Wezîrê Karên Hundir Alexander Dobrindt got, “Balafireke dersînorkirinê ya ber bi Efganistanê bi hewa ket” û diyar kir ku kesên hatin dersînorkirin mêr in ku ji aliyê dadgeriya Elman ve hatin mehkûmkirin.
Ev yek duyemîn operasyona herî mezin a dersînorkirinê ye ku ji desthilatdariya Talîbanê ya sala 2021’ê û vir ve tê kirin.
Hikumeta Elman rêveberiya Talîbanê bi rengekî fermî nas nake û têkiliyeke xwe ya dîplomatîk a yekser nîne. Ji ber vê yekê jî operasyona dersînorkirinê bi navbeynkariya Qatarê kir. Lê belê rêveberiya Berlînê diyar kirin ku ji bo hêsankirina pêvajoya dersînorkirinê ya ji niha û pê ve dibe ku hevdîtinên yekser bi rayedarên Talîbanê re bikin.
Hikumeta serokwezîr Friedrich Merz ku meha Gulanê dest bi wezîfeyê kir, ji bo radestkirina penaberên sûc li Elmanyayê kirine ji bo welatên jê hatine helwesteke tund dipejirîne.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir de hate gotin, “Kesên ku sûcên giran kirine, em ê nehêlin li welatê me bimînin.”
Hikumeta beriya niha di 30’ê Tebaxa 2024’an de 28 Efganên hikumxwar dersînor kiribû. Ev yek piştî jinûve desthilatdarbûna Talîbanê operasyona destpêkê ya dersînorkirinê bû.
GELO DI DORÊ DE SÛRIYEYÎ HENE?
Elmanya demeke dirêj e Sûriyeyê weke welatekî xetere dibîne û ji ber vê yekê jî dersînorkirina Sûriyeyiyan rawestandiye. Lê belê hikumeta heyî nîşaneya wê yekê da ku polîtîkayên xwe yên dersînorkirina têkildarî Sûriyeyê ji nû ve binirxîne.