Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di ‘Bernameya Taybet’ de ya li Stêrk TV axivî û rojev nirxand.
Di rojên dawî yên sala 2024’an de DEM Partiyê bi Rêber Apo re hevdînek pêk anî. Ev hevdîtîn divê çawa were nirxandin?
Em ketin saleke nû. Di serî de sersala Rêber Apo pîroz dikim. Her wiha bi hurmet û rêzdarî silavê xwe ji Rêber Apo re dişînim. Em baş dizanin ku di sala 2024’an de li Îmraliyê li ser Rêber Apo zextek pir dijwar û tecrîtek giran hebû. Her wiha em dîsa texmîn dikin û dizanin ku têkoşînekê pir dijwar jî li Îmraliyê hebû. Di heman demê de dema ku li Îmraliyê li ser Rêber Apo ew zext û têkoşîn didomiya konsepta dewleta Tirkiyê wek tunekirin û tesfiyekirina tevgera me bû. Li ser vî esasî him li ser gelê Kurd him li ser tevgera me ev 40 sal in cara yekemîn di asta herî jor de çi derfeta wan hebû hemû seferber kirin û wisa hatin ser me. Armanc, stratejî û konsept vê tevgerê tasfiyekirin û Rêber Apo bêbandor kirin bû. Dewleta dagirker a Tirkiyê û Erdogan nedixwestin ku demokratîkbûna Tirkiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd wisa bi naskirî derbasî dîrokê bibe. Dixwestin wek komkujî, tunekirin û tesfiyêkirina tevgerê re ev pirsgirêk di dîrokê de cihê bigire. Ji bo wî çi hebû kirin. Lê pêwîste em çawa mêze bikin? Di sala 2024’an de hemû hêza xwe xistin tevgerê. Digotin, ’em ê di dawiya vê sale de yan jî di hundirê sala 2024’an de bigihîjin armanca xwe, stratejî û konsepta xwe pêk bînin.’ Lê rûxmî hemû hovitî û dijwariyê jî, bi çekên kîmyewî û qedexe jî, li gel zagonan jî, her hatin ser gel û tevgera me. Bi taybetî hatin ser gerîlayên azadiyê, lê tu encam negirtin. Gerîla li ber xwe da. Wek ruhê Asya û Rojgeran li tu cihê gav paş de neavêtin. Bi ruhekê fedaî, afirinêr, bi tevger û bi çalak bûn. Ruh û baweriyek di gelê Kurd de ava kir. Pêwîste mirov dewleta Tirkiyê biçûk nebîne. Endamê NATO yê û hêza duyemîn a NATO ye. Tevgerek wek PKK û gerilayên azadiya Kurdistanê nebûya ne mimkûn bû tu hêz bi salan li hember dewleta Tirk li ber xwe bide. Di heman demê de em vê jî dizanin ku ne dewleta Tirk bûya me heta niha deh caran encam girtibû. Ne bûya wek sekn, bîrdozî, paradîgma û têkoşîna PKK’ê dewleta Tirk jî deh caran encam girtibû. Ji bo vê şerekî dijwar û demdirêj berdewam kir. Di sala 2024’an de jî encam negirtin. Bi zext û îzalasyona Îmraliyê ya li ser Rêber Apo jî tu encam negirtin. Berovajî vê gelê me her tim li ser piya bû. Bi taybetî kampanyayê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi pêşengtiya jin, ciwan, dostên gelê Kurd re meşiya. Hemû civak, akademîsyên, rewşenbîr, siyasetmedar, şoreşger û sosyalîst heta niha xwedî helwest bûn û têkoşînek meşandin. Rojevek ava kirin, paradîgmaya Rêber Apo çar aliyên dinyayê her ku hat fêmkirin, hat dîtîn, zêdetir bandor kir, zêdetir tevlîbûn çêbû û bandora wê xurtir bû. Ev jî pir girîng bû. Yanî di sala 2024’an de ev têkoşîn, têkoşînekê girîng bû. Heta mohra xwe lê da. Hîna jî didome. Ew bi rojane xwe nûkirin, perspektîf û bi hedefên nû berdewam e. Ev girîng bûn. Di sala 2024’an de ev hemû hêviyên xwe sala 2024’an ve girêdabûn. Mirov bêje şikestinek, dibe ku hinek pirole be, lê di wan de bêbaweriyek çêbû, dudiliyek di wan de çêbû. Yanî ew jî dîtin ku nikarin tu encam bigirin. PKK vê nîşan da, gelê me ev dît. Gelê me jî her tim ser piya bû. Li Rojava, Bakur, Ewrûpa, Başûr û her derê ser piyan bû. Yanî rûxmî ku operasyon, qirkirin, zext gelê me di paş de gav neavêt. Têkoşîna xwe her tim domand. Mesela niha di zîndanên dewleta Tirk a dagirker de bi hezaran welatparêz, siyasetmedar û kadroyên PKK’ê heye. Çiqas bigirin, bavêjin zindanan jî her tim şûna wê tê dagirtin, her tim sinerjiyek nû, hers û baweriyek nû, armancek nû têkoşîn berdewam dike. Di vê xalê de gelê Kurd bi danaheva xwe û berdêlê ku di dehan salan de da ve têkoşîna xwe domand. Ev hemû li pêşiya armanc û konseptê girt û hîşt ku kumê xwe deynîn pêşiya xwe û bifikirin. Herî kêm di serê wan de pirsgirêk çêkirin. Dîsa di Rojhilata Navîn de tiştê pir girîng çêbûn. Wan jî dîtîn ku di Rojhilata Navîn de guhertinek heye. Yanî, tiştek wek berê nabe. Taybet bi şerê Fîlîstîn-Îsraîl-Hîzbûlah-Hamas-Lûbnan û herî dawî jî Sûriyê, dewleta Tirkiyê van hemûyan dibîne. Sibe wê çawa bibe, çi bandor li ser wan çêbibe? Pirsgirêka Kurd pirsgirêkekê dînamîk e, her tim bi bandor e, xwedî wate ye. Wê giraniyek hîn zêdetir ser wan çêbike. Ev pêşketinên Rojhilata Navîn û derdora Tirkiyê çêbû jî, li ser wan giraniyek çêkir, zextek çêkir. Mirov van hemûyan bide ber çavan, çûna heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê wek Sirri Sureyya Onder, Cigirê Serokê Parlemontayê Tirkiyê ye. Wek sifatekê wisa jî heye. Wek Pervîn Bûldan, Ev di pêvajo û konjenkturek wisa de çûn gel Rêber Apo. Ev girîng e. Wateyekê wê heye. Îro ne tenê Tirkiyê û gelê Kurd, tevgera me, herkes vê nîqaş dike. Herkes li gorî xwe dixwaze fêm bike û wateyek bide; ka rewş çi ye û ku ve diçe. Yanî rojeva Tirkiyê bi temamî hate dagirtin. Çûna heyeta DEM Partiyê ya gel Rêber Apo ewqas girîng e. Ne tenê li Tirkiyê û gelê Kurd, navnetewî jî siyasetmedar, kesên eleqedar jî nîqaşên germ dikin. Bêgûman ev girîng e. Yanî pêwîste mirov çawa binav bike û rewş çi ye, li ku ve diçe? Mirov dikare piştre ser bisekîne. Rêber Apo di roja destpêkê de, yanî 1993’an vir ve her tim sekna wî, helwesta wî, lêgerîn û armanca Rêber Apo demokratîkbûna Tirkiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi şêwazekî siyasî, demokratîk, muzakere û diyalog bû. Ji bo vê pir fedakarî kirin. Pir lêhûrbûnên Rêber Apo çêbûn. Gelek proje pêşxistin. Tê zanîn heft-heşt caran agirbest çêbûn. Di dema Turgut Ozal de, piştî wê hat xwestin pêvajoyek çareseriyê derkeve pêş. Mixabin ew hemû hewldan, lêgerîn û helwesta Rêber Apo ji aliyê zihniyeta dagirker ku hebûna gelê Kurd înkar dike ve nehat nirxandin. Ev zihniyet rê neda. Ev nehîşt ku helwest û hewldanê Rêber Apo bigihîje armanca xwe. Nebû yanî. Her tim berovajî zivirî. Sedema vê dewleta Tirkiyê bû. Li dewleta Tirkiyê hêz hene. Yanî di mêjiya dewleta Tirk de hêzên wisa aligirên şer, şovenîst, faşîst hene û dewlet jî li ser wê hatiye avakirin. Li ser înkara gelê Kurd. Yanî rê neda helwesta Rêber Apo bigihije armanca xwe û ser bikeve. Çênebû û her wiha îro dîsa nîqaşek heye. Kesek nikare nav lê bike. Rastî pêvajoyekê heye, kîjan formatê ev hevdîtîn bi Rêber Apo re çêdibin? Di vir de ya girîng pêwîste ew bê dîtîn; Rêber Apo ne tenê îro, wek min anî ziman xwe her tim berpirsyar dît li hember pêşerojê gelê Kurd û civaka Tirkiyê. Israr kir pirsgirêk bi vê şewazê were çareserkirin. Heta got, muxatabek digerim. Yanî di wî alî de girîngî da. Îro carekê din hevdîtîn bi Rêber Apo re çêdibin. Peyam çêbûn. Ev peyam pir dîrokî ne. Pir watedar in, yanî ji bo pêşeroja Tirkiyê û gelê Kurd. Yanî ji herkesî re mesaj heye. Her yek di aliyê xwe de dikare rol bilîze. Rêber Apo wek me anî ziman ji salan vir ve carekê din got, ‘ez amade me ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd.’ Tiştê ku wek Rêber Apo dibêje û rol bide ser xwe çi heye? Di esasê xwe de Rêber Apo heye. Ya girîng her yek vê peyamê ji aliyê xwe ve rast bigire dest û berirsyartiya xwe pêk bîne. Di vê noxtê de wek rêveberiya tevgera me, Hevserokatiya Giştî ya KCK’ê daxuyanî da û helwesta tevgera me gelê me pir zelal e. Bêgûman tiştê herî serekê her tim, îro jî Rêber Apo ye. Hevserokatiya KCK’ê jî diyar kir a girîng pêwîste têkoşîn her tim were bilindkirin. Ji bo Rêber Apo vê rola xwe ya dîrokî hîn baş û rehet bilîze. Ev girîng e. Yek jî pêwîste mirov nekeve rehavetê. Hêviya ne rast, pirolê jî ne rast in, di cih de nîne. Mirov hêza xwe jî bawer be. Rastiya xwe bawer be û ev nebûya wek min anî ziman dewleta Tirkiyê îro heyet jî nedişand Îmraliyê. Heger heyet çûbe, wê çaxê pirsgirêkê wan heye. Ew çi ye? Di armancên xwe de sernekin, têkoşîna me bilind bû û neçar man. Yanî encamê ji vê derxin çi ye? Têkoşîn çiqas were bilindkirin û em nekevin rehavetê, derfetên heyî hîn baştir rêxistin bikin, bênavber her alî û her tim di nav têkoşînê de bin, encamê wê jî yê hîn girîntir be. Rêber Apo jî wek dixwaze hîn baştir rola xwe bilîze.
Piştî bi hevdîtîna Rêber Apo re him ji aliyê muxalefetê, him jî aliyê desthilatdariyê ve gelek nîqaş çêbûn û çêdibin jî. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ev çûnîqaşên çêdibin û daxuyaniyên tên dayîn hûn çawa dixwînin? Her wiha erk û berpirsyariyên çawa dikevin ser milê rewşenbîr û hunermendên Tirk?
Di serî de pêwîste kes, hêzê rêxistinên eleqedar, di serî de jî dewleta Tirkiyê, rejîma AKP-MHP’ê, zihniyeta Tirkiyeyê dagirker hebûna gelê Kurd red dike, qebûl nake. Bûn sedem ku ev 50 sal in têkoşîn were meşandin. Pêwîste encam ji vê bê derxistin. Yanî di heman zihniyetê de israr kirin, berdewamkirina pêvajoyê ye. Ji vir çareseriyek, tiştek dernakeve. Heger rastî pêvajoyekê erênî an jî gavên pêwîst werin avêtin, di serî de pêwîste ev zihniyet xwe bigûherîne. Yanî wisa him tu yê hebûna gelê Kurd, mafê gelê Kurd red bikî, qebûl nekî, him jî qala hin tiştan bikî. Ev nerast e û nabe. Ev pêwîste were derbaskirin û fatûrayê vê zihniyetê taybet ji bo civaka Tirkiyê û gelê me pir giran bû. Pir zêde bû. Di şerê nêzî 50 sal tê meşandin de deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Ev ne tenê gerîla yan jî gelê Kurd bû. Yê Tirk jî bi deh hezaran leşkerê wan, her wiha mirovê wan jiyana xwe ji dest dan. Lê wek min anî ziman encam li ber çavan e. Dîsa di vê pêvajoyê de gelê Kurd êşên pir zêde jiyan kirin. Bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin. Bi mîlyonan mirov bi zorê koçber bûn. Perîşan kirin, xwestin wisa gav paş de bidin avêtin û ji bo encam bigirin çi pêwîstbû kirin. Dîsa îro aboriyê Tirkiyê, siyaseta Tirkiyê tê nîqaşkirin. Qala bekarmayînê dikin, qala birçîbûnê dikin û qala belangaziyê dikin. Sedemê vê ev şer bû. Yanî tê gotin, di vî şerî de sê trîlyon dolar hatiye herckirin. 3 trîlyon dolar hêza aboriyê ya Tirkiyê ye. Aboriya civaka Tirkiyê ye. Heke ev pere ji bo perwerdehî, tenduristî û ji bo gelên Tirkiyeyê hatiba xerckirin wê îro rewş cûda bûya. Paradoks ew e û her tim em vê tînin ziman. Mixabin gelê Tirkiyeyê nizane çima di vî halî de ye. Ew zîhnîyet bû sedem. Ez dixazim vê bibêjim; di heman tiştî de israrkirin wê heman encam derkeve holê. Ji bona vê divê dewleta Tirk vê zîhniyetê biguherîne. Belê dibe ku hesasiyetên civaka Tirkiyeyê hebin, lê hesasiyetên gelê Kurd jî hene. Ji jor de dîtin, li gor xwe nêzîkbûn, qebûlnekirin, înkarkirin nabe. Divê ew li hemberî gelê Kurd û bi taybet li hemberî helwesata Rêber Apo rêzdar bin. Heke mesele bê çareserkirin di aliyê wan de ev tişt pêwîst in. Divê zêdetir rewşenbîr, akademisyen û kesayetên Kurd û yên Tirkiyeyê xwedî rol bin û xwedî li rastî û heqîqetê derkevin. Pêwîste helwesteke wan, gotineke wan li hember vê pêvajoyê hebin. Divê çavên xwe ji rastî û heqîqetê re negirin, tiştên pêwîst bibêjin, gavên pêwîst bavêjin, civakê hişyar bikin û zextê li dewletê bikin. Pêwîste kûrahiya şer herî zêde ew zanibin. Divê rola xwe ya demokratîkbûnê de bilîzin. Divê herî zêde ew zanibin. Bi vê ve girêdayî wê Tirkiye çawa demokratîk bibe, pirsgirêka Kurd wê çawa bê çareserkirin diyalektîka wê jî pêwîste herî zêde ew zanibin. Ev dem van tiştan li ser rewşenbîr, akademîsyen û kesên xwe eleqedar dibînin ferz dike.
Weke me anî ziman kes nikare nav li pêvajoyê bike. Tişta ku em dizanin heke Rêber apo tiştekî dibêje xwedî helweste. Teqez bi kûrahî, demdirêj û demkurt nîqaşek kiriye û gihîştiye armancekê û hewl dide tiştekî bi ser bixe û pêş bixe. Di aliyê Rêber Apo de ev wisa ye. Lê dewleta Tirk wê xwe çiqasî bide ber, bi berpirsyarî tevbigere û hîn jî di serê wê de hin planên ne bi xêrê yên weke ‘Em ê çawa tevgerê tasfiye bikin, derbê lêxin û encam bigirin’ dikin. Heke aqilekî wisa hebe. Ez vê bibêjim kes nikare li hemberî îrade, paradîgma û ruhê berxwedana PKK’ê gekê Kurd encamê bigire. Weke min anî ziman bi taybet heke tiştên di 2024’an de qewimîne baş fêm bikin û tiştên li Rojhilata Navîn qewimînin wê bandoara wê li ser Tirkiyeyê çi bin baş zanibin, wê gavê dikarin encamekê jê derxin. Heke nebe, gelê Kurd dikare li ber xwe bide. Di dibe bila bibe weke ku Hevserokatiya KCK’ê jî di daxuyaniya xwe de anî ziman; ‘Erê Rêber Apo îradeya me ye û çi qotiye ji bo me derbasdar e”. Lê divê em ti carî nekevin nava rehawetê, hedefa me ya yekemîn û sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Her tişt xizmetî vê dike. Hêvîdarin ku têkoşîna me li ser vî esasî bilintir bibe.
Sala 2024’an de li Rojhilata Navîn gelek rûdanên ku bandor kirine bi pêş ketin. Li Sûriyeyê desthilatdariya Baas’ê bi dawî bû. Ev pêşketinên di sala 2024’an de li Rojhilata Navîn qewimîn wê bandoreke çawa li ser sala 2025’an bike?
Em dikarin vê bibêjin. Dawiya sala 2023’yan a şerê Îsraîl û Fîlîstînê îşareta vê yekê hat dayin. Ji wê demê hîmê kevirên Rojhilata Navîn leqiyan. Ev wê demê demê destpê kir. Ne hewceye mirov dubare bike, Hamas derbên giran xwar. Ev yel ji xwe li ber çavan e. Piştre Lubnan guherî û herî dawî Sûriye hat guhertin. Diyare ku stratejiyek û hedefeke heye û wê berdewam bike. Mirov dikare li ser wê hin tiştan bibêje lê ne pêwîst e. Ev ê berdewam bike. Encam çi ye? Statuya ku sedsal berê li Rojhilata Navîn hatiye dayin êdî nemaye. Netewe dewletên heyî yên di xwe de israr dikin û siyaseta navneteweyî ya hegemonîk her tim naşibin hev. Bi taybet DYE, Îngiltere û Îsraîl modernîteya kapîtalîst li gor berjewendiyên xwe ava dikin û dibêjin çawa li Rojhilata Navîn pêk binim. Weke min anî ziman hin kelem û hedef li pêşiya wan hebûn û li hemberî wan şer kirin. Herî dawî Sûriye li ber çavan e. Diyare ku ew li vir nasekinin û wê berdewam bikin. Tirs û xofa ku dewleta Tirk dijî yek jê ev e. Yê ku di xwe de israr dike, ji guhertinê re girtî ye û dibêje ez ê her tim wek xwe bim, li ser vê jî rola Osmaniya nû bilîzim. Ev mejî û tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin hevdu nagirin. Dewleta Tirk di vê nuqteyê de tirsekê dijî. Yên ku ji xwe re hedef digirin hene. Êdî kîjan şêwaz, kîjan meh nabêje lê dixwaze Iraqê jî li gor xwe dîzyan bike. Divê Iraq aqilê xwe bide serê xwe, bi rastî jî bibêje dewleta Tirk ez çawa xapandim û çawa îro ketim rewşeke xerab. Di çapemeniyê derket, em dibihîzin bi ser hin saziyên jin ragihandinê de girtin û dixwazin bigirin. Dewleta Iraqê biryarên wisa dide. Herhal bi PDK’ê re û bi hev re vê yekê dike. Ev daxwaza dewleta Tirk e. Dewleta Tirk li ser Iraqê dilîze. Çawa ku xwest li ser Sûriyeyê bi Sunnî û ew artêşa çete SMO’yê xeta Sunnî, Tirkmen û her wiha li hember Şîayan rolekê bilîze û berjewendiyên xwe li Iraqê birêxistin bike û ava bike. Ev yek hinekî dişibe stratejî û polîtîkaya modernîteya kapîtalîst a DYE, Îngiltere û Îsraîlê. Siyaseta wan a li ser Iraqê dişibin hev. Dewleta Iraqê hîn jî vê nabîne. Beriya niha bi Tirkiyeyê re hevpeyman çêkirin. Dewleta Tirk axa wan dagir kiriye. Çawa ku Îsraîl lê da hema giliyê wê li Neteweyên Yekbûyî kir. Mafdar e û heqê wan e gilî bikin.Ji ber ku axa binpê kiriye. Li aliyê din dewleta Tirk ne tenê carekê gelek caran axa wê binpê kiriye. Netenê binpê kiriye îlhaq kiriye. Bi deh hezaran hêza xwe li wir bi cih kiriye. Şer li vir tê meşandin. Lê ji dewleta Tirk re dengê xwe nake û ti tiştî nabêje. Hevpeymana bi dewleta Tirk re çêkiriye, divê rojek zûtir vê hevpeymanê betal bike. Divê hesabê ku dewleta Tirk dike bibîne. Divê Iraq vê zanibe ku piştî Sûriyeyê wê Iraq têkeve rojevê. Gelo wê weke Sûriyeyê bibe, yan wê ambargoyeke giran an jî bi kesên lîberal ên derxin pêş bi xwe ve girê bidin. DYE, Îngiltere, Îsraîl û hêzên heyî yên desthilatdariyê bandorê bikin. Şêwazê wê cuda lê hedefeke wisa li ser Iraqê hebe. Wê li ser Îranê jî hebe. Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn ji bo wan pirsgirêk e. Wê çawa ewlehiya xeta enerjiyê bigirin, ji Hindistanê heta Qibrisê, li Asyaya Navîn jî Çîn û Rûsya û wê hevalbendê wan Îranê ji wan qut bikin. Sekna Îranê ji bo wan pirsgirêk e. Em nizanin wê bi siyaseteke çawa bi ambargo yan jî zextê bikin. Tişta em pê dizanin çareserî demokratîkbûn e. Heke Îran û Iraq li ser perspektîfa demokratîkbûnê guhertineke radîkal a demokratîk pêş bixin û pirsgirêka Kurd, civakî, çandî çareser bikin dikarin, wê gavê dikarin ev êrîş û zextên li ser xwe têk bibin. Ji bilî vê ne pêkan e. Rastiya vê li Sûriyeyê hat dîtin. Heke Esad û desthilata Baas’ê rastiya heyî baş fêm bikira û bixwenda û mejiyê xwe ji desthilatdariyê dûr bixista, stratejîk bifikiriya, wê çareserkirina pirsgirêka Kurd bidîta û wê pêwîstiya guhetinan bidîtiya. Vê yekê nekir û înkar kir. Niha rewş li ber çavan e. Dikarim vê bibêjim; sedsal berê bi pêşengiya Îngiltere û Fransayê dîzaynkirin çêbû. Sedsal şûnde vê carê dixwazin bi pêşengiya DYE, Îngiltere û Îsraîlê çêbikin. Lê heke bi paradîgmaya demokratîk, jin, ciwan, hemû nasname, ol, çand û xeta ku hemû bi hev re azad bijîn dernekeve pêş, wê careke din hêzên navneteweyî dîzaynê bikin. Rewşa heyî şer e. Ev jî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Rêber Apo ev şerê cîhanê û li Rojhilata Navîn tê dayin bi salan berê gotibû. Dibe ku ev şer heta 2030’an jî bidome. Ya girîng ew e ku ya wê îradeya demokratîk a civakê derkeve pêş an na. Xezaya Rojhilata Navîn û Ewropayê hev nagirin. Çima? Ji ber ku li Rojhilata Navîn hîn bêhyir civakbûnî û çandek heye. Dibe ku bi paradîgmaya demokratîk nebe lê wê bi awayekî li ber xwe bide. Heke paradîgmaya demokratîk xwe bi rêxistin bike jixwe civak ji vê re vekiriye. Li Rojhilata Navîn şer û têkoşîn didomin. Heke nebe Weke min anaî ziman dibe ku di 2025’an de bandora xwe dijwartir berdewam bike. Ji bo gelan û hêzên demokratîk derfet jî têne avakirin. Bê guman mirov hêz jê bigire, derfetan çêbike heye û xetere jî hene. Ya din bi asta dîtin, bi rê ve birin û rêxistinkirina gelan ve girêdayî ye.
Piştî têkçûna desthilata Esad rewşeke çawa li pêşiya Bakur û Rohilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê heye? Her wiha piştî têkçûna desthilatdariya Esad ev çeteyên SMO jî neketin valatiyekê?
Dema mirov tevahiya Rojhilata Navîn ddi ber çavan de derbas dike, Sûriye di nava dewletên Ereban de cuda ye. Bêhtir sekuler û laîk an jî gelek çand û ol dikarin bi hev re bijîn. Di desthilat û dewletê de zext heye. Lê li gor dewletên din taybetmendiyeke Sûriyeyê heye. Kurd, Ereb, Xiristiyan, Misilman û her wiha ev dewlemendiyek û bi hev re jiyaneke demokratîk bijîn. Lê heke nêzîkatî ne demokratîk be ev ne derfetek e. Ev dibe dijawantaj, her kes destê xwe dixe qirika hev û şer dikin. Berê ne azad bûn bindest bûn. Lê niha ya wê şerê hev bikin û hevdu qir bikin an jî bi demokratîkbûna Sûriyeyê çareseriyê pêş bixin. Wê rojê akademîsyenek Tirkan jî di televîzyonê de digot, di sala 1860’î li Şamê weke îro gelek ol û nasname şerê hev dikirin. Wê çaxê Osmanî serwerê Sûriyeyê bû. Osmaniyan jî nikarîbû çareser bike û gazî Elmanya, Brîtanya û Fransa kiriye û gotiye werin pirsgirêk hene. Baş e ku desthilata Baasê çû, ew desthilateke bendek bû pêwîst bû bihata derbaskirin. Derbaskirina wê baş bû, lê ya hat şûna wî wek HTŞ’ê ji qebûlkirina jinê, ol û nasnameyên cuda re girtî ye û li dijî wan e. Ev jî dibe sedama ku prisgirêk girantir bibe. Ev îxtîmal pirtir heye. Heke îro HTŞ’ê Şam xist destê xwe ji berê de ji derekê referans girt. Ev der jî tê zanîn, DYE, Îngiltere û hwd in. Niha ev weke ezmûnekê ye. Heke guhertinekê çêbike û li gor hêzên navneteweyî di nuqteyeke tê qebûlkirin de bê dîtin, dibe ku qebû bikin. Ew nuqteye çi ye? Em nizanin lê li ser wan pirsgirêkên Rojhilata Navîn, jinê, ol, dizî û hwd heye. Ev pirsgirêk in. Li Sûriyeyê zehmete ku demkurt pirsgirêk bêne çareserkirin û qala tiştekî bike. Ew serokê HTŞ’ê Şara hin kes peywirdar kirine, bingeha wan DAIŞ û El Qaîde ne. Di zîhniyetê de guhertin ewqasî ne hêsan e. Li Sûriyeyê çareserkirina van pirsgirêkan ne hêsan e. Heke weke me anî ziman guhertineke cidî di xwe de çêbikin, wê hêzên hegemonîk qebûl bikin. Heke nebe, dîsa pirsgirêk e. Bi rastî kêrî hêzên navneteweyî tê. Keda wan naçe, xwîna wan narijîne.Yên hevdu diêşînin û xwîna hev dirijînin gelên herêmê û civak e. Her ku lawaz dibin, bê hêz dibin bûhtir berê xwe didin DYE’yê. Em texmîn dikin li Sûriyeyê wê pirsigrêk giran bibin û berdewam bikin.
Niha Tirkiye xwe weke serketî nîşan dide. Dibe ku ji bo li ser Rojava û gelê Kurd şerekî bide meşandin hin çete bi xwe ve girê dabe. Dibe ku destpêkê ew çeteyên mîna SMO roleke wan hebû. Diyare ku ev komên girêdayî Tirkiyeyê li Sûriyeyê ne xwedî gotinin. Yek, ev ne homejen in û ne jî îdeolojîk in. Yanî ji bo mûçe û berjewendiyê hatine gel hevdu. Dema mirov li wan mêze dike her yek ji wan ji Hama, Hums, Şam û hwd hatine. Ew der li gor wan azad e. Difikirin gelo çi îşê wan li Eyn Îsa, Girê Spî, Serokaniyê û hwd hene. Dixwazin biçin, dixwazin birevin. Di ragihandina Rêveberiya Xweser de jî derket û wan teşwîq dikin. Di vî alî de baş dikin. Dewleta Tirk nahêle ku ew biçin cih û warên xwe. Li serê dewleta Tirk bûne bela. Naxwazin şer bikin û wê encam jî negirin. Ji ber vê Tirkiye ket valatiyekê. SMO li gor hesabê xwe çêkir. Li gor em dizanin li Şamê HTŞ ti rol nedaye wan. Ji bo vê wê Tirkiye li Sûriyeyê ne xwedî rol be. Dibe ku di aliyê aborî û bazirganiyê de rolek wan hebe, erdnîgariya wan rê dide vê yekê. Li gor min Tirkiye di pêşeroj û siyaseta Sûriyeyê de di valatiyê de ye. Yên ku hiştin Esad biçe, rejîm bê guhertin û bûn referans wê rê nedin Tirkiye bandorê li ser HTŞ’ê bike. Ji bo mirov rewşa Sûriyeyê bibîne divê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baş bibîne. Zêdetirî 13 sal in li wir tiştek hat jiyîn. Kurd, Ereb,Ermen,Suryan, Tirkmen hemû bi hev re di nava wekhevî de jiyaneke demoraktîk jiyan û pergalek ji xwe re ava kirin. Her kes bi nasnameya xwe bi rûmet dijî. Ev pergala jiyana demokratîk a Rojava bi rastî jî ji bo Sûriyeyê modela herî girîng û di cih de ye.
Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de dema Rojhilata Navîn hat dîzaynkirin, îradeya gelê Kurd tine hatin hesabandin û gelê Kurd wê demê nediyarker bû. Lê îro piştî sedsalan Rojhilata Navîn careke din tê dîzaynkirin û gelê Kiurd vê carê xwedî hêzeke diyarker e. Di vê pêvajoyê de j bo gelê Kurd bibe xwedî statuyekê rol û mîsyoneke çawa dikeve ser milê sazî, rêxistin, partiyên Kurdan? Divê rewşenbîr, hunermend û hwd divê xwedî helweste çawa bin?
Gelê Kurd dibîne, pêwîste rêxistinên gelê Kurd jî bibînin. Ev dem pêvajoyeke girîng e. Hêza herî dînamîk, ji pêşketinê re vekirî, hêza herî demokratîk, herî xwedî îrade, di rastiyê de gelê Kurd e. Çareseriya Kurd pêk neyê demokratîkbûna Rojhilata Navîn ne pêkan e. Ev yek tê dîtin jî. Raste sedsal berê hêzên dagirker bi gelê Kurd lîstin. Berjewendiya wan ne di statauya gelê Kurd debû. Hêza gelê Kurd têra ku xwe bikin yek û îradeyek hevbeş derxistin nekir. Sedsal me êşa wê kişand. Îro rewş hatiye guhertin. Îro pardîgmaya Rêber Apo 50 salî heye. Li çar parçeyên Kurdistanê gelek rêxistinên cuda yên ked û têkoşînê didin hene. Divê demildest îrade, mejî û yekitî derkeve pêş. Xewn û xeyala gelê Kurd ev e. Niha ji kîjan partiyên Kurdistanê bipirsî kesek nabêje ne peêwîst e. Her kes wê bibêje çima yekiya gelê Kurd ava nabe û rexne dikin. Di vî alî de mafdar in. Heke nebe ti ewlehiya parçeyekê û rêxistin an tineye. Bi hev re dibin îrade. Mesela li Rojhilata Navîn tişt diqewimin, lazime li ser navê gelê Kurd tiştek bê gotin. Divê hin kes û îrade karibin bibêjin. Lê dema ku ji hev parçe dimîn, hêzên dagirker jî dixwazin ji vê sûdê wergirin û pê bilîzin. Divê pêşiya vê bê girtin. Rêber Apo her tiom derbarê vê mijarê de perspektîf da, bi rastî bi dilnizmî û mutewazî nêz bû. Dixwaze yekîtiya gelê Kurd bê avakirin. Tenê ji bo PKK’ê ti tiştekî naxwaze.
Pratîk ên heta niha girîng bûn û ked jî hatin dayîn. Mixabin bi destwerdana yên derve û rêxistinên çima ne bi dilê wan, nebû. Îro nebe nabe. Îro pêwîste yekîtiya gelê Kurd bê avakirin. PKK her tim ji vê re amade ye û pêwîste her rêxistin û her Kurd ji vê re amade bin. Ji bo vê tenê xalek an jî du xal bes in. Yek; welatparêzî pêwîst e. Her kesê welatparêz divê rol bilîze. Dudu; ti rêxistin, ti kesayet hevkariya dijminê gelê Kurd neke û bi wan re nekeve têkiliiyê. Têkilyên wan ên aborî dibe. Lê divê dijberiya gelê Kurd, çarenûsa gelê Kurd û desketiyên gelê Kurd neke. Pêwîste ew tirs û xofê ji ser xwe bavêje. Heke hin bêjin gelo wê Tirkiye çi bibêjeî wê dewletên din çi bibêjin. Ma heta kengî wê wisa biçe. Ya rastî heke hêza me bibe yek ew dewlet wê neçar bibin, wê rêz nîşanî gelê Kurd bidin û wê cîdiyetekê çêbike. Ev gelekî girîng e. Pêwîst e yekîtî bê avakirin. Dibe ku ji bo kongre û hwd dem bixwaze, lê ev nêzîkatî, helwest, zîhniyet roj bi roj bêhtir pêş bikeve. Pêwîste li şûna wê mekanîzmayek bê avakirin. Divê rêxistinên Kurd mekanîzmayekê ava bikin ku mînak li Rojhilata Navîn tiştên girîng diqewimin û divê li ser navê gelê Kurd tiştek bê gotin, ev mekanîzma wê helwestekê diyar bike. Ev wê cîdiyeta gelê Kurd nîşan bide. Gelê Kurd ev yek heq kiriye û divê derkeve pêş. Yek; wê xîzmetî çareserkirina pirsgirêka Kurd bike û jiyaneke demokratîk û azad bike. Dudu; demokratîkbûna Rojhilata Navîn bike. Hêz û dewletên eleqedar heke demokratîk bibin wê Rojhilata Navîn demokratîk bibin. Pirsgirêka Kurd ewqas diyarker e û esas e. Em weke PKK’ê her tim ji yekîtiyê re amade ne û divê rojek beriya rojekê bê avakirin.
Herî dawî peyam û hêviyên we yên ji bo sala 2025’an çi ne?
Di serî de têkoşîn û pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pir girîng bû. Kedek pir mezin hat dayîn û encamek mezin derxist holê. Jin, ciwan, gel, dostên gelê Kurd kedeke mezin dan û pêwîste sala 2025’an de hîn mezintir bê pêşxistin. Divê rehawet çênebe û hemû derfet baş bên bikaranîn, hedef û armanca me azdiya fîzîkî ya Rêber Apo di sala 2025’an de pêk bê. Hêviya me ya yekemîn a ji bo 2025’an ev e. Dudu; ji bo yekîtiya gelê Kurd têkoşînek xurt bê dayîn. Her kes xwe berpirsyar bibîne. Em jî xwe berpirsyar dibînin. Sedsal şûnde em vê rojevê cîdî bigirin dest û gavên pêwîst bavêjin. Sê; divê ti kes qet nekevin rehawetê. Her tim Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê Asya û Rojgeran li ber xwe dide. Divê her kes têbikoşin. Divê em zanibin ku em çiqasî têbikoşin û rêxistinkirî bin em ewqasî bi hêz in. Hêviya min a 2025’an ev e, em ê wisa bikin û em ê wisa jî encam bigirin.