Wezîrê Parastinê Austin got, “Hêzên DYE’yê êrîş birin ser hin navendên binê erdê yên Hûsiyan ku çend ji cûreyên çekan tê de bûn û li dijî hedefên sivîl û keştiyên leşkerî bi kar dianîn.”
Ji dema destpêkirina êrîşên Hûsiyan û vir ve ku Îran piştgiriya wan dike, hêzên DYE’yê cara yekê ye balafireke bombardûmanê ya bi vî rengî ya B-2 bi kar tîne.
Austin anî ziman ku bikaranîna balafirên bombardûmanê yên B-2 Spirit nîşan dide ku Hêzên Hewayî yên DYE’yê xwedî wê hêzê ne ku ‘Her tim û li her cihî’ bixin. LIoyd Austin ev yek weke ‘xwepêşandaneke bêhempa’ pênase kir.
Hûsî ku beşeke mezin a Yemenê kontrol dikin, îdîa dikin ku bi armanca piştevaniya bi Hamasê re êrîşî keştiyên ku îdîa dikin bi Îsraîlê ve eleqedar in, dike.
Li hemberî vê yekê jî êrîşên DYE û Qraliyeta Yekbûyî yên li hemberî navendên Hûsiyan dewam dikin.