Li gorî nûçeyên di çapemeniya DYA’yê de cih girtine, rêveberiya Washingtonê xwe amade dike ku di avên navneteweyî de dest deyne ser keştiyên bi Îranê re têkildar. Tê diyarkirin ku ev gav dikare li herêmên derveyî Rojhilata Navîn jî were sepandin.
Rageşî, bi bûyerên dawî yên li Tengava Hurmuzê hîn bêtir zêde bû. Roja şemiyê hat ragihandin ku herî kêm du keştiyên bazirganî di dema derbasbûna ji tengavê de rastî gulebaranê hatine. Hat diyarkirin ku Îran li herêmê kontrolê tund dike; li ser gulebarankirina du keştiyên bi ala Hindistanê, rêveberiya Hindistanê balyozê Îranê bang kir û rewş wekî “cidî” pênase kir.
Pasdarên Şoreşê yên Îranê daxuyandin ku heke bi DYA’yê re lihevkirinek pêk neyê, dê kontrola li ser Tengava Hurmuzê bi rengekî tund were domandin. Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê jî ragihand ku pêşniyarên nû yên ku DYA’yê pêşkêş kirine tên nirxandin lê hîn bersiv nehatiye dayîn.
Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku dê di nava rojê de derbarê Îranê de daxuyaniyên nû bide û destnîşan kir ku heke agirbest bi peymaneke demdirêj neyê girêdan, dikare were betal kirin.
Rageşiya li herêmê tenê bi Îranê re sînordar nema. Li başûrê Libnanê êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Hizbullahê berdewam dikin, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron daxuyand ku leşkerekî Fransî yê di nava hêzên Neteweyên Yekbûyî de erkdar bû jiyana xwe ji dest daye û sê leşker jî birîndar bûne.
Ev geşedan hemû, bi taybetî ji bo ewlehiya xetên enerjiyê yên ku di ser Tengava Hurmuzê re derbas dibin rîskên cidî ava dikin û nîşan didin ku dibe ku rageşiya herêmî hîn bêtir mezin bibe.

