Şemî, 21 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Peyama Rêber Apo ya Newroza 2026’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Amedê de peyama ‘Em ji bo azadiya Rêber Apo amade ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îlham Ehmed: Hingî ku pêvajoya li Bakur pêşde diçe, siberoja hemû parçeyan garantî dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Amedê de peyama girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya Newrozê li Amedê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtîya Gelê Kurd wê bi Agirê Newrozê re gur û geş bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Newroz bi tevlîbûna hezaran kesî li Qendîlê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK: Newroz destpêka hêviyên mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes li Amedê diherikin qada Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê jinan bi meşaleyan agirê Newrozê geş kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Ekolojîst: “Parastina Rojava, parastina jiyanê, rûmetê û pêşeroja kolektîf e”
Civak & Ekolojî

Ekolojîst: “Parastina Rojava, parastina jiyanê, rûmetê û pêşeroja kolektîf e”

Li herêmên cuda yên cîhanê çalakvanên Ekolojîst ji bo Rojava peyama piştgiriyê weşandin û gotin: “Parastina Rojava, parastina jiyanê, rûmetê û pêşeroja kolektîf e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Sibat 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li dijî êrîşên ser Rojava, bangewaziya piştgiriyê ya ku ji aliyê Tevgera Ekolojiya Kurdistanê ya Ewropayê (TEV-EKO) û Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê (MEH) ve hatibû kirin, ji aliyê tevgerên ekolojiyê yên ji cihên cuda yên cîhanê ve hat bersivandin. Çalakvanan bal kişandin ser hê jî metirsiya qirkirinê li ser Rojava heye û bang li raya giştî ya navnetewî kirin ku bêdeng nemîne.

 

‘ROJAVA NÎŞAN DA KU ROJHILATA NAVÎNEK DIN PEKAN E’

Josep Sabaté, çalakvanê ji Katalonyayê yê Alliance Against Energy Poverty (Îttîfaqa li Dijî Xizaniya Enerjiyê) û Tevgera Parastina Çemê Ebro, bal kişand ser Rojava ku ji bo herêmê pêşerojeke alternatîf pêşkêş dike û wiha got: “Di dema ku şer û wêrankirin li Sûriyeyê didome de, Rojava wekî projeyeke siyasî ya ji binî ve demokrasiyê, azadiya jinê û jiyana hevbeş a di navbera gel û baweriyên cuda de derket holê. Zêdetirî deh sal in Rojava nîşan da ku li ser bingeha xwerêxistinkirinê, wekheviyê û edaleta civakî Rojhilata Navînek din pekan e. Îro ev proje di bin metirsiyeke hebûnî de ye. Ji bilî bombeyan û êrîşên leşkerî, çavkaniyên av û enerjiyê bi awayekî zanabûn têne hedefgirtin. Qutbûna elektrîkê û hilweşandina binesaziya avê, hemû civakan di nav şerê jiyanê de dihêle.

Astengkirina gihîştina av û enerjiyê ne tesadufî ye; ev amûreke şerê ji bo şikandina rêveberiya xweser a demokratîk tê bikaranîn e. Wekî Îttîfaqa li Dijî Xizaniya Enerjiyê em dizanin ku av û enerji ne meta ne, mafên bingehîn in. Ji ber vê yekê em bi gelê Rojava re di nava piştgiriyê de ne. Parastina Rojava tê wateya parastina jiyanê, rûmetê û pêşeroja kolektîf. Divê Rojava neyê terikandin.”

‘HÊ JÎ METIRSİYA QIRKIRINÊ HEYE’

Tevgera Climate Justice ya navendî a li Swîsreyê jî piştgirî da bangewaziya TEV-EKO û MEH’ê. Di peyama dîmenî ya ji aliyê tevgerê ve hat weşandin de ev gotin hebûn: 

 

“Em wekî Tevgera Climate Justice ya Swîsreyê, bi awayekî zelal li dijî şerê ku hikûmeta demkî a Îslamî ya li Sûriyeyê li dijî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne ne. Ev şer bingeha aborî, ekolojî û civakî ya jiyana gel û xwezaya herêmê ji holê radike. Gelê Kurd û kêmneteweyên din di bin metirsiya qirkirinê de ne. Nêzîkatiya ekolojîk a Rojava îlhamê dide me. Em li Ewropayê vê projeya şoreşgerî diparêzin û bidomînin.”

‘TEVLÎ TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ YA ROJAVA BIBIN’

Tevgera People Rising jî di peyama xwe de bangewaziyên zelal ji bo piştgiriya Rojava kirin. Di daxuyaniyê de ev hat gotin: 

 

“Ji 6’ê Çile û vir ve, rêveberiya HTŞ’ê ya bi pêşengiya El-Şara yê serokê berê yê DAÎŞ’ê, êrîşî herêmên xweser ên Hesekê û Kobanê dike. Sed hezaran mirov di bin metirsiya koçberbûn û tunekirinê de ne. Tevgera azadiya jinê ya bi pêşengiya Tevgera Kurd YPJ’ê, zêdetirî deh sal in li dijî DAÎŞ û milîsên piştgirê ji Tirkiye digirin têdikoş in. Îro destkeftiyên demokratîk ên ku ava kirine di bin êrîşeke giran de ne.”

Çalakvanekî People Rising di peyamê de bang li çalakiyê kir û wiha got: “Nameyên ku êrîşkarîya Tirkiye û Sûriyeyê şermezar dikin bişînin, dengê tevgerên azadiya Kurd bilind bikin, piştgiriyê mezin bikin. Tevlî têkoşîna şoreşgerî ya li Rojava bibin. Bijî Berxwedana Rojava! Jin, Jiyan, Azadî! Ji Kurdistan re Azadî!”

‘ROJAVA DI ŞERTÊN ZEHMET DE HATE AVAKIRIN’

Anna Sophie Bachmann, endama Save the Tigris Foundation (Weqfa Parastina Dîcleyê) û parêzvanê avê, di peyama xwe de bal kişand ser Rojava û got ku bi bedelên giran li ser piyan maye: 

 

“Gelê Rojava di şert û mercên pir giran de ji bo rêveberiya beşdar û mafên jinê têdikoşe. Zêdebûna tundiyê li herêmê krîza mirovî ya kûr hîn bêhtir giran dike; ewlehiya av û xwarinê zêde dike û binesaziya sivîlan dixe xetereyê. Em bang li civaka navnetewî dikin ku sivîlan biparêze; avê ne wekî çekê şer, wekî çavkaniyeke hevpar ji bo aştiyê bibîne û polîtîkayên piştgiriyê bike.”

BANGEWAZIYA PIŞTGIRIYA ENTERNASYONEL JI BO ROJAVA

Pouria Amirshahi, parlamenterê Partiya Kesk a Fransayê û damezrînerê The Dam Project, bal kişand ser girîngiya piştgiriya navnetewî û wiha got: 

 

“Rojava û gelê Kurd di pêşengiya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de bûn û nirxên azadî, wekheviya jin-mêr û demokrasiyê parastin. Îro ev nirxên gerdûnî di bin metirsiyê de ne. Em nikarin destûrê bidin ku Kurd bên terikandin û sozên hatine dayîn bên jibîrkirin. Divê em piştgiriya navnetewî ji gelê Kurd û bi taybetî ji Rojava re mezin bikin.”

Her wiha Waterkeeper Iraq (Parêzvanên Avê yên Iraqê) li Başûrê Kurdistanê, ji bo bangewaziya TEV-EKO û MEH’ê li Silêmaniyê meşeke mezin amade dikir û dîmenê ku tê de daxwaznameyên xwe nîşan didin weşand û piştgirî da kampanyayê. 

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnameger, şoreşger û şervan: Azîz Koyluoglu
Nûçeya Pişt re Pêşî girtî derb kirin, paşê jî gef xwarin: ‘Hûn dijminê min in’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakvanên Nobetên Edaletê bi biryar in

Têkoşîna li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Serhildêrekî nemir: Fîras

Fîras ne tenê şervanek e, serhildanek e ku di bîra gel de xwe nemir bû.…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi cesaret rastiya civaka xwe bi şanoyê nîşan dide

Baran Mihemed bi temenê xwe yê biçûk dikare li ser dika heqîqetê bilîze ku Mihemed…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Newroz bi tevlîbûna hezaran kesî li Qendîlê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava gel diherike qadên Newrozê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PÎK: Newroz destpêka hêviyên mezin e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?