Bi hevkariya Odeya Bazar û Sanayiyê ya Amedê (DTSO) û TUYAP Fûariyê, Fûara Pirtûkan a 8’emîn a Amedê, destpê kir. Fûar wê heta 8’ê Kanûnê vekirî be. 26 jê weşanxaneyan Kurdî, bi giştî 216 weşanxane beşdar bûn.
Fûar li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê hate lidarxistin. Bi tevlîbûna gelek nivîskaran gelek nîqaş tên kirin, panel û merasîmên îmzeyan tên lidarxistin.
Weşanxaneyên beşdarî fûarê bûne, ji ANF’ê re axivîn.
AMED XWEDÎ GIRSEYEKE BAŞ A XWENDINÊ YE
Delîl Zengar (Weşanxaneya Aram): Em bi zêdeyî 100 nivîskar û zêdeyî 200 pirtûkan, beşdarî fûarê bûn. Li gelek qadan pirtûkên me yên hatine nivîsandin, hene. Bi taybetî pirtûkên Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûş ku pirtûkên me yên nû ne, eleqeyeke zêde dibînin. Beşdarbûn pir baş e. Amed xwedî girseyeke baş a xwendinê ye, em hêvî dikin ku wê hîn baştir bibe.
EM JI BO PÊŞKETINA WÊJEYA KURDÎ, DIXEBITIN
Jêhat Rojhilat (Weşanxaneya Payîz): Weke weşanxane, em bi 35 pirtûkên xwe yên nû beşdarî fûarê bûn. Bi nivîskarên me re, wê rojên me yên îmzeyan hebin. Piranî berhemên me yên Kurdî hene. Weke weşanxaneyên Kurd, em ji bo pêşketina wêjeya Kurdî dixebitin. Em dixwazin wêjeya xwe bigihînin ciwanan. Lewma divê em xwedî li ziman û wêjeya Kurdî, derbikevin. Lewma em girîngî didin, fûarên bi vî rengî.
PIRTÛKÊN NÛ YÊN KIRMANCKÎ HENE
Denîz Gunduz (Weşanxaneya Vete): Weke yekane weşanxaneya di lehçeya Zazakî (Kirmanckî) de, em bi nivîskarên xwe re beşdarî fûarê bûn. Pirtûkên me yên nû, hene. Em rastî eleqeyeke zêde ya xwîneran hatin. Ev fûar ji bo me pir girîng in; ji ber ku em bi xwîneran re tên ba hev.
FÛAR XWÎNERAN BI NIVÎSKARAN RE TÎNE BA HEV
Halîl Samed (Koma Weşanê ya Pola): Qelebalixiyeke xweş û bi kêf û eleqeyeke zêde ya xwîneran heye. Xwîner dibe xwedî wê şansê ku pirtûkên jê hez dike û nivîskarên ku dixwaze pê re sohbetê bike, li vir bibîne. Lewma fûarên pirtûkan, xwendî girîngiyeke wiha ne.