Pêncşem, 26 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyê Haydar Sever li Dersimê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Haydar Sever peyama sersaxiyê weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê 25 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Erê ji bo hevdengiya nîştimanî û yekîtiya neteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî sih salan li qada Newrozê bû: Herî zêde mafê Rêbertî ye ku li qada Newrozê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guleryuz: Pêvajo dereng dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Azadiyê ya Mexmûrê di roja 978’an de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Komunîst a Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dêrikê bi hezaran kesî Newroz pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qilabanê pîrozbahiya bi coş a Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê Newroz li gel baranê jî bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Eger komîsyon bi rola xwe rabe, wê derî li pêşketinên dîrokî vebe’
Rojane

‘Eger komîsyon bi rola xwe rabe, wê derî li pêşketinên dîrokî vebe’

Endamên komîsyonê yên ji DEM Partiyê diyar kirin ku eger komîsyona li meclîsê ava bûye bi rengekî rast û kêrhatî bi rola xwe rabe, wê derî li pêşketinên dîrokî vebe. Endamên komîsyonê xwestin, di mijara mafê hêviyê de gav bê avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Îlon 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Endamên komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Meral Daniş Beştaş, Hakki Sarûhan Olûç, Celal Firat û Cengîz Çîçek daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Komîsteya Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ji 5’ê Tebaxa 2025’an û vir ve karê xwe dewam dike û hate ragihandin ku komîsyon ji bo avakirina zemîna siyasî û hiqûqî ya ku tevkariyê li çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd bike, ava bûye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku raya giştî li bendê ye ku komîsyon li zemîna parlamentê rola xwe bilîze û hate gotin, “Em zanin ku komîsyon ne muxatabê her tiştî ye. Lê belê eger bi rengekî rast û kêrhatî bi rola xwe rabe wê derî li pêşketinên dîrokî veke.”

Di daxuyaniyê de bi şeş xalan ev yek hate destnîşankirin:

“1. Hindik maye ku komîsyon qonaxa destpêkê ya karê xwe û guhdarîkirinê bi dawî bike. Em careke din dixwazin diyar bikin ku nêrîn û pêşniyarên sazî û kesayetên cuda yên li ser çareserî û aştiyê em hêja dibînin. Ji bo partiya me xala esasî ya qonaxa guhdarîkirinê, pêwîstî û mecbûriyeta çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Referans, ç avkaniyên xwe cuda jî be tiştên li komîsyonê hatin bilêvkirin, mecbûriyeta çareseriya meseleya Kurd careke din raxist pêş çavan.

2. Ji aliyê gelek sazî û kesan ve hate gotin, derbasbûna pêvajoyê ber bi qonaxa aştiyê ya pozîtîf bi qasî qonaxa aştiyê ya negatîf a ku weke rewşa bêşer tê binavkirin, girîng e. Ji bo aştiya pozîtîf jî di qonaxa guhdarîkirinê de ev tespîtên hêja hatin kirin: ‘Ji bo avakirina edaletê, ji bo avakirina baweriya civakî, sazîbûna wekheviyê, jiyana aştiyane û wekhev a nasnameyên cuda divê îrade bi şênberî bê destnîşankirin’, ‘atmosfera baweriyê bi pîvana dualî dikare pêk were’, ‘Nabe ku pirsgirêk tenê bi asta çekan bê bisînorkirin’, ‘Divê sedemên wê yên bingehîn ji holê bêne rakirin’, ‘Tenê bi polîtîkayên ewlekariyê aştî pêk nayê’, ‘Divê dest ji polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê bê berdan’. Em bi taybetî destnîşan dikin ku komîsyon divê di karê xwe yê ji niha û pê ve li gorî van pêşniyaran tevbigere.

3. Ya rast ew e ku pirsgirêk bi aliyên xwe yên siyasî, çandî, civakî û aborî bê nirxandin û çareseriyeke mayinde jê re bê peydakirin. Divê bê dîtin ku mesele bûye xwedî karakterekî herêmî û navnetereyî, guhdarîkirina li Birêz Abdullah Ocalan ku asta wî ya diyarker eşkere bûye û ji aliyê siyasî, rêxistinî û civakî ve bersiva xwe dibîne, ji aliyê Komîsyonê ve ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêkê weke pêwîstiyê bê dîtin. Çareseriya rastî bi bilêvkirina navê rast ê pirsgirêkê û li gorî vê rastiyê jî bi avêtina gavê dibe. Guhdarîkirina komîsyonê li Birêz Ocalan ji bo serxistina pêvajoya heyî gelekî girîng e.

4. Bi vebûna meclîsê re qonaxa destpêkê ku weke qonaxa civakî û siyasî dikare bê pênasekirin wê şûna xwe ji qonaxa duyemîn re bihêle ku weke qonaxa hiqûqî dikare bê pênasekirin. Hinceta hebûna komîsyonê ew e ku ji bo sererastkirinên qanûnî yên pevajoyê pêşniyar û pêşnûmeyan amade bike. Desteyên pêwendîdar ên partiya me hîn ji destpêkê ve di mijarên Qanûna Dema Debasbûnê, guhertinên li Qanûna Înfazê, TMK, TCK û CMK’ê; di serî de sererastkirina qeyûm xurtkirina rêveberiyên xwecihî, demokratîkbûn; guhertinên di têkoşîna li hemberî cihêkariyê de û perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê xwedî amadekariyan e. Wezîfeya bingehîn a qonaxa duyemîn e ku bi destpêkirina sala nû ya qanûndanînê re partiyên ku endam dane komîsyonê li ser sernavên pêwendîdar pêşniyarên şênber bikin û li ser van pêşniyaran jî helwesteke hevpar nîşan bidin. Ji ber ku yek ji gavên herî girîng ên bi dawîkirina zemîna şer bi rengekî mayinde, avakirina hiqûqê û wekheviya li pêşberî qanûnê ye.

5. Hêja ye ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di biryara xwe ay 17’ê Îlona 2025’an de işaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û li ser mafê hêviyê wezîfeya komîsyon û parlamentê bi bîr xist. Di atmofereke welê de ku Komîteya Wezîran işaretê bi gavên hiqûqî û siyasî yên têkildarî Tirkiyeyê dike, yek ji gavên girîng e ku li gorî pêwîstiya pevajoyê gav bêne avêtin, nêzîkatiyeke bi înîsiyatîf bê nîşandan, ev yek weke pîvan bê qebûlkirin. Ev yek wê di çareseriya civakî, demokratîk, wekhev û adil a pirsgirêka Kurd de gelekî girîng be.

6. Di çarçoveya karên komîsyonê de weke DEM Partî armanca me ya bingehîn ew e ku pirsgirêka Kurd ji zemîna şer dûr bixîne û derfetên çareseriya siyasî û hiqûqî biafirîne. Divê meseleya Kurd bi perspektîfa demokratîkbûnê û veguherîna mejî ya li gorî vê yekê bê nirxandin. Weke ku di dema guhdarîkirinê de akademîsyenekî got, ‘Her aştî dibe ku bi demokrasiyê bi encam nebe, lê belê heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî wê neyê Tirkiyeyê’.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fîlozofa Emerîkî Goldstein piştgirî da banga Rêber Apo
Nûçeya Pişt re Rojnamevan Heval Arslan li Belçîkayê hate binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiyên 8’ê Adarê: Heke pergaleke nû were avakirin, ev bêyî jinan nabe

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî anî ziman ku ew ji bo bibin…

Ji aliyê Stêrk TV

Agirê Newrozê li Zagrosan hate dadan

Gerîlayên li qada Zagrosê bi merasîmekê Newroza 2024'an pîroz kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê li dijî tundiya li jinê meşa girseyî

Bi boneya 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, meş hate lidarxistin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cenazeyê Haydar Sever li Dersimê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

FEDA û DAKB’ê ji bo Haydar Sever peyama sersaxiyê weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Bedlîsê 25 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KNK: Erê ji bo hevdengiya nîştimanî û yekîtiya neteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?