În, 13 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komplo şerekî dewletên emperyalist bû ku li dijî Rêber Apo dabûn destpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û partiyên sosyalîst ji bo piştevaniyê serdana ESP’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Metirsiya herî mezin sekinandina sîstematîk a saziyên herêmê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bogotayê Konferansa Jinan: Li dijî êrîşên netewe dewletê avakirina komunan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elmanyayê jinek hat qetilkirin: Qetilkirina jinan ne takakesî ye, pergalî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Jiyana ku yên din ji bo me xêz kirine, ne jiyana me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Abya Yala û Kurdistanê li Bogotayê Konferans lidar dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin çima nikarin bêyî parastina cewherî bikin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Eger mijar jiyan be, bila daxwaza Serkan Onûr Yilmaz qebûl bikin’
Rojane

‘Eger mijar jiyan be, bila daxwaza Serkan Onûr Yilmaz qebûl bikin’

Serkan Onûr Yilmaz ku li dijî Girtîgehên bi Tîpa Bîrê 322 roj in di rojiya mirinê de ye, li nexweşxaneya ku bi zorê hate veguhestin tecrîdkirî ye. Parêzera wî Doga Încesû got, "Eger mijar jiyan be bila daxwaza muwekîlê me qebûl bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Serkan Onûr Yilmaz ku li dijî Girtîgehên bi Tîpa Bîrê ku hewa û tav nakevin hundir, di rojiya mirinê de ye, di roja 317’an a berxwedana xwe de bi zorê sewqî nexweşxaneyê hate kirin. Destûr ji girtiyê siyasî Serkan Onûr Yilmaz re nayê dayin ku parêzerên xwe bibîne.

Ji parêzerên ku ji ber astengiya kêfî ya dozger nikare biçe hevdîtinan parêzera Buroya Hiqûqê ya Gel Doga Încesû li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

Doga Încesû amadekariyan dike ku giliyê dozger bike ku bi rengekî bêhiqûqî daxwaza hevdîtinê ya bi muwekîlê wan re asteng dike. Doga Încesû diyar kir ku Yilmaz li beşa mehkûman a li Unîteya Koroglû ya Nexweşxaneya Îzzet Baysal a Bolûyê tê ragirtin, hewldaneke destwerdanê ya bi zordarî lê nayê kirin, lê belê tecrîdkirî ye.

Doga Încesû ragihand ku muwekîlê wê Serkan Onûr Yilmaz bêyî îradeya wî rakirin nexweşxaneyê û got, “Gardiyanên ku dikevin hucreyê bi gotina, ‘Em ê hevdîtinê bi Serkan re bikin’ herdu girtiyên din ên li hucreyê li cihê hewastandinê asê dikin. Piştre jî Serkan bi xwe re dibin ku bi zehmetî dimeşe. Serkan ê ku bi zorê wî radikin nexweşxaneyê, hişyariyê dide ku eger bi zordarî dest lê bê werdan wê av û şekir jî êdî wernegire. Li ser vê yekê destwerdanek nehatiye kirin.”

‘DAXAWZA ME YA JI BO DESTÛRA HEVDÎTINÊ JI ALIYÊ DOZGERIYÊ VE HATE REDKIRIN’

Încesû ragihand ku piştî bi veguhestinê hesiyan yekser agahî dan parlamenteran û got, “Parlamenter li nexweşxaneyê geriyan, em parêzer jî roja Pêncşemê çûn Bolûyê. Ji bo dîtina muwekîlê xwe me ji dozger daxwaza destûrê kirin, lê belê daxwaza me hate redkirin. Roja Înê hem me hem jî malbata wî daxwaza hevdîtinê kir, lê belê ev daxwaza me jî ji aliyê dozgeriyê ve hate redkirin. Têkildarî vê astengiya kêfî nîqaşa me hate kirin û piştre em çûn dozgeriyê, li wê derê jî ji bo dayik û bavê Serkan destûra hevdîtinê hate dayin.”

‘SERKAN JI MALBATA XWE RE GOT, HETA KU BERSIV JI DAXWAZA WÎ RE NEYÊ DAYIN EW Ê DEST JI ROJIYA MIRINÊ BERNEDE’

Malbata ku bi kurê xwe Serkan Onûr Yilmaz re hevdîtin kir, anî ziman ku kurê wan gelekî kêm kiriye, lê moralê wî baş e û got, “Serkan ji malbatê re gotiye, daxwaza wî gelekî hêsan e û heta daxawza veguhestina hevalên wî bi cih bê anîn wê dest ji rojiya mirinê bernede. Xwestiye, tavilê bersiv ji daxwaza wî re bê dayin û gotiye, ‘Ew bawer dike ku bi ser bikeve’. Hevdîtina bi malbatê re jê re bûye moral.”

‘YILMAZ KU LI TÎPA BÎRÊ TECRÎDKIRÎ YE, DIXWAZE HEVALÊN WÎ JÎ BÊNE VEGUHESTIN’

Parêzer Încesû diyar kir ku Serkan Onûr Yilmaz bi xwe jî li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê maye ku dixwaze hevalên wî jê bêne veguhestin, li wê girtîgehê tecrîdkirî bû û got, “Di encama greva birçîbûnê ya li hemberî vê tecrîdê de Serkan ji bo Girtîgeha bi Tîpa F a Bolûyê hate veguhestin. Lê belê 8 hevalên wî hîn di nava wan şert û mercan de hatin hiştin, lewma li ber vê yekê rabû û ji bo ew jî bêne veguhestin dest bi greva birçîbûnê kir ku piştre veguherand rojiya mirinê. Ji 8 girtiyên niha li Girtîgeha Tîpa Y a Antalyayê têne ragirtin 4 ji wan bi daxwaza veguhestinê di greva birçîbûnê ya bêdem de ne.”

‘BILA DAXWAZA MUWEKÎLÊ ME TAVILÊ BÊ QEBÛLKIRIN’

Încesû ragihand ku daxwaza muwekîlê wan gelekî hêsan e, dikare bi cih bê anîn û got, “Tenê divê 8 girtiyan ji bo girtîgehên cuda yên ne bi Tîpa Bîrê bêne veguhestin. Li şûna ku bersivê bidin vê daxwaza muwekîlê me, wî dibin nexweşxaneyê. Ev yek parastina jiyana wî nîne. Berevajî vê yekê mirina wî hîn nêz dikin. Eger mesele jiyan be bila daxwaza Serkan Onûr Yilmaz qebûl bikin, tavilê dest ji rojiya mirinê berde û bigihêje tenduristiya xwe. Ji bo vê daxwazê divê mirovek nemire, divê neyê kuştin. Şert û mercên li Girtîgehên bi Tîpa Bîrê bi rastî jî gelekî giran in.”

Încesû bang li baroyan jî kir ku di mijara Girtîgehên bi Tîpa Bîrê bikevin nava liv û tevgerê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Efrînê welatiyê Êzidî hate revandin
Nûçeya Pişt re Cenazeyê gerîlayê YRK’ê Helmet Helebce li warê wî Helebceyê hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rûsya: Polîtîkaya derve ya DYE’yê li vîzyona me tê

Kremlînê ragihand ku guhertina radîkal a polîtîkaya derve ya DYE'yê ya li ser Rûsyayê 'bi…

Ji aliyê Stêrk TV

40 Filistîniyên din jî ku li Xezeyê benda alîkariyê bûn, hatin qetilkirin

Li gorî rayedar û çavkaniyên tenduristî yên herêmî di encama êrîşa hêzên Îsraîlê yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê çanda Kurdan li rojhilat bibe pêkhateyeke bingehîn û civaka Kurd bigihije mafê xwe’

Wezîra Perwerdehiyê ya Mexribê ya berê Necîma Tay Tay wiha got: "Divê çanda Kurdî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Komplo şerekî dewletên emperyalist bû ku li dijî Rêber Apo dabûn destpêkirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?