Sêşem, 17 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    PÎK: Em operasyonên li dijî endamên HEVBENDÎ şermezar dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka MPKE’yê Petra Bayr: Tirkiye ji pêkanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweşê giran Civan Boltan: ‘Ev sê hefte ne min nabin nexweşxaneyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş nobeta li pêşiya Wezareta Edaletê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê nobeda bêdem destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinardekirina neftê ya ji xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Rojava: Jin divê bi qanûnî bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê nobeda jin, edalet û bîrê: Çîroka heft jinan hate parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Depê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî û demokratîkbûn bi tevlîbûna jinan a li pêvajoyên biryardanê dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Efrîniyan bang li dewleta Tirk a talankar kirin: Ji Axa me derkeve!
Rojava

Efrîniyan bang li dewleta Tirk a talankar kirin: Ji Axa me derkeve!

Bi wesîleya salvegera 7’an a dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê, daxuyanî hate dayîn. Bîlançoya sûcên di nava salekê de hatine kirin, hate eşkerekirin û bang li dewleta Tirk hate kirin ku demildest ji Efrînê derkeve.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi dehan koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên li Tebqayê bi cih bûne, bi boneya salvegera 7ˈan a êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li wargeha koçberan a li cihê werzîşê ya bajarê Tebqayê hate dayîn û ji aliyê endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji 2018ˈan ve ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Efrînê, hîna ji sedî 75 niştecihên wê yên resen ji cih û warê xwe mane.

Di daxuyaniyê de îşaret bi sûcên dermirovî yên wekî revandin, qetilkirin, dizî, talankirin, êşkencekirina revandiyan, standina fîdyeyê û qirkirina xwezayê hate kirin ku dagirker li kantona Efrîn-Şehbayê van sûcan dikin.

Di serî de Neteweyên Yekbûyî (YN) bang li hemû rêxistinên navneteweyî hate kirin ku hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî, erkên xwe yên exlaqî û qanûnî pêk bînin, zextê li dewleta Tirk bikin bila ji herêmên dagirkirî derkeve, hesab ji sûcdaran bipirsin û vegera bi rûmet a koçberan a li warê xwe mîsoger bikin. Her wiha bang hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku êrîşên xwe yên li ser Bendava Tişrînê, derdora Pira Qereqozaqê û gundewarê Kobanê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne. Hat bibîrxistin ku di encama van êrîşan de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de bîlançoya sala 2024ˈan a sûcên li Efrîn-Şehbayê hatiye diyarkirin. Li gorî bîlançoyê:

Revandin û binçavkirin: 59 jê jin û 10 jê zarok bi giştî 650 kes hatin revandin.

Qetilkirin: 64 kes hatin qetilkirin, di nav de 10 û 10 zarok û 3 jinên dawî li jiyana xwe anîne, hene.

Êşkencekirin û birîndarkirin: Di nav de 2 zarok, 8 jin û 2 kesên bi temen 56 kes hatin êşkencekirin û birîndarkirin.

Birîn û şewitandina daran: Zêdetirî 10 hezar û 360 dar hatin birîn, 597 hektar erzî û zêdetirî 6 hezar dar hatin şewitandin.

Avakirina mêtîngehan û guhertina demografî: 15 mêtîngeh û dibistanek ji aliyê rêxistina JTSˈê ya ji Koreyaya Başûr ve hatin avakirin.

Firotina milkan: Zêdetirî 16 eqar (Milk) hatin firotin.

Di çarçoveya desteserkirina milkên Kurdan de, şêniyên gundê Kaxirê hatin neçarkirin ku milkên xwe bidin çeteyên koma El Emşat û fîdyeyê bidin wan.

Diziya Zeytûnan: Li tevahî gundên Efrînê berhemên zeytûnan ji aliyê komên çeteyan û kesên li herêmên hatine bicihkirin ve hatin dizîn. Li Gundê Qerzehîlê zêdetirî 3 hezar û 500 darên zeytûnan û li gundê Qîbarê zêdetirî 700 darên zeytûnan hatin dizîn.

Standina xeraceyan: Sala borî herî zêde xerace li ser xelkê hatin ferzkirin: Ferzkirina xerace li ser dahata çinîna zeytûnan li herêma Efrînê. Rêjeya xerace digihe 20 heta 30 dolarên Amerîkî. Li gundên Meydana yên Racoyê li ser 900 malbatên Kurd hate ferzkirin ku 4 hezar 500 tenekên zeyta zeytûnan bidin. Li gundê Gimrokê yê Mabatayê 250 hezar dolar hate ferzkirin. Li hin gundên Şiyê jî 60 hezar dolar û li ser gundê Qermitlik bi tenê 70 hezar dolar hate ferzkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN TEBQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hunermendê Kurd Bavê Teyar şehîd bû
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Êrîşên siyasî û leşkerî hêviya aştiyê dişkîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dagirker bombeyan li derdora Bendava Tişrînê dibarînin

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî derdora Bendava Tişrînê dike.

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Tirk a dagirker 9 baregehên nû ava kir

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Dihokê 184 malbat ji cih…

Ji aliyê Stêrk TV

Weqfa Aştiyê bang li Meclîsê kir: Divê civaka sivîl tevlî Komîsyona Şopandinê bê kirin

Desteya Rêveberiyê ya Weqfa Aştiyê têkildarî pêşnûme qanûnê nameyek ji Serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê re şand…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li gelek bajarên herêma Cizîrê piştgirî dan Zanîngeha Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Qamişloyê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Diyar veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Heresta gorek komî hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Der barê fakulteyên Zanîngeha Rojava de biryarên nû hatin girtin 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?