Di 23’ê Tebaxê de, her du rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji ber êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li nêzîkî bajarokê Seyîdsadiqê şehîd bûn. Têkildarî vê yekê birayê Şehîdê Gelemê Kawa Germîyanî Karwan Ehmed ji ANF’ê re axivî.
Karwan Ehmed da zanîn ku her du rojnamevan bi destekî reş li nav naşûrê Kurdistanê hatine qetilkirin û got: “Ev kuştin berdewamiya wan kuştinên demên borî ye ku li ser rojnamevanan li Herêma Kurdistanê hatine kirin. Gumaneke min tune ye ku di vê yekê de jî destekî navxweyî tune be, ji ber ku Tirkiye 400 kîlometre ji vir dûr e, çawa balafireke bêmirov dikare li vir du rojnamevanan bike armanc? Lewma ez piştrast im ku destekî navxweyî heye û bûye sedem ku ev her du rojnamevan ji aliyê Tirkiyeyê ve bên armanckirin.”
Karwan Ehmed her wiha got: “Ev yek piştrast dike ku di 30 salên borî de tekane karê ku vê desthilatdariyê kariye bike, qetilkirina rojnamevanan bû. Ew dizanin ku rojnamevan rûyê rastîn ê berpirsyar û zarokên wan nîşanî civakê didin, lewma ji rojnamevanan nefret dikin.”
Karwan Ehmed amaje bi karên neexlaqî yên desthilatdariya başûrê Kurdistanê kir û got: “Çawa ku rejîma Beesê di dema hilweşîna wê de hemû karên wê yên neexlaqî û qirêj ku li hember gelê Iraqê kiribûn eşkere bûn, ez piştrast im ku bi hilweşîna van partiyên Kurdî dê hemû karên wan ên qirêj û neexlaqî ji her kesî re eşkere bibin.”
Karwan Ehmed diyar kir ku li hember qetilkirina rojnamevanên çapemeniya azad desthilata siyasî ya başûrê Kurdistanê berpirsyar e û wiha berdewam kir: “Li nav Herêma Kurdistanê dema ku rojnamevan tên armanckirin, ew jê berpirsyar in, piştre Tirkên faşîst jê berpirsyar in, ji ber ku eger karê sîxuriyê nebe, ev her du rojnamevan nakevin destê rejîma faşîst a Tirkiyeyê û bên qetilkirin.”