nihêrîn. Li Kurdistanê, li Amedê, li Wanê li qadan her kes bi fikar nêzîk bûn. Gotin, dibe ku taktîka şerê taybet be. Rêveberiya me di vê mijarê de hişyarî da. Got, em ji her cûre taktîka şerê taybet hişyar in, amade ne. Di vê mijarê de me tecrûbe ji berê wergirt; bila kes careke din lîstikê li me neke. Lê belê herî dawî bi rastî jî nêzîkatiyeke îhmalkarî hate nîşandan. Rewşeke mîna pêlekê heye.
Hinek radibin wê çalakiê dikin hincet. Di wê mijarê de jî yanî HPG’ê daxuyaniya pêwîst da. Çalakgeran bi xwe eşkere kirin. Gotin, armanca me xurtkirina doza Rêber Apo ye. Hinek radibin dibêjin; li dijî tevgerê, li dijî Rêbertî provokasyonê dikin. Çalakgeran ji xwe berê nîşan dan ku tiştekî bi wî rengî nîne.
Şer heye, dewam dike, bi dawî nebûye, tiştekî ku her kesî pê ve girê bide nîne. Nayê fêhmkirin ku hewl didin vê yekê bikin bahane. Rêveberiya me destnîşan kir ku ti têkiliya xwe bi pêvajoyê re nîne. Ya rastî ev e. Kesî ferman neda, ku di filan demê de filan tiştî bikin. Yên ku dema xwe tespît kir û pêk anî, çalakger bi xwe ne. Haya wan jî ji hevdîtina bi Rêber Apo re teqez tine bû. Ji xwe em bi wê jî zanin.
ÇALAKÎ JI BO HIŞYARKIRINÊ NE
Divê mirov xumamî nekin. Dixwazim vê yekê bibêjim. Divê ev yek weke sedemeke ji bo astengkirinê neyê dîtin. Eger armanc sûdwergirtin be, ji bo dîtina metirsîdariya rewşê, ji bo dîtina rewşa heyî ya şer vê çalakiyê hişyar kir. Yên ku bi rastî jî dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, yên ku dixwazin Rêber Apo di vê çareseriyê de bi rola xwe rabin, wê encameke welê ji vê bûyerê derxînin ku eger çareserî pêk neyê rewş wê hîn bêhtir metirsîdar bibe. Wê nekeve nava helwesteke berevajî vê yekê. Her wiha lîstika gelek hêz û kesan xera kir ku di çarçoveya şerê taybet de nêzîk dibin. Piştî ku lîstika wan xera bû, vê carê jî ji bo xwe rizgar bikin sûc û berpirsyarî xistin stuyê hinekan.
Aliyekî vê yekê yê bê qebûlkirin nîne. Bi rastî jî me tiştên nû ji Devlet Bahçelî jî ji Ozgur Ozel jî bihîst. Gotin Kurd, pirsgirêka Kurd. Bİ taybetî Ozgur Ozel, serokê nû yê CHP’ê li Amedê qala çareseriya demokratîk, tevlîbûna tevahiya civakê û pêşîvekirina li siyaseta demokratîk kir. Ev bi rastî jî tiştên girîng, erênî û nû bûn. Ya berê tê zanîn. Qala kart kûrt dikirin. Kurd nedihatin qebûlkirin. Êdî dibêjin Kurd. Hatin wê astê ku hebûna Kurdan qebûl bikin. Bêguman ev yek jî bi têkoşînê bû. Pêwîstî pê nîne ku ev mijar careke din bê nirxandin. Lê belê encam di vê astê de bû.
Di vê mijarê de ji bo serokê giştî yê CHP’ê dikarim vê bibêjim. Eger gera xwe ya Kurdistanê dewam bike wê baş bibe. Li wê derê bila ne tenê bi rayedarên fermî yan jî saziyan, berpirsyarên saziyan re hevdîtinê bike. Eger tevlî nava gel bibe, guh bide jin, ciwan, dikandarên Kurd… Bi rastî jî Kurd çi difikirin? Ji ber ku ev yek got. Heta ku Kurd nexwazin, qebûl nekin wê tiştek pêk neyê. Wê demê Kurd daxwaza çi dikin? Divê bala xwe bidin ser vê mijarê.
Divê ev yek ji raya giştî ya Tirkiyeyê re jî bê vegotin. Divê li Amedê cuda, li Enqere û Stenbolê cuda nebe. Divê her kes bi rengekî rast bê agahdarkirin. Lewma em vê yekê pêşniyar dikin.
DIVÊ TÊKILDARÎ DERDORÊN RANTXUR BALDAR BIN
Pêwîstî pê nîne ku pirsgirêk şexsî bê nîşandan. Her wiha pêwîstî pê nîne ku li hemberî Rêber Apo nêzîkatiyeke bi kompleks bê nîşandan. Ev yek helwesteke erênî nîne. Ewqas mirov li ser diaxive, dinirxîne. Ewqasî têkoşiya ye, fikir afirandiye. Li cîhanê ewqasî alîgirên xwe heye. Divê hurmet jê re bê nîşandan. Em bêhurmetiyê li wan nakin. Lê belê divê her kes jî zanibe ku bi hurmet tevbigere. Ma ji bo berjewendiyê xwe vê dike? 26 sal in ji bo berjewendiyê xwe li êşkencexaneya Îmraliyê ye? Kî dikare vê bibêje? Ev şaş e. Divê em di gotin û helwesta xwe de hevgirtî bin. Divê mirov neke amûrek ji siyaseta rojane. Divê mirov rastiya Rêber Apo, pirsgirêka Kurd nekin amûrek ji berjewendiyên siyasî. Şaş e ku bikin malê berjewendiyên siyasî yên rojane.
Di vir de bi esasî ez ê vê yekê bibêjim. Pêwîstî pê nîne ku zêde tiştekî bibêjim. Ji ber ku li holê tiştek nîne. Lê belê me dixwest hîn bêhtir tişt bibe. Me dixwest bi baldarî guhdarî bikin, fêhm jî bikin. Sekna me hîn jî di vê çarçoveyê de ye. Lê belê ev yek hate dîtin. Nîqaşeke di vê astê de jî ev yek nîşan da. Gelek derdor hene ku li ser pirsgirêka Kurd û şerê ji ber pirsgirêkê rantê bi dest dixin. Ya rast, van nîqaşan tiştek neafirandin. Ji niha û pê ve wê biafirîne yan na, em bi wê nizanin.
Lê belê me careke din ev dît. Me rantxur dît. Bi rastî jî yên şervan û yên rantxur çawa ji hev cuda bûn? Ziravê rantxuran qetiya ku dema şer biqede, ev pirsgirêk ber bi çareseriyê ve biçe wê çawa berjewendiyên xwe ji dest bidin. Hezkirina wan a ji Tirkan re nîne. Ji windakirina berjewendiyên xwe ditirsin. Me ev yek dît.
Mirov dikare bibe şervanê fikrekî şaş. Lê belê fikrek rast e yan jî şaş e, li gorî hinekan rast e, li gorî hinekan şaş e. Şervaniya wî fikrî tiştekî cuda ye, rantxuriya wî tiştekî cuda ye.
Derdoreke mezin heye ku rantxuriya vî şerî dike. Radibin dibêjin Devlet Bahçelî qala çi dike, divê neaxive. MHP aliyekî vî şerê 40 salan e. Divê her kes bi vê zanibe, bibîne. Ji Devlet Bahçelî jî wêdetir. Em baş pê zanin bê li eniyê kî şer dike. Ji ber ku cewhera vê têkoşînê têkoşîneke mejî ye, têkoşîneke îdeolojîk e. Fikrê demokratîk ê li ser bingeha azadiya Kurd, îdeolojiya welatparêziyê li hemberî neteweperstiyê, li hemberî zayendîperestiyê, li hemberî dewletperestiyê şer dike. Li hemberî desthilatdarîperestiyê şer dike, aliyek jî wê diparêze.
Divê li dijî rantxuran helwest bê nîşandan. Divê rantxur bêne teşhîrkirin. Beriya her tiştî eger wê tiştek bibe, divê rantxur bêne eşkerekirin û maskeya li ber rûyê wan bê xistin. Piştre pêşketinên din dibe. Ji ber ku gelekî tehrîk dikin. Bi her cûreyî derewan dikin. Ti eleqeya wan bi rastiyê re nîne. Li gel ku bi tiştekî nizanin jî weke ku her tiştî zanin diaxivin.
Têkildarî PKK’ê ewqas tişt axivîn ku ti agahiya wan nîne. Ti ji gotinên wan rast nîne. Timî derewan dikin. Lê belê mirovan dixapînin, mejiyê wan dişon. Ji bo berjewendiyên xwe ji dest nedin. Ji bo rantê winda nekin. Divê ev yek bê dîtin. Lewma vê pêvajoyê rantxurî nîşan da. Divê mirov destpêkê li hemberî rantxuriyê têbikoşin.
ÇALAKIYA TUSAŞÊ JI ALIYÊ LEŞKERÎ VE SERKETÎ YE
Têkildarî şer HPG û YJA Star daxuyaniyê didin. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî jî nirxandineke berfireh kir, li ser pêvajoya deh salên derbasbûyî. Agahiyên berfireh da, hîn şênber bû.
Tiştekî ku em lê zêde bikin nîne. Nêrîn, nirxandin, bang û lêgerînên çareseriyê hatin kirin ku em tevlî dibin. Ji bilî van mirov dikare çi bibêje? Di 23’ê Cotmehê de li Enqereyê li TUSAŞ’ê çalakî hate lidarxistin. Çalakiya fedaî bû. Weke dewama çalakiya 1’ê Cotmehê ya par a li Enqereyê bû. Bêguman vê çalakiyê ev pêvajo gihand asta herî bilind. Kir ku her kes careke din li ser şer bifikire. Eniya mêtingerî, faşîst û qirker hejand. Têkoşînan gerîla derbasî asteke bilind a nû kir.
Ji aliyê leşkerî ve çalakiyeke yekpare û ji her alî ve çalakiyeke serketî bû. Lewma hevrê Asya Alî û Rojger Hêlîn ên ku çalakî kirin bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Bi rastî jî xeta Zîlan bi rengekî bêhempa bi serketî bi cih anîn. Dan ser şopa Sara û Rûken, Rojhat û Erdal. Ew kevneşopî, ew xet bi serketî dewam kirin.
Çalakî ji aliyê encamên xwe ve serketî ye. Hedefeke leşkerî ye. Cihekî welê ye ku makîneyên bi salan e li Kurdistanê pê komkujî tê kirin, lê têne hilberandin. Ji vê mezintir qadeke leşkerî nîne. Ti eleqeya wan gotinan nîne ku dibêjin ev der qadeke sivîl e.
Lewma xeta Apoyî û ruhê fedaî di asta herî bilind de hate nîşandan. Rastiyê nîşanî me hemûyan dide. Bi şênberî nîşan da ku ruhê dema nû divê çawa be, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi ruhekî çawa yê milîtaniyê û xeteke çawa dikare bi ser bikeve. Em dikarin li ser vê mijarê bi vî rengî biaxivin.
Bêguman çalakiya gerîla ne tenê ev bû. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî daxuyanî da, agahî da. Hevalên Cemal û Zozan daxuyanî dan. Li Bakur şer dewam dike. Li her qadê şer diqewime. Derb li dijmin tê xistin, gerîla şehîdan dide. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî zêde dibin. Li Zapê li Girê Bahar, li Girê Cûdî dema dawî derbên giran li dijmin hatin xistin.
ARTÊŞA TIRK XWE KILÎD KIR
Her wiha bi wesîleya salvegera 32’an a şehadeta fermandara me ya nemir Şehîd Bêrîtan li her qada Zapê, ji Metîna heta bi Xakurkê li her qadê çalakî bûn, çalakî hîn jî dewam dikin. Li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke mezin dewam dike.
Fermandariya me ya biryargeha navendî got, ‘xwe kilîd kirin’. Dema ku hewl dan hin tiştên din kilîd bikin, gerîla êrîşên dijmin, êrîşên mêtingerî û dagirkeriyê kilîd kir. Yanî digotin meha Mijdarê, qala nava payîzê dikirin. Niha dibe Mijdar, hevalan diyar kirin. Vê carê wê bibêje meha Xwedê nîne. Adar, yan jî Mijdara bê, yan jî havîna bê. Bi vî rengî dewam dike. Çil sal in bi vî rengî ye. Wê demê destpê kirin.
Piştî çalakiyên li Dihê û Şemzînanê gotin di nava 24 saetan de em ê van bermahiyên şûran tine bikin. 24 saet qediya nebû, 48 saet qediya nebû, 72 saet qediya nebû, dest ji saetê berdan. Ji wê rojê û vir ve bi vî rengî dewam dike. Lewma rewş û têkoşîna gerîla, xeta ruhê berxwedanê û rewşa xwenûkirinê ya gerîla, xeta berxwedanê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, xeta berxwedanê ya li Bakur ev hemû ji aliyê fermandariya me ya biryargeha navendî ve têne nirxandin.
Bûyerên rojane her roj bêkêmasî ji raya giştî re têne ragihandin. Her kes pê zane. Lewma şer û berxwedaneke mezin heye. Me jî ev yek anîn ziman. Hevalên me jî anîn ziman. Pêwîstî bi dubarekirinê nîne.
Vê yekê dikarim bibêjim. Li ser navê rêveberiya partiya me gerîla, fermandar û hêza şerker a HPG û YJA Starê hemûyan ku bi lehengî şer dikin, silav dikim. Di serî de berxwedana li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê hemû şehîdên leheng ên berxwedana li her qadê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.
PKK LI BER XWE DIDE Û JI KOKÊ VE RADIKE
Dema ku em bên ser eniya dijmin; ketine nava lêgerînên nû ku ev yek jî nîşan dide ku di şer de xitimîne, kilîd bûne. Encama vê yekê ye. Naxwe ji ber xwe ve nabe. Ya ku bû sedem ku ewqas rêveberên partiyan biaxivin, ev rewş bû.
Li aliyê din dawiya meha Cotmehê tê. Di 30’ê Cotmeha 2014’an de bi navê çalakiya têkbirinê biryarek wergirtibûn. 10 sal derbas bûn. Ya rast ne 10 sal in. Li ser wê bingehê wê encam werbigirta. Vê pêvajoyê 10 salan dirêj kir. Niha her kes dibêje plana têkbirinê bi xwe têk çû. Û yên ku ew xistin meriyetê bi xwe têk çûn. Plan bi xwe têk çû, ji hev ket. Bi ser neket. Ev yek eşkere û şênber e.
Divê em bi vê yekê zanibin. Di 30’ê Cotmeha 2014’an de wan planeke bi vî rengî kirin, biryar wergirtin. Rêveberiya AKP’ê piştre MHP tevlî vê kir. Piştre PDK û îro jî Iraq tevlî kiriye. Hewl dide hêzê ji her kesî werbigirin. Carna diçe Washingtonê, carna berê xwe dide Moskowayê. Niha jî hewl dide Çînê tevlî bikin. Wan tinekirina PKK’ê û eciqandina gerîla ji xwe re kirine armanc. Encama 10 salan li holê ye, bi ser neketin. PKK, gerîla li ser piyan e, li hemû eniyan şer dikin. Hêzên dagirker mêtinger faşîst ji kokê ve radikin. Ev yek rastiyeke.
Di sala 2014, 2015’an de me li hemberî AKP, MHP’ê şer ranegihand. Pêvajoya ku sala 2013-14’an destpê kir ji aliyê me ve nehat xerakirin. Tayyîp Erdogan bi xwe xera kir, got, ‘Ez nas nakim’. Eşkere bû ku di Adar, Nîsana 2015’an de wan bi xwe plana çalakiyê amade kirine, amadekariya şer kirine. Wan armanca tinekirinan PKK’ê danîn pêşiya xwe. Ji bo vê yekê bi hêza leşkerî bikin, di nava 10 salên derbasbûyî de piştgirî ji hemû dewletên cîhanê wergirtin. Xiyaneta Kurdan jî dan pêşiya xwe. Di asta herî bilind de bûn yek. Guh nedan ti hiqûqa şer, exlaqê şer. Serî li her rê û rêbazên neyînî dan, amûrên qedexekirî bi kar anîn. Êrîşên herî hovane kirin. Encam jî bi ser neketin. Êrîşên AKP-MHP’ê yên li ser bingeha plana têkbirinê hatin kirin, têk çûn. Li bin ketin. Divê her kes vê bibîne. Ew neçar in bi xwe jî qebûl bikin. Eger qebûl nekin û li gorî vê helwestê nîşan nedin wê hîn bêhtir zerarê bibînin. Rastî ev e. Em vê yekê bi vî rengî destnîşan bikin.
Ji niha û pê ve wê çi bibe, wê helwesteke çawa nîşan bidin em bi wê nizanin. Lê belê eşkere bû ku nikare plane heyî, êrîşên heyî dewam bikin, nikarin encamekê jê werbigirin. Gelek derdor ji wan re dibêje, jê vegere, ev yek zerarê dide we. Dibêjin, hûn nikarin bi vê bi ser bikevin. Gelo wê karibe bi wî aqlî tevbigerin an na? Wê karibin wê îradeyê nîşan bidin? Wê karibin nêzîkatiyeke bi berpirsyarane ya bi wî rengî nîşan bidin yan na? Em bi wê nizanin. Eger ev nebe bi rastî jî wê Tirkiyeyê bixin nava felaketeke mezin. Êdî kesekî din wê nikaribe rizgar bike. Wê nebaşiya herî mezin li Tirkiyeyê kiribin.
LI ŞENGAL Û ROJAVA HIQÛQA ŞER TÊ BINPÊKIRIN
Di çarçoveya nîqaşên nû de qala hezkirina ji Kurdan dikin. Di heman demê de êrîşî Şengalê, Rojava dikin. Av, elektrîkê li ser Kurdan dibirin, qetil dikin û bi vê jî pesnê xwe didin. Em van êrîşan nîqaş bikin. Bi rastî jî armanc çi ye, divê çi bê kirin? Ji êrîşên heta niha bêhtir di vê demê de kirin. Lîstika wan xera bû. Diyar e ku ev bang hemû ji bo sistkirina berxwedanê bûn. Ji ber ku lîstika wan xera bû bi hêrs êrîş kirin. Yanî çalakiya gerîla ya li Enqereyê ji bo êrîşên xwe yên li ser Rojava, Şengalê û deverên din dikin hincet. Ecêb e.
Çalakiya gerîla ya li Enqereyê çalakiyeke çar ji çaran a leşkerî bû. Zerar neda sivîlan. Çalakiyek li gorî hiqûqa şer bû. Lê belê tiştên ku wan kirin li holê ye. Li Şengalê, li Rojava êrîşên wan li holê ne. Tiştekî ku li hiqûq, exlaq û pîvana şer nayê. Bi giştî êrîşî sivîlan, zarokan, malên wan, derfetên wan ên jiyanê kirin. Çi eleqeya vê yekê bi çalakiya li Enqereyê re heye, ku li Rojava, li Şengalê komkujiyê li Kurdan dikin. Berê jî dikirin. Li Bakur, li Herêmên Parastinê yên Medyayê timî kirin. Li Efrînê kirin, li Serêkaniyê jî kirin. Niha li Rojava, li Şengalê dikin.
Qaşo li gorî xwe hincetek peyda kirine. Lê belê rêveberiya me hemû îfade kirin, hevalên me dinirxînin. Sûcê şer e. Li ber çavan sûc dikin, komkujiyê dikin. Li hemberî vê yekê sekneke girîng, berxwedaneke girîng a gel heye. Berxwedana gel û hêzên azadiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav dikim.
Bi taybetî çalakiyên hêzên rizgariya Efrînê silav dikim. Ji xwe ew xwedî wî mafî ne ku bi her şêweyî têkoşînê bimeşînin, di heman demê de divê vê yekê ji xwe re weke wezîfeyekê bibînin. Bi rengekî din nabe. Tiştên ku li Efrînê hatin kirin li ber çavan e, ti jê nikare bê jibîrkirin. Bi esasî çalakiya li Enqereyê hîn li çapemeniyê belav nebû bû ji aliyekî ve DYE’yê, ji aliyê din ve jî Rûsyayê weke serokdewlet di cih de gotin em xwedî li Tirkiyeyê derdikevin. Niha li Rojava, li Şengalê komkujî têne kirin. Bûyerên li Xezeyê, yên li deverên din têne nîqaşkirin. Rêveberiya Îsraîlê rabû got, ‘Tu min rexne dike, lê belê tiştên tu li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike çi ne?’ Hindik mabû bibêje, em ji te hîn bûn, ku berê Hîtler jî heman tişt gotibû. Gotibû, em ji Tirkan hînî van bûn. Rewşeke bi heman rengî heye, deng ji kesî nayê. Dema ku Kurd li hemberî qirkirin û mêtingeriyê çalakiyê bike dibe sûcdar, têne şermezarkirin. Lê belê Tirk jî dikare li Kurdan bixe, her kes jî dikare li Kurdan bixe, ev yek jî weke mafekî tê nîşandan. Kes li hemberî vê helwestê nîşan nade.
BERTEKA LI HEMBERÎ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
Edalet li kuderê ye? Gelo ma heq û hiqûq ev e? Ma eve edalet? Sîstema cîhanê ya îro, desthilatdarî, edaleta sîstemê ya ku dibêje em her tiştê diparêzin, ma eve hiqûq? Nelet li sîstema cîhanê ya wiha be. Sîstemeke evqasê bêedalet, bêheq û zalimane feydê nade ti kesê. Di dawiyê de wê ti feydeya vê ji xwediyên wê re jî nebe. Destnîşankirina vê yekê girîng e.
Li aliyê din tê diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker komkujî û qirkirinê pêk tîne. Ya esas dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vale bike. Dixwaze civaka Kurd a li wir jî, gelên li ser xeta netewa demokratîk bi Kurdan re dijîn jî ji wir bide revandin. Armanca van êrîşan ev e. Divê bi rastî jî em hemû vê yekê baş bibînin. Divê gelê ku li wir dijî, baş bibîne. Divê mirov li dijî vê armancê derkeve, divê derfetê nede. Dijmin bi hemû kiryarên xwe dixwaze gelê li wir bide revandin. Wê demê di serî de ciwan, divê hemû gel xwedî li xak û gundê xwe derkeve. Eger em bimirin, em li ser xaka xwe bimirin, bila gora me li wir bimîne, hestiyên me li wir bimînin. Çi cih din nîne ku em biçinê. Divê bi berxwedanê ev zalim bên têkbirin.
Teqez bila ti kes cih û warê xwe neterikîne, lê bila tedbîrên xwe bigire. Helbet bila bikeve rêkûpêkiya leşkerî û berxwedanê. Helbet bila têkoşîn bike, wê bike jî. Ti kes nikare ji têkoşînê pêşî li wan bigire. Lê belê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrube bi dest xistin û pijiyan. Bi salane di nava şer de ne, fêr bûn. Tama jiyana azad jî girtin. Wê demê bi têkoşînê jî be, bi şerkirinê jî be afirandina jiyana azad bi nirx û wate ye. Ji bo wê divê hewldan bê kirin. Lewma divê ti kes warê xwe neterikîne. Gelek plan têkildarî vê yekê hene. Divê ti kes neyên wan lîstokan. Divê berxwedan hîn zêdetir bê pêşxistin.
ROJAVA ŞOREŞA HER KESÊ YE
1’ê Mijdarê, salvegera 10’emîn a roja Kobanê ya Cîhanê ye. Kobanê di 1’ê Mijdara 2014’an de li her çar aliyên cîhanê bi berxwedana navneteweyî ya hemû gelan, jinan û ciwanan pêk hat, li ser piyan ma û heta roja îro hat. Yanî keda her kesê heye. Şoreşa azadiyê ya Rojava, şoreşa her kesê ye. Rastiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo her kesê rastiya hêviyekê ye. Ji bo her kesê ronahiyek e, mîna stêrkekê dibiriqe.
Bi ruhê 1’ê Mijdarê ez bang li hemû kesê ku beriya 10 salan şoreş parastin, dikim; îro jî ji bo çewisandina şoreşê heman êrîş hene. Wê demê DAÎŞ’ê êrîş dikir. Îro xwediyên esas ên DAÎŞ’ê êrîşa heman pêk tînin. Hem jî li Kobanê dikin. Hîn zêdetir êrîşî heman cihî dikin.
Ji desthilatdarî û hêzên dewletan deng dernakeve, lê belê divê gel, jin, ciwan, şoreşger, hêzên demokratîk û sosyalîst-çep li her çar aliyên cîhanê careke din bi ruhê Kobanê, bi ruhê 1’ê Mijdarê rabin ser piyan. Divê xwedî li şoreşa xwe derbikevin. Banga me li ser vî bingehî ye.
ÇI BIKIN NIKARIN XWE RIZGAR BIKIN
Şerê li Rojhilata Navîn ji Cotmeha sala borî û heta niha bi tundî didome. Ji Xezeyê bi êrîşa Hamasê re hate destpêkirin. Niha Îsraîlê ev derfet bi dest xist. Li pişt wê hemû NATO heye, DYE heye. Îsraîl bi tena serê xwe nîne. Dixwaze avantajên ku bi leşkerî bi dest xistî, binirxîne. Ev weke Şerê Cîhanê yê 3’yemîn pênasekirin, rast e. Me jî wiha nirxand.
Rêber Apo bi hemû aliyên wê nirxand. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn çawa pênase kir? Got, bi sîstema sermayeyê ya li ser neteweyê re, şerê ku bûyî sedem nakokî di navbera statugeriya netew dewletê de çêbibe. Hêza ku êrîş dike, hêza sermayeyê ye. Ya ku diparêze jî çêkerên netew dewletê ne û statukogeriya netew dewletê ye. Hemû dewletên li Rojhilata Navîn, wiha ne. Iraq e, Sûriyeye û yên din timî bûn hedef. Niha Îran dibe hedef. Îran jî bi aliyekê xwe ve di nava statukogeriya netew dewletê de ye. Hêza herî netew dewlet û herî statukoger dewleta Tirk e. Lewma di berê de min diyar kir; navenda şer Tirkiye ye. Di encamê de wê were wir, çi dike bila bike. Rêveberiyên heyî, AKP, MHP û yên din bila biçin NATO’yê, Yekîtiya Ewropayê, li Emerîkayê çi dikin bila bikin, eger bixwazin bila Rûsyayê, Çînê, bila beşdarî BRICS’ê bibin, nikarin xwe rizgar bikin. Divê ev yek were zanîn.
Şerê Cîhanê yê Yekemîn li ser çavkaniyên enerjiyê û rêyên wê, jinûve hatibû parvekirin. Parvekirina cîhanê ya jinûve bû. Çêkereke hegemonîk a kûreyî, ji aliyê sîstema kapîtalîst ve çêbû. Di hedefê de Rojhilata Navîn hebû, Osmanî û Împaratoriya wî hebû. Çêkera netew dewletê derxistin, Împaratorî parçe kirin. Model bû Tirkiye, bi pêşengiya Tirkiyeyê ev sed sal wiha derbas bû. Niha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dixwaze vê statukogeriya netew dewletê ya sed salan derbas bike. Ew statukogerî rêya sermayeyê bi sînor dike. Mêtingeriyê lewaz dike. Sermaye jî naxwaze astengî li pêşiya wê hebin. Dixwaze hîn bêhtir feydeyê bi dest bixe. Li wir netêrbûnek heye. Niha ev êrîş didome.
DIVÊ EM LI HEMBERÎ ŞER BIN
Dîsa rêyên enerjiyê hene, mijara çavkaniyên enerjiyê heye. Û yek jî armancên sermayeya yekparêz a gerdûnî yên zêdetir bibandorbûn û serwerbûnê hene. Em dikarin çi bibêjin? Em dikarin wiha bibêjin ku tiştên ku însanan beriya hezar salan, pênc hezar salan li Rojhilata Navîn afirandine, a niha her tiştî tînin serê însanên Rojhilata Navîn. Ev şer hemû, ev amûr hemû ji aliyê kesên ji Rojhilata Navîn ve hatin afirandin. Hemû tiştên ewil li Rojhilata Navîn çêbûn. Her tişt li Rojhilata Navîn pêş ket. Niha jî dibin qurbanên tiştên ku bi xwe afirandine. Lê belê ev yek ji bo her kesî ne derbasdar e. Hin hewl didin serweriyê bikin, hin jî mexdûr dibin. Şereke hovane û bêpîvan heye. Ev yek rewşeke gelekî zelal e.
Bi rastî jî ev neteweperestî, olperestî, zayendperestî û pereperestî zirareke mezin dide Rojhilata Navîn û hemû cîhanê. Ev şer berhama van yekan e. Niha ez dixwazim li vir vê yekê bibêjim. Aliyek dibêje bila umet bibe yek. Aliyê din jî dibêje bila sermaye serweriya her tiştî bike. Pirsgirêka min a ewlehiyê û azadiyê heye. Bo nimûne Îsraîl êrîş dike. Dibêje ku Cihûyan pirsgirêkên ewlehî û azadiyê hene û ez ê vê yekê çareser bikim. Ev êrîş tên nirxandin. Ji bo ewlehiya Îsraîlê pêk tên. Rêber Apo bal kişand ser van yekan û îfade kir. Yanî ma Cihû wê bi tunekirina derdora Îsraîlê, ewlehiya xwe dabîn bikin? Yan jî wê bi dabînkirina aşitiyê ya li gel derdorê ewlheî were dabînkirin? Ma wê bi kolekirina hin kesên din Cihû azad bibin? Yan jî wê bi parvekirina li gel her kesî azad bibin? Yanî ev şer bi xwe re ewlehiyê naîne, aşitiyê dabîn nake û demokrasiyê naîne. Dijayetiyên li hemberî van yekan hene. Ji ber vê yekê bi vî awayî ne ewlehî û azadiya Cihûyan tê dabînkirin ne jî ya Misilman, Xiristiyan, Tirk, Faris, Kurd û Ereban.
Çi hewce ye? Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn çareseriya neteweya demokratîk pêşniyar kir. Di çarçoveya siyasetê de konfederalîzma demokratîk pêşniyar kir. Çareserî li gel van yekanpêkan e, çareserî girêdayî parvekirinê ye. Bi tunekirinê çareserî pêk nayê. Ji bilî van yekan jî çareseriyeke din jî tune ye. Tiştên berovajî van yekan wê bi xwe re şer, felaket û xwînê bînin lê belê wê hin kes di warê madî de gelekî dewlemend bibin. Lê belê dawiya vê yekê nîne. Ji ber vê yekê divê em li hemberî vî şerî nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Divê em li hemberî vî şerê berjewendiyan, şerê parvekirina ji nû ve, şerê cîhanê yê sêyemîn û şerê emperyalîst nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Divê em li hemberî şerê îstîsmarê derbikevin. Divê her kes vê yekê veguherîne azadiya xwe, şerê xwe yê ji bo demokrasiyê. Divê her kes veguherîne şerê xwişk-biratiya li gel gelên din. Divê veguherînin şerê ji bo neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk û şoreşa wan pêş bixin. Rizgarbûn û çareserî bes li gel van yekan pêkan e.
KOMAR Û GELÊ KURD
Roja 29’ê Cotmehê li Tirkiyeyê 101’emîn salvegera îlankirina komarê ye. Piştî wê, wê di 30’yê Cotmehê de bike sala xwe ya 102’yemîn. Bi wesîleya vê salvegerê ez dixwazim hin tiştan bilêv bikim. Tiştên ku ez dixwazim bibêjim, bi tiştên din ve girêdayî ne. Rêber Apo dîsa ev yek bi hemû hûrgiliyan û di çarçoveyekê de raxistine ber çavan. Yek, gelê Kurd endamên sereke û çalak yên avakirina vêkomarê ne. Em vê yekê ji bo kesên ev komar desteser kirine û weke amûreke zextê bi kar tînin, bi bîr bixin.
Ya duyem jî ew e ku gelê Kurd îxanet li vê komarê nekiriye. Komar bi xwe nekarî bibe komar. Ji ber ku nekarî demokratîk bibe. Nekarî bibe komareke demokiratîk. Komarê bi xwe îxanet li rêgezên avabûna xwe kir û nekarî bidomîne. Di pêvajoya avakirinê de ji gelê Kurd re otonomî û xweserî hatibû dayîn. Girêdayî yekîtî-xwişk û biratiya Tirk û Kurdan têkoşîn hatibû meşandin û ev komar hatibû avakirin. Lê belêveguherî komara ku gelê Kurd tune dihesiband û hewl dida tune bike. Komarê bi xwe ji bo ku gelê Kurd tune bike, berê xwe da vê yekê. Dema gelê Kurd li hemberî vê yekêli ber xwe dan, gotin ku hûn dibînin gelê Kurd têdikoşin, li hemberî me serî li çekê didin, serî radikin û weke sûcdar hatin îlankirin. Eb qurnazî nabe. Jixwe her tişy li holê ye.
Ya sêyem jî Komara Tirkiyeyê ne Komara gelê Tirk e. Dewleta Komara Tirkiyeyê bû. Dewleta Tirkiyeyê ne dewleta gelê Tirk bû. Kesên ku gelê Kurd tune hesibandin, îxanet li rêgezên avakirina komarê kirin û komar xistin vî halî ew kes in ki Komara Tirkiyeyê kirine Komara gelê Tirk. Tirk û Tirkiye ne heman tişt in. Dema ku komar hate avakirin, Tirkiye weke welatê hevpar ê gelên Tirk û Kurd hate pênasekirin. Tirkiye welatekî îfade dike. Neteweyekê îfade dike. Tirkiye û Tirk nabe ku ji hev werin cudakirin û weke hev werin pênasekirin. Di destpêkê de Tirk tune bû, Tirkiye hebû. Tirk di nava wê de hêmanek bûn. Weke gelê Kurd. Civakên din jî hebûn. Lê belê hemû tune hesibandin.
Li serê makeqanûnê jî gelek hincet nivîsîn. Dewleta Tirk, Komara Tirk ne wiha ye. Çima? Ev xirab dibe. Sadiqî rastiyê namînin. Tişta eşkere ev e. Ji wî alî ve em her kesê vedixwînin rastî û saadetê. Wir xira bike, vir xira bike, piştre li gorî xwe eyar bike û hin kesên din sûcdar îlan bike. Te piçek hêz bidest xistibe lêxe û xwe bide jiyandin. Wiha nabe. Wê demê dê zehmetiyek din jî çêbibe. Dema tişta ku tu dikî, li hemberî te pêk tîne, wê demê tu wê negirî. Eger veguhere hola hêzê, wê dawiya wî wisa be. Bi rengekî din nabe. Ji vî alî ve jî divê mirov pênaseyan rast bi kar bîne. Pêwîste rast were pênasekirin.
Destpêkê min diyar kir, 100 sal wiha derbas bûn. Şerê Cîhanê yê Yekemîn, şerê parçekirina Rojhilata Navîn a ji netew dewletan re bû. Ev bi rêya Tirkiyeyê hate kirin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hewl dide statukogeriya dewletê derbas bike. Bi Peymana Lozanê re Komara Tirkiyeyê hate damezrandin. Li ser Komara Tirkiyeyê re Erebistan weke çend dewlet şêwe girt.
Niha êdî Tifaqa Yahudî-Ereb heye, tifaqa Îsraîl-Ereb heye, Peymana Îbrahîmî heye. Sîstema kapîtalîst dixwaze Rojhilata Navîn li gorî vê peymanê jinûve şikil biditê. Tirkiye wê di rewşa heyî de çi bike? Êdî mîna di sedsala borî de, nikare bêje bi heman nêzîkatiyan em ê di sedsala duyem de jî bidomînin.
Divê her kes aqlê xwe bîne serê xwe. Divê guhertinan bibîne. Hem tu wê sîstema sermayeyê esas bigirî, hem jî li gorî mantiqê sermameyê tevnegerî û têkildarî rastiya sermayeyê baldar nebî. Wê demê wisa nabe. Tu wê çi encam negirî. Tu wê biçî kuderê, nediyar e. Herî dawî ez vê jî bêjim. Avakirina vê komarê bi saya şoreşa Cotmehê, bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan û Kurdan çêbû. Eger Şoreşa Cotmehê nebe, Yekîtiya Sovyetan nederketiba holê, Kurdan jî piştgirî nedaba dewleteke wiha dê beriya sedsalan nehatiba damezrandin. Divê ti kes nebêje, me bi tena serê xwe ava kir. Divê rastî bê dîtin.
Niha Yekîtiya Sovyetan nîne. Bi çûyîna Çîn û Rûsyayê re, bi hewldana tevlîbûna BRICS’ê re yên ku dibêjin em ê alîkariyeke nû bibînin, xwe dixapînin. Eger tu ev qasê hewl bidî Kurdan biçewisînî, eger tu Kurdan poşman bikî ku alîkarî daye te, wê demê tu wê bi çi xwe li ser piyan bigirî? Ling û destên xwe jêve dike.
Niha hatiye bîra wan, yên ku Kurd bi kart kûrt pênase dikirin, bi her şêweyî heqaret li wan dikirin, asîmîlasyon, komkujî û qirkirin li Kurdan ferz dikirin, niha radibin dibêjin Kurd hene. Dibêje, Xwişk-birayên me ne, Kurd bêyî Tirk, Tirk bêyî Kurd nabe. Baş e, lê ev bi sed sal in Kurd vê yekê dibêjin.
Têkildarî vê yekê ti tişt nemane ku nekirine, piştgirî nemaye ku nedane. Çima ti kesê ew dîqet nekirin? Ma gelo nû aqlê we hat serê we? Lê dîsa jî têkildarî dirûst nînin. Hewl didin Kurdan bixapînin.
Dibêjin, Kurd bêyî Tirk, Tirk bêyî Kurd nabe, Kurd dîsa jî bila bibin Tirk û piştgiriyê bidin me. Wisa nabe. Wê mafê Kurdan bê dayîn. Kurd wê azad bibin. Tirkiye li ser esasê azadiya Kurdan, li ser esasê azadiya jinê wê bibe demokrasiyek. Encex wê demê dikare xwe li ser piyan bigire.
Encex wê demê weke sîstemeke alternatîf dikare li dijî van êrîşên sîstema sermayeyê li ber xwe bide û li ser piyan bimîne. Ji dervey vê, şansê wê yê jiyanê nîne. Yanî vê yekê bike hincet, wê bike hincet, bi xwe xapandinê nagihijin ti derê.
Hin ji wan ti tiştê fêm nakin. Ewane tenê bi li pey rantên xwe ne, Tirkiyeyê ber bi felaketê ve dibin. Yanî li dijî van bi rastî jî rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Tirkiyeyê divê bi aqil bin. Divê rastiya Kurd, piştgiriya Kurd, piştgiriya hezaran salî teqdîr bikin û baş binirxînin.
Wê demê li gorî avabûnê, li warê Kurd û Tirkan yanî li ser esasê azadiya wan divê Komareke demokratîk ava bikin. Ji dervey vê şansê jiyanê tune.
Em dikevin meha Mijdarê, meha damezrandina partiya me ye. Ez bang li her kesê dikim ku meha partiyê rast fêm bikin û binirxînin û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bi bandortir pêş bixin.
Di şexsê hevrê Kerîm, Delal û Reşîd de ez hemû şehîdên me yên meha Mijdarê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Divê her kes bi rengekî rast xwedî li bîranîna şehîdên Mijdarê derbikeve û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo li her qadê qat bi qat zêde bike. Ez serketinê dixwazim.”