Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) daxuyanî da û ragihand ku di operasyona hevkar a hêzên DYE û Urdunê de li seranserî Sûriyeyê zêdeyî 70 nuqteyên DAÎŞ’ê hatin îmhakirin.
Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Pete Hegseth diyar kir ku êrîş di çarçoveya “Operasyona Çavê Baz” (Operation Hawkeye Strike) de pêk hatin û got, operasyon weke bersiva êrîşa li dijî leşkerên DYE’yê ye. Hegseth destnîşan kir ku di êrîşê de endamên DAÎŞ’ê, binesaziya rêxistinê û depoyên wê yên çekan hatine hedefgirtin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî derbarê êrîşên hewayî yên DYE’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê spasiya hêzên DYE’yê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî kir ku di çend saetên dawîn de li veşartgehên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Sûriyeyê dan.
Fermandariyê diyar kir ku piştevaniya asîmanî faktoreke girîng e ku nehêle rêxistina DAÎŞ’ê şaneyên xwe ji nû ve komî ser hev bike yan jî çalakiyên xwe yên xirab pêk bînin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “Ezmûnan îsbat kir ku nabe şerê li dijî terorê were rawestandin an jî kêmkirin. DAÎŞ hîna gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiya herêmê çêdike. Di heman demê de hewl dide ji her valahî û sistbûna hewlênên leşkerî û ewlehiyê de sûdê werbigire. Lewra domandina operasyonên hevbeş girîng in ta ku DAÎŞ’ê û hêza wî bi temamî ji holê rabin.”
Fermandariyê daxuyand ku hêzên wan îsal bi desteka rasterast a hewayî yan jî agahiyên îstîxbaratî yên Koalîsyona Navneteweyî bi sedan operasyonên ewlehî û leşkerî li dijî şaneyên DAÎŞ’ê pêk anîn, di encamê de berpirsên xeternak girtin û komên wan ên çalak ji hev xistin.
Fermandairya QSD’ê destnîşan kir ku ev tevkarî û pevguhertina agahiyan îsbat kir ku rêya yekane ya jiholê rakirina gefan e.
QSD’ê ragihand ku dê şerê li dijiî DAÎŞ’ê, parastina ewlehiyê û sivîlan, bidomîne û tevkariyê bi hemû aliyên ku li dijî terorê şer dikin re bike.

