Çarşem, 22 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Tehranê malbatê girtiyan çalakiya protestoyî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeteriya li ser jiyana rojnamevan Huseyîn Aykol didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hevserokan daxuyaniya ‘Demîrtaş’: Divê bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hiqûqa dijminatiyê xistine meriyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abya Yala Civaknasiya Azadiyê ya Rêber Apo rastî eleqeyek mezin tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd Rêber Ocalan e, ne DEM Partî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Taksîvan tevlî çalakiya ji bo Rojînê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê Yaşar re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan ji bo Rêber Apo meşiyan: Heta azadiyê em ê têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiyên ji bo şehîd Çiyager Amara û Zemanî Sûrûç didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di şewta Pîremegrûnê de ciwanek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê bi girseyî serdana şîna şehîd Têkoşîn Cûdî û Rêzan Serdem hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êrîş nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Dayikên Aştiyê: Rêber Apo divê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darazê Îranê cezayê 38 qemçiyan li Ateş Şakeremî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em bêrêziya li hemberî Rêber Apo qebûl nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya 30 salan cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji xwendekarên zanîngehê ji bo Rojîn Kabaîş meşa edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Edalet Omer: Doza jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dozeke cîhanî ye
Jin

Edalet Omer: Doza jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dozeke cîhanî ye

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer diyar kir ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tekoşîn û berxwedanê xwe îsbat kirin e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Îlon 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer bi boneya 12’emîn salvagera demezrandina Rêveberiya Xweser ji ANF’ê re axivî, hemû şehîd bi bîr anîn û li hêzên YPJ, QSD û YPG û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev roj pîroz kir û bal kişand ser rola jinan a di avakirin û belavkirina sîstema Rêveberiya Xweser de.

 

Edalet Omer anî ziman ku di nava civaka Rojhilata Navîn de jin ji her aliyî ve bê maf mabûn û cihê wan ne li gorî rastiya jinan bû û ev yek anîn ziman: “Di nava civaka Rojhilata Navîn de çawa ku rola jinan hatibû piştguhkirin, ji aliyî ve jin bê maf mabûn û ji rastiya xwe hatibûn dûrxistin. Bi hezaran salan hêza bingehîn a civakê hêza jinan bû. Lê belê gelek îdeolojiyên ne li gorî rastiya wan li ser wan hatin ferzkirin. Gihîşt asteke wisa ku jin divê bi tenê ji bo xizmeta malê, zilam, zarokan û weke mulkiyet dihatin dîtin.  Her wiha di bin navê ol û kevneşopiyan de jî gelek aliyên neyînî li ser jinan dihatin ferzkirin. Şikandinên ku jin di dîrokê re tê re derbas bûne, dide nîşandan cihê ku civakê lê jin bi cih kiriye ne li gorî jinan û rastiya wan e. Ji ber wê jî di dîroka ku hatiye nivîsandin de û heta roja îro jin ji nedîtî ve hatine destgirtin û ji jiyanê bigirin heta zagon û xweparastinê jin bê maf hatine hiştin.”

‘BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ XETA SÊYEMÎN ESAS GIRT’

Edalet Omer diyar kir ku ji ber ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastiya sîstemên heyî naskiribûn, xeta sêyemîn ji xwe re esas girtin û wiha domand: ”Piştî avakirina projeya Rêveberiya Xweser û şoreşa bihara gelan a li Rojhilata Navîn derket holê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya jinan roleke cuda lîst. Şoreşa ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş ket ji yên herêmên din ên Sûriyeyê cudatir bû. Li wan herêman ew şoreş veguherî alozyan, ji cewhera xwe dûr ket û ketin bin xizmeta dewletên herêmî û hegemonîk. Lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev nebû, ji ber ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastiya van sîsteman hatibû naskirin û ji bo wê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeta sêyemîn hate esasgirtin û li ser esasê ku çawa dikare bê dewlet û li ser sîstemeke xwe bi xwe ava bike, xwe bi rê ve bibe tekoşîna xwe da meşandin, xwe birêxistin kir û sîstem û saziyên xwe dan avakirin.”

‘PROJEYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ CÛDA YE’

Edalet Omer bal kişand ser projeyên ku li ser civakan tên ferzkirin û diyar kir ku projeyên li ser civakên Rojhilata Navîn tên ferzkirin ne li gorî rastiya wan civakan e û wiha pêde çû: “Projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji projeyên Rojhilata Navîn û bajarên Sûriyeyê yên din cudatir e. Projeyên ku li ser gelê Rojhilata Navîn û Sûriyeyê dihatin ferzkirin ne li gorî rastiya civak, dîrok û Rojhilata Navîn bûn. Lewma civaka Rojhilata Navîn rojane bi şer û pevçûn û pirsgirêkên nijadperestî, olperestî û gelek pirsgirêkên din re rû bi rû dima. Her wiha pêwistiya Rojhilata Navîn bi projeyên demokratîk heye ku kesek yê din tune neke.”

‘RÊVEBERIYA XWESER HER KESÎ DI NAV XWE DE DIHEWÎNE’

Edalet Omer da zanîn ku Rêveberiya Xweser her kesî bi ol û çanda xwe dihewîne û wiha domand: “Nakokiyên di wan projeyên din de di nava Rêveberiya Xweser de cih nagirin. Projeya Rêveberiya Xweser her kesî bi ziman, nasname, çand, ol û netewa wan di nav xwe de dihewîne. Ji ber her kesî xwe di vê projeyê de dît û pêşketinek bilez derket holê. Her wiha yek ji sedemên bingehîn ên têkçûna Rêjîma BAAS’ê jî ew bû ku çand, ziman û olên gelên Sûriyeyê ên resen esas nedigirtin. Ji bo wê sîstemên bi vî awayî her çi qas dirêj bike di encamê de wê têk biçin. Ji ber ku  sîstema ku tê meşandin ne li gorî rastiya gelên li herêmê ye. Ji aloyeke din ve jî têkçûna Hikûmeta BAAS’ê hêviyeke ku wê demokrasî pêş bikeve, da avakirin, lê belê berovajî wê derket pêş. Her kes dîrok û hişmendiya HTŞ’ê nas dike. Lı gel pirsgirêkên ku îro rû didin û bi taybet jî piştî komkujiyên li Berava Sûriyeyê û Siwêdayê pêş ketin, her kesî rastiya hikûmeta heyî baş nas kir. Hikûmeta ku bi cil û bergên nû hatiye, ji hikûmeta çûyî xerabtir e.”

‘JIN DI DÎROKÊ DE PÊŞENGTIYA ŞOREŞAN DIKIN’

Edalet Omer anî ziman ku jinan di dîrokê de pêşengtiya şoreşan kiriye û ev tişt got: ”Ev zêdetirî 10 salan e Rêveberiya Xweser ku li herêmên Cizîr, Kobanê û Efrînê hatiye demizrandin û piştre jî di sala 2018’an de li herêmên rizgarkirî yên wekî Reqqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê hate îlankirin. Sedema bingehîn a ku hişt ev rêbeverî heta roja îro ser bikeve ew bû ku pêşengtiya vê yekê jinan dikir.”

‘LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ JINAN JI HER ALIYÎ VE XWE BIRÊXISTIN KIR’

Edalet Omer destnîşan kir ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji her aliyî ve bi rêxistin kir, sazoyên xwe ava kirin û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Di destpêka şoreşê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan di warê xweserî de xwe bi rêxistin kirin, saziyên xwe ava kirin û heta ji aliyê leşkerî ve jî rêxstina xwe a xweser dan pêşxistin ku YPJ îro li seranserê cîhanê bûye mînak. Her wiha di nava hemû beşên civakê yên weke çandî, civakî û gelek aliyên din de xwe bi rêxistin kirin.”

‘JINAN DAÎŞ TÊK BIR’

Edalet Omer diyar kir ku têkoşîna jinan a li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê û got: “Tu kesî nikarîbû li hemberî DAÎŞ2ê li berx we bide. Lê belê jinan DAÎŞ têk bir. Ji bo wê jî a niha dixwazin wan îdeolojiyên berê careke din ser jinan ferz bikin û rola jinê a berê vegerînin. Ji ber ku îro û bi taybet di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jinan di her alî de xwe îsbat kiriye, pêşengtiyê ji vê projeyê re dikin û ji komîn û heta li Meclîsa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema hevserokatiyê tê meşandin. Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevpeymana civakî a jinan nivîsandin. Di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de wekhevî heye, ev yek jî bi saya jinan pêk hat.”

‘TU KES NIKARE GELÊN BIRÊXISTINKIRÎ TÊK BIBE’

Edalet Omer bal kişand li ser êrîş û şerên ku roja îroyîn li ser jinan tên meşandin û ev yek anîn ziman: “Êrîş, îdeolojî û şerên taybet ku îro li ser jinan tên meşandin, li beramberî van jin çawa dikare van êrîşan vala derxîne û tevî hemû zemhetî û êrîşên heyî jî gavên mezin hatine avêtin. Jin tekoşîn û berxwedaneke mezin didin meşandin û bi israr e ku mafê xwe misoger bike. Di êrîşên dewleta Tirk li ser bendava Tişrînê de jî gelî rastiya Şerê Gel ê Şoreşgerî derxist holê û da îspatkirin ku gelê bi rêxistinkirî be tu kes nikare wan têk bibe. Divê em li ser çawaniya belavkirina sîstema Rêveberiya Xweser li herêmên din ên Sûriyeyê xebatên xwe bimeşînin. Ji ber ku ev proje wê bibe bersiv ji bo hemû pirsgirêk û nexweşiyên ku di nava civakê de belav bûne.”

‘DESTKEFTIYÊN ME DESTKEFTIYÊN HEMÛ JINAN E’

Edalet Omer bilêv kir ku doza me jinan ne dozeke netewî û herêmî ye, dozeke cîhanî ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo wê jî destkeftiyek li ku derê çêbibe destkeftIya hemû jinan e. Jin dikarin xwe di projeya Rêveberiya Xwser de bibînin û mafê xwe misoger bikin. Divê jin li ser asta cîhanê rêxistibûna xwe ava bikin. Ji ber pirsgirêka hemû jinan yek e. Divê jinên cîhanê piştgiriya destkeftiyên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêbikin û pêş bixin. Ji ber ku destkeftIyên me destkeftiyên hemû jinan e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo Şehîd Mihrali Yilmaz şîn hat danîn
Nûçeya Pişt re ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xebatkarê Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş dîl hat girtin

Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş ku li Sêrtê hate binçavkirin, dîl hat girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Scholz wê biçe Tirkiyeyê: Rojev Rojhilata Navîn e

Hat daxuyandin ku Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz wê hefteya bê biçe Tirkiyeyê û li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

OHD: Hevkêşeya sedsalî xera bû

OHD’ê ku li Amedê 4’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist, destnîşan kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êrîş nikarin îradeya me bişkînin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Konferansa Dayikên Aştiyê: Rêber Apo divê azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Darazê Îranê cezayê 38 qemçiyan li Ateş Şakeremî birî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?